Di Fermanê de 9 salî bû, niha parazvana axa xwe ye
Şervana YJŞ’ê Ezda Avaşîn dema hatina DAIŞ’ê 9 salî bû û di wî emrê xwe yê biçûk de şahidî ji gelek hovîtî û trajediyan re kir. Ezdaya ku roja fermanê dilê wê bi tirsa DAIŞ’ê hatibû dagirtin niha parazvana axa xwe ye û bi xwe bûye tirs û xofa dilê DAIŞ'ê.

CÎLAN ROJ
Şengal – 11 sal berê bû, zarokên Êzidxanê bi tirs û xofa tarîtiyê ji xewn û xeyalên xwe yên şîrîn şiyar bûn, bêyî ku fam bikin çi bûye di tarîtiya şevê de xwe li ser rêya ber bi çûyîna çiyayan de dîtin. Xwe di nav tîbûn û birçîbûneke dijwar de dîtin. Xwe di nav qiyameteke dijwar û bêeman de dîtin. Ji ber tarîtî ji bo xewn û xeyalên wan ên bi rengên keskesorê hatibûn xemilandin tune bike, ketibû pey wan. Lê heman rojê şervanên HPG û YJA Starê û parêzvanên xewn û xeyalên rengîn jî ketibûn pey wan ji bo parastina zarokên Êzidxanê.
Wê şevê ronahî û tarîtî her du jî li pey zarokên êzidxanê bûn, yek ji wan ji bo jiyandinê ya din jî ji bo tunekirinê ketibû pey wan. Lê tarîtî piştî demekî bêyî ku xwe bigihîne reşkirina xewn û xeyalên hemû zarokên Êzidxanê, li ber şewqa rojê ku ji nav çiyayan derdiket, li ber xwe neda û hêdî hêdî tune bû. Piştî wê şeva fermanê şervanên azadiyê bûn qehremanên zarokên Êzidxanê, bûn keskesorên xewn û xeyalên wan ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû reşkirin. Niha zarokên wê demê yên fermanê bi xwe bûne qehremanên zarokên êzidxanê, bûne şopdarên qehremanên xwe yên fermanê. Niha zarokên roja fermanê ku dilê wan bi tirs û xofa DAIŞ’ê hatibû dagirtin, bûne tirs û xofa DAIŞ’ê.
Yek ji wan zarokan ku bûye şopdara qehremanên xwe yên fermanê û bûye tirsa dilê DAIŞ’ê, şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ezda Avaşîn e.
Ezda di dema fermanê de 9 salî bû. Şeva êrîşa DAIŞ’ê ya Şengalê ew û xwişkên xwe di nav xewn û xeyalên xwe yên rengîn de derketibûn rêwîtiyeke bêhempa. Lê rêwîtiya birengîn a Ezda û xwişkên wê bi dengê fîşekan hatibû qûtkirin. Û bi wan dengê fîşekan ji xewna xwe yên şîrîn şiyar bûn.
Bihîstina fîşeka yekem û tirsa yekem!
Ezda şeva hatina DAIŞ’ê, bihîstina dengê fîşekan û tirsa xwe ya yekemîn a nediyar wiha tîne ziman: “Saet 2’yê şeva 3’yê Tebaxê bû. Ez û xwişkên xwe nivîstibûn û em bi dengê fîşekan bi xwe hesiyan. Ez pir tirsiyam, ji ber cara yekem min dengê fîşekan wisa dibihîst. Dayika min ji bo em netirsin hat gel me û got netirsin tiştek nîn e û me hemûyan xist odeyek. Ji ber dengê guleyan em heta sibê raneketin. Siharê dema roj derket saet derdora 5-6 bû, hemû kesên ji Tilezir û Sikiniyê ber bi me direviyan. Min tam nedizanî ka milet ji bo çi direve. Dayik û bavê min mirovên me yên ji ber çeteyan reviyan bûn anîn mala me. Piştî nîvro erebeyê DAIŞ’ê li ber mala me derbas bû û ji me re gotin netirsin em hatine we xilas bikin û çûn. Dema min destpêkê çeteyên DAIŞ’ê dît ez pir tirsiyam. Kirasê reş li ser wan bû, rihê wan dirêj bû, ji vê dîmenê ez pir tirsiyam. Min nedizanî ka ji bo çi hatine jî. Heya êvarê em li mala xwe man û me got tiştek nîn e dê werin û biçin. Piştî bû êvar bavê min got hemû ronahiya bitefînin bila tu tiştek vekirî nemîne daku DAIŞ nizanibe li vir kesek heye û êrîşê me neke. Ji ber tirsa DAIŞ nêzî me bibe nehiştin em çakmaxek jî pêxin.”
Bi emrê xwe yê biçûk dîtina trajediyan
Piştî demekî malbata Ezda biryara xwe bigihînin çiyayan dide û di tarîtiya şevê de berê xwe didin çiya û piştî meşek dirêj xwe wekî bihezaran kesan xwe digihînin çiyê. Ezda bi emrê xwe yê 9 salî diviyabû tiştên ku nebîne û nejî, dît û jiya. Ji mirina zarokên biçûk heta xwe avêtina jinan a ji textan. Heta wê şevê çavên Ezda derveyî tiştên xweş tiştek xirab nedîtibû lê wê şewê bi emrê xwe yê biçûk û çavên xwe yên sipehî mirinê dîtibû. Heta wê şeva fermanê çavên Ezda tenê hevalên xwe digeriya û hişê wê her li ser leytokan bû. Lê wê şevê êdî çavên Ezda mirinên li bin textan digeriyan û hişê wê jî her li ser tarîtiya li pey wan bû.
‘Tenê pariyek nanê hişk hebû’
Ezda bi van hevokan behsa rêwîtiyên xwe yên li çiya û tiştên ku di rêwîtiyê de dîtî, kir: “Derengiyê şevê me dest bi meşê kir, ji bo ku em karibin xwe xilas bikin û xwe bighînin ciheke parastinê, 7 roj û 7 şevan em li çiya meşiyan. Însanên ku av û xwarina wan nemabû û ji ber vê yekê bê hal ketibin, xwe spartibûn textan. Mirov ji vê rewşê bandor dibû û pê diêşiya. Xwarin û av gel me jî nemabû, hemû xizmên me zarokên biçûk bi wan re bûn. Nan nîn bû zarok bixwîn, şîr nîn bû zarokên pêçekan vexwin. Tenê hinek nanên hişk hebû, dema em gihiştin çiya malbat ew nanên hişk xistin nav avê û wisa dan me daku em zarok nemirin. Bi nanê hişk û dilopên avê hewl didin me di jiyanê de bihêlin. Piştre gel me jî av nema, mezin heta çûn Kersê av xistin şûna warîlê gazê anîn. Me çiko çîko vedixwar ji ber kêmbûna avê. Min bi çavên xwe dît dayîk ji ber nebûna av û nan zarokên xwe li ber keviran dihêlan û diçûn. Ev dîmen mirovan diêşand. Di dema fermanê de ji ber van tiştan gelek zarok li ber qeracan hatin avêtin. Me bi xwe jî şahidî kir ku keçên êzidî ji bo nekevin destê DAIŞ’ê destê hev girtin û xwe ji wan zinaran avêtin. Wek zarokek bi çavên xwe dîtina bûyerê bi vî rengî gelek giran û bi êş bû.”
Biryara tevlîbûna nav refên eskerî
Ezda û malbata xwe û bi hezaran êzidî piştî bi rojan mayîna li çiyan bi hatina gerîlayên HPG,YJA-STAR, şervanên YPG û YPJ’ê ji destê hovîtiyê rizgar dibin û bi vekirina korîdora mirovî derbasî Rojava dibin. Şervanên azadiyê ji bo rizgarkirina bi hezara êzidî û zarokên Êzidxanê canê xwe feda kirin. Ev fedekariya şervanan bandoreke erênî li ser Ezda dike ku ev bandorbûn di jiyana Ezda de dibe gava yekemîn a guhertinan.
4 salan li Rojava man paşê dîsa vegeriyan Şengalê
Ezda Avaşîn di nav axaftina xwe de bal kişand ser bi malbata xwe re mayîna li Rojava, ji nêz ve naskirina tevgera azadiyê, bandora şehadesta kurmeta wê ya li ser wê û ev tişt anîn ziman: “Em 4 salan li Rojava man û piştî 4 salan em derbasî Şengalê bûn. Piştî hatina li Şengalê me hevalan û rêxistinê hîn baştir nas kir. Piştî şehadeta kurmeta min naskirina min yekser bi rêxistinê re çêbû. Alîkariya hevalan, nêzîkatiya wan li hember me bandorê li ser min kir. Bandora şehadeta kurmeta min û hevalan hişt ku wek keçeke êzidî ez tola xwe ji dijmin bigirim. Ev yek hişt ku ez biryara xwe bidim ji bo pêşengtî û tolgiritna jinên êzidî. Ez ji bo careke din ferman bi ser civaka me de neyê, careke din fermanek wek 2014’an pêk neyê biryara tevlibûna nav refên YBJ’ê dam. Derveyî YBŞ-YJŞ ku xwe bi fikirên Rêber Apo xurtkirine, tu hêz nikare vê civakê biparêze. Civak jî piştî naskirina fikrên Rêber Apo xwe birêxistin kir. Bi saya fikrên Rêbertî û şagirtên Rêbertî wek YBŞ-YJŞ me dikarî xwe bigihînin vê astê û parêzvaniya civak xwe bikin. Ji bo avakirina Şengaleke azad a li ser fikrên Rêber Apo wek YBŞ-YJŞ çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ê xwe ji her milî ve xurt bikin daku bikaribin pêşengtiyeke baş ji civaka xwe re bikin.”
Şahidiya çavên Ezda
Wekî me li jor jî anî ziman, Ezda bi emrê xwe yê biçûk şahidî ji gelek hovîtî û trajediyan re kir lê heman zarok bi emrê xwe yê biçûk şahidî hatina şervanên azadiyê re jî kir û bi çavên xwe dît şervanên azadiyê çawa ji bo parastina xewn û xeyalên Êzidxanê canê xwe feda dikin. Yanî çavên Ezda şahidî şerê ronahî û tarîtiyê kir, çavên Ezda şahidî nûvejîna civaka xwe re kir, çavên Ezda şahîdî ji pêşengtiya jinan re kir.
‘Niha ew zaroka 9 salî xwedî hêzeke wisa ye ku DAIŞ jê ditirse’
Ezda Avaşîn bi van hevokan, bi hevokên ku kurte jiyana wê ne, dawî li axaftina xwe anî: “Wekî min got dema DAIŞ hat ez bi xwe 9 salî bûm. Şervanên azadiyê ji bo parastina xewn û xeyalên zarokên êzidxanê, canê xwe feda kirin. Min tirsa ku dema ez biçûk bûm DAIŞ di min de da avakirin veguherand hêzeke pir mezin. Niha ew zaroka 9 salî xwedî hêzeke wisa ye ku DAIŞ jê ditirse. Min ew hêza ku bikaribim ji xeyalên zarokên êzidxanê re bibim bersiv, di xwe de da avakirin. Ji bo ez nehêlim kesên wek DAIŞ dîsa xeyalên zarokan tune bikin, hêzek di xwe de dam avakirin. Niha ew keç û xortên ku di dema zarokatiyê de DAIŞ ew tirsandibû, xwe kirine hêzek wisa ku DAIŞ ji wan ditirse. Ji ber ev keç û xortên ku xwe veguherandine hêz, xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin kirine. Wek YJŞ-YBŞ’ê ji bo parastina xeyalên zarokên Êzidxanê çi ji me bê xwestin em ê bikin, ji bo pêkanîna xeyalên zarokan ger canê me pêwîst bike em ê wê jî bidin. Erk û berpirsyariya me ya herî mezin pêkanîna xewn û xeyalên zarokan e.”