Di bin sîwana komunê de jiyanên hevpar

Edlê ya Kurd a 73 salî û Elya ya Elewî ya 67 salî, bi hev re jiyanek li ser bingehê azadiya jinê û wekheviya zayendî bipêş dixin û têgihîştina rast a avakirina civaka demokratîk û ekolojîk kûrtir dikin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Komun, berî her tiştî yekîneya ku hemû pêdiviyên taxek, gundek an kolanekê organîze dike, biryarên pêwîst dide û wan birêve dibe ye. Komun kevirê bingehîn ê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêza wê ya navendî ye. Bêyî komîn, meclîs nayên avakirin. Ji vê perspektîfê ve, komîn dibe hêza herî biçûk a rêxistinkirî ya gel. Komun rêbazek jiyana demokratîk a kolektîf e û rasterast rêxistinên bingehîn ên demokrasiyê, yekîneyên civaka ehlaqî û siyasî û mîkrokozmosa xwerêveberiyê ye.

Ji bo mezinkirina kîjan ferdan dibe dibistana seretayî?

Komun dibistana seretayî ye ku ferdên neteweya demokratîk tê de tên mezinkirin. Her wiha çavkaniyek biryaran û destpêka şêwaza jiyanek nû ye, ku li ser rêxistinbûnê ewlehî, siyasî, civakî, aborî û qadên din ava dibe.

Ferdên civakê di her komuneke taxê de, xwe ji 7 salî heta 70 salî birêxistin dikin. Me xwest ji Komuna Şehîd Demhat a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê serpêhatiya du jinên temen mezin ji du netewên cûda wekî du mînakan bigrin dest.

Di navbera civaka komunal û cîhana mêşên hingiv de

Edlê ya Kurd a 73 salî, ev 25 sal in di cîhana mêşên hingiv de dijî. Edlê ewqas bi ferdên civaka xwe re jî di nav danûstadinekê de ye. Ev danûstandinên ku ji dîrokî ve hene, bi bûyîna endama komunê re jî şêweyekî nû dide jiyana wê.

Edlê Tahir di destpêkê de jiyana civak û mêşan anî beramberî hev û got: “Di şaneyê de her mêşek xwedî peywirek e. Bêyî kêmasî erkê xwe pêk tînin. Xwezî malbat jî wekî mêşên hingiv bûna. Ji hev fêm dikin, hez dikin û hev jî diparêzin. Civaka me ya îro ku bi rêya komunê xwe birêxistin dike, pir dişibe cîhana mêşan. Çawa mêşeke padîşah heye, hevserokên komuna me jî hene. Komîteyên me yên parastin û aborî hene, wekî rêbaza jiyana mêşan xwe diparêzin û hingiv çêdikin. Her endamek komunê wekî mêşek hingiv e, xwedî erk û berpirsiyartiyên girîng in.”

Edlêya ku bi 73 saliya xwe di komîteya lihevhatinê ya komuna taxê de cîh digre, çend sal berê hevserokatiya heman komunê kiriye.

Ji kebanîtiyê ber bi hevserokatiya komuna taxê ve

Edlê Tahir derbarê xebata xwe ya di komunê de wiha dibêje: “Bi 73 saliya xwe jiyana di nav komunê de ji bo min şansek û cihê dilşanhiyê ye. Çima ez vê dibêjim; ji ber ku beriya şoreşê jin netewek bindest bû û di bin fermana mêran de bû. Lê îro rewş pir cûda ye, me xwe spartiye hêza xwe û êdî ne bendewarên mêran in. Min karîbû çend salan jî hevserokatiya komuna xwe bikim. Xelikên taxê xwestin careke din hevserokatiya komunê bikin. Lê ji ber temenê min mezin dibe, nedibû ku ez careke heman erkî bigrim. Niha ez di komîteya lihevhatinê de rol dilîzim. Cîhan diguhere, mirov jî pêre li gorî jîngeha di nav de dijî jî ji guhertin û veguhertinan re vedibe. Her rojê em tiştekî nû di xwe de keşif û nas dikin û pê jiyana xwe jî diguherînin. Berê kurekî min hebû, min ew xwedî dikir û bi rojan min deriyê malê venedikir. Lê niha hemû wextê xwe di nav komunê de derbas dikim. Em hemû jî hewl didin tevgera xwe bighînin tevgera mêşan, komîteyên xwe yê komunê aktîv bikin.”

Ji cûdabûna odeyên mêran ber bi hevserokatiyê ve

Edla Tahir, kesên ku bê komun dijîn mîna kesên razayî binav kir û wiha behsa odeyên mixtaran  û girîngiya rola komunan ku herdû zayendan tîne cem hev kir: “Her şev mêr li odeyan li malên mixtaran li hev diciyan, her tişt bi nêrîneke olî û êltî di nav mêran de çareser dibû. Ji lewra ji bo aktîvkirina komunekê welatparêzî dixwaze, civakê tîne cem hev, bi hev re perwerde dike. Girîngiyek zêdetir dide azadiya jinê û zanakirina nifşên nû. Odeyên ku mêran tê de pirsgirêk bi nêrîneke olî çareser dikirin rabûn, li şûna wan pergaleke nû û demokratîk hat rûniştandin.  Komunên bi nêrîna herdû zayendan pirsgirêkan şîrove dikin û çareseriyên guncaw jê re dibînin, hatin avakirin. Serkeftina jinê cûdabûnekê din li ser jiyanê bar dike.”

Tê xwestin asta xebata civakî ji tevgera mêşên hingiv û morîstanan jî zêde be

Edla Tahir got ku civak nikare xwe bighîne xebata mêşan lê komîn dikare û wiha pêl da gotina xwe: “Bi pêşengtiya jinan em hewl didin ku çawa padîşaha mêşên hingiv ewqas kar dike û kewarê birêve dibe, civaka xwe jî birêve bibin. Divê ku civaka me asta xebata xwe ji xebata mêşên hingiv û morîstanan jî zêdetir bike. Ji ber wê ye ku ez di vî temenê xwe de perwerdeyan jî distînim. Em hewl didin ku cûdabûna di navbera kevneşopiyên me yên civakî û zagonên ku îro hatine danîn ji nêz ve nas bikin û di xebata xwe ya civakî de jî sûd jê werbigrin.”

Edla Tahir bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: “Hewce ye ku jin xwe tenê bermalî nebîne, ew parçeyek girîng ji malbat û civakê ye. Em jî wekî kewarên mêşan hewl didin xwe birêxistintir bikin. Komuna herî serkeftî û bi rêkûpêk û malbata herî demokratîk jî kewara mêşan e. Em jî hewl didin ku vê yekê di jiyana xwe ya civakî û her malbatekê de jî pêk bînin. Divê jin jî li hêza xwe ya hundir guhdar bikin.”

Elya ya Elewî ya 68 salî

Elya jî bi eslê xwe ji parêzgeha Laziqiyê ye, di salên 80’î de bi Kurdek re dizewice û li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bicîh dibe. Elya ya ku têkiliya wê bi Kurd, Ereb û Aşûriyan re pir baş e, girîngiyeke mezin dide diplomasiya civakî û vê wekî serkeftina projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser dibîne. Elya ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, gelek erkan digre û herî zêde di nav komîteyên lihevhatinê de roleke aktîv dilîze. Bi lihevhatineke civakî, hewl dide giştî dozên civakê bi awayekî aştiyane, çareser bike.

‘Ji komunên serdema 21’an hilma komunên civaka xwezayî tê’

Elya Oglo da zanîn ku beriya 5 hezar salan di civakê de komun xwedî rolek girîng bû û wiha got: “Her komuneke ku di civaka xwezayî de hatibû avakirin ku ji 5-25 kesan pêk dihat, ji aliyê jinan ve dihat rêvebirin. Jinê çandinî û aborî bipêş dixist û wiha komun bû bingehê civakê. Ji lewra komuna me ya îro jî ji 16 komîteyan li gorî pêwîstiyên taxê tê avakirin. Ji komunên îro hilma komunên di civaka xwezayî ya berê de tên û şopên wê hene.”

Civakek demokratîk ava dike û pirrengiya netewan diparêze

Elya Oglo anî ziman ku bi komunê re civakeke demokratîk ava dibe û wiha dewam kir: “Komun bi erkê perwerdekirina civakê di warê aborî, perwerdehî, çandî, tendrustî û gelek qadên din de, radibe. Komun pira gihandina gel a bi saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ye. Ji lewra endezyar, parêzer û heta karker jî dibin endamên komuna xwe û ne tenê endam, rola ku ji wan tê xwestin jî dilîzin. Komun civakeke demokratîk ava dike û pirrengiya netewên wê diparêze.”

Komun mozaîkek e

Elya Oglo destnîşan kir ku komunên wan mîna bajarên wan in û komûnan wiha pênase kir: “Mozaîka wê ya gelan xwe dide pêş. Ji ber ji hemû netew, mezheb û etnîkan komîn tê avakirin. Heta ku em li ser vê axê bi hev re jiyan dikin, em ê wê bi hev re jî biparêzin. Me bi xwînê ev ax avdaye, pêwîst e komun jî bi vê berpirsiyartiyê tevbigerin.”

Ya ku eniya hundir biparêz e komun in

Elya Oglo balkişand ser rola komunan a di piştgiriya Hêzên Sûriya Demorkatîk de û tiştê ku ji komunan tê xwestin bi van gotinan anî ziman: “Jin zayendeke berhemdar e, bêyî wê civak qels dimîne. Jin mala xwe û saziyên rêveberiyê jî birêve dibe. Ji dayîkbûnê heta mamoste, bijîşkî heta şervantiyê rol dilîze. Pêwîst e em di warê parastinê de jî piştgiriya hêzên xwe yên QSD’ê bikin, baldar bin. Bizanibin kî derbasî komîna me dibe û her tevgereke bi guman bişopînin. Ya ku eniya hundir biparêze komunên ku ji hêla gel ve tên birêvebirin e.”

Tecrûbeyên 67 salan bi nifşên nû re parve dike

Elya Oglo tecrûbeyên ku di jiyana xwe ya pîşeyî de girtiye bi nifşên nû re parve dike. Elya, bi van gotinan bandora hebûna xwe ya di komunê de tîne ziman: “Min di 67 salên jiyanê de gelek tecrûbe girtin. Ez van tecrûbeyan bi nifşên nû re jî parve dikim. Ez erkê xwe dibînim ku hişmendiya civaka me biguhere. Bi taybetî di warê zewaca temenê biçûk û pir jinî de. Ev şaştiyên civakî ne û divê ku sererast bibin. Di warê şantajên eliktronîk de jî zarokên keç û xort divê bên hişyarkirin.”

‘Li dijî hişmendiya tundrewî û terorî xûşk û biratiya netewan

Elya Oglo têkiliyên civakî yên di navbera netew, ol, mezheb û etnîkên li Sûriyeyê de girîng dibîne. Elya wiha dirêjî da gotina xwe: “Em li Sûriyeke bi ol, mezheb û netewên xwe dewlemend e, dijîn. Li hember îmhakirina hişmendiya tundrewbûnê ya ku dixwaze welatê me wêran bike û qirkirinekê li dijî gelan bide çêkirin, pêwîstiya me bi xurtkirina diplomasiya civakî û têkiliyên wê heye. Ji lewra xwişk û biratiya netewan pir girîng e ku ji vir belavî giştî Sûriyeyê bibe. Ji lewra em ê rojekê bê teror bijîn, rojekê bêyî ku keç û xortên me werin qetilkirin, bibînin. Di rojeke azad de em ê careke din werin cem hev.”

Tiştek ji lihevhatinê xweştir heye?

Elya Oglo ya ku di komîteya lihevhatinê ya komînê de cihê xwe digre wiha behsa karê xwe dike: “Ji lihevhatinê xweştir heye? Bawer nakim, ji ber dema pirsgirêk çêdibe divê ku em jêre bibin cihê çareseriyê ne veqetandinê. Komun dendika fikrê Rêber Ocalan e ku projeya Netewa Demokratîk dikarîbû jinên ketî careke din rake. Em azad bûn û me bi xwe jî tama azadiyê kiriye, tiştê herî bi rûmet ev e.”

‘Pêwîstiya Sûriyeyê bi pergala komunan heye’

Elya Oglo xwest ku gelên Sûriyeyê bi giştî li gorî pergala komunan xwe birêxistin bikin û bi daxwaza serkeftina vê pergalê dawî li axaftina xwe anî: “Komun rêbazek ku gel xwe bi xwe birêve bibe ye. Ji lewra ev pergaleke demokratîk û serkeftî ye, li dijî sîstemên desthilatdar. Bi nêrîna min pêwîstiya Sûriyeyê bi vê pergalê pir heye. Divê ku gel jî daxwaza Rêber Apo ya karkirina di komunekê de, her di bîra xwe de bihêlin û bi vî awayî komunên xwe xurt bikin.”