Di 10 salan de zêdeyî 63 hezar kesan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Koça Navdewletî (IOM) ragihand ku di nava 10 salên borî de zêdeyî 63 hezar kesan ji ber koçberiyê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Koça Navdewletî (IOM) rapora der barê daneyên 10 salan ên qurbaniyên di riya koçberiyê de parve kir. Di raporê de hat gotin ku di nava 10 salên borî de di navbera salên 2014-2023’an de zêdeyî 63 hezar kesan ji ber koçberiyê jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 60 sedemên mirinê ji ber xeniqîna di avê de ye.

Di raporê de hat diyarkirin ku sala 2023’an ji bo koçberan sala herî dijwar bû, tenê di sala 2023’an de 8 hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 3 hezar û 700 kes di avê de xeniqîne. Daneyên sala 2023’an bi rêjeya ji sedî 20 ji yên sala 2022’an zêdetir bûn û wiha hat gotin: “Daneyên heyî metirsîdar in û hê jî hinek kes hene ji bo jiyana baştir jiyana xwe dixin metirsiyê. Ji siyan yekê qurbaniyan xelkê wan welatên ku li wan şer hene û rewşa jiyanê zehmet e. Çend ji wan jî Efganistan, Burma, Sûriye, Etiyopya ne.”

Di raporê de Rêxistina Koça Navdewletî daxwaza pêkanîna riyên zagonî ya ji bo koçberiyê dike da ku rê li mirina mirovan were girtin.