14 girtiyên siyasî bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan

14 girtiyên siyasî, yên li Îranê der barê cezayê darvekirinê yê li repçî Tomaj Salihî ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin daxuyaniyek dan û gotin: “Cezayê ji ber bêdengiya me ya îro, wê sibê bibe cezayê bêdengiya hemû kesan.

Navenda Nûçeyan- 14 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê tên girtin, der barê cezayê darvekirinê yê li repçî Tomaj Salihî ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin de daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Mehkûmkirina bi cezayê darvekirinê yê fedakar û mîlîtan hunermend Tomaj Salihî yê ji aliyê prosedura skandal a dadgehên rejîmê ve, careke din dijberiya mirovî û kûrahiya gendeliyê ya vê hikûmetê nîşan da.”

‘Komara Îranê hêzên pûç xurt dike li dijî jinan şer îlan dike’

Di daxuyaniya ku Golrokh Îraeî, Hastî Amirî, Vîda Rabbanî, Narges Mohammadî, Siddîqa Wasmaghî û Maryam Yahîvî jî di nav de 14 girtiyên siyasî yên di girtîgeha Evînê de îmze kirin de wiha hat gotin: “Komara Îslamî hezên pûç xurt dike û li dijî jinan şer îlan dike. Ev rejîma mêtinger a Îslamî îro bi hinceta hicabê jinan hedef digre. Ji aliyekî ve bi jinên azadîxwaz ên Îranê re kolanan veguherandin qada şer û ji aliyê din ve jî bi têkoşîna xwe ya tolhildanê ya ji çalakvan û dijberan re hêviyên civakê xist kemînê. Ji aliyekî ve êrîşê çalakvanan dike, ji aliyekî ve jî ji bo hêza xwe nîşanî gelê bêparastin bide, cezayên girtîgehê û darvekirinê dide. Ji bo kesên rexneyê li statuya wî dikin, dijberên xwe ji holê rake, tola xwe ji civaka ku "El-Nasr Bal-Raeb" bêbandor kir bigre, hemû kes bi zexta hikûmetê û kuştinê ditirsîne.”

Girtiyên siyasî, ji bo hemû gelan hişyarî dan û diyar kirin ku li hemberî vê biryarê bêdeng nemînin û wiha gotin: “Peyama desthilatdar û rêveberên hikûmetê ya Tomaj gihîşt me! Cezayê ji ber bêdengiya me ya îro, wê sibe bibe cezaya bêdengkirina hemû kesan. Dawiya vê hilweşandina mutleq, wê bi hêza bêdawî ya berxwedana gel a li van kolanên dagirkirî be.”