EFJ’ê êrîşa li Belçîkayê şermezar kir

EFJ’ê serdegirtina polîsan a li dijî televîzyonên ku li Belçîkayê weşanê dikin şermezar kir û bang li rayedaran kir ku hurmetê nîşanî nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê bidin.

Navenda Nûçeyan- Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) têkildarî zextên polîsan ên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşanê dikin daxuyaniyeke nivîskî weşand. EFJ, “nîşandayîna hêzê” ya di lêgerînan de bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku hurmetê nîşanî nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê bidin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di zextên li ser televîzyonan de derî bi darê zorê hatine vekirin û wiha hat gotin: “Li çend odeyan binbanên hilawîstî hatine şikandin û ekranên mezin ên LED xisareke mezin dîtine. Dozgeriyê her wiha dest danî ser du kompûterên ku ji bo karên muhasebe û bankayan tên bikaranîn û her wiha ji bo ev yek li dijî karê rojnamevaniyê ye ku nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê dixe nava rîskê.”

‘Em zirara mezin a ku di serdegirtinan de çêbûye şermezar dikin’

EFJ’ê cih da daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Yekitiya Rojnamevanên Flaman Charlotte Michils ê piştî xisarê di cih de dît û got: “Em lêpirsînê nadarizînin, ev ne karê me ye lê em nîşandana hêzê û zirara mezin a di serdegirtinan de şermezar dikin.” Di daxuyaniyê de cih da daxuyaniya Sekreterê Giştî yê EFJ’ê Ricardo Gutiérrez ê gotibû: “Nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê ji bo televîzyonên Kurd ên ku li Belçîkayê ne jî bi heman awayî derbas dibe. Divê her binpêkirin bi rêgez be û bi baldarî were meşandin. Ev ne cara yekem e ku televîzyonên Kurdî dibin hedefa êrîşên ewqas mezin ên polîsan. Berê jî di salên 1996 û 2010’an de du êrîşên bi heman rengî yên polîsan hatibûn kirin.”