191 malbatên Iraqî ji kampa Holê derdikevin

191 malbatên ji Iraqê xwe amade dikin ji bo ku sibê ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya koordîneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Koçberiyê û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, 191 malbatên ji Iraqê xwe amade dikin sibê ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.

Ji destpêka salê ve, ev beşa duyemîn a koçberên Iraqê ye ku vedigere Iraqê.

Kampa Holê, kampa herî xeternak a cîhanê ye. Li gorî daneyên ku rêveberiya kampê parve kirine, 42 hezar û 781 kes tê de dijîn.