‘Destpêkirina xebatên veguherîna demokratîk pêwîstiyek pir girîng e’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha got: “Ji bo sepanên dij-demokratîk ên di serdema pevçûnan de di pêvajoya aştiyê de veguherin sepanên demokratîk, gelek girîng û pêwîstiyeke mezin e ku xebatên çareseriya demokratîk û veguherîna demokratîk bên destpêkirin.”

Enqere - Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

Gulistan Kiliç Koçyîgît, destpêkê bal kişand ser erdheja li Balikesîrê û got ku tevî dihat zanîn li ser xeta fayê cih digire jî tevdîr nehatine girtin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, ji bo şewatên daristanan jî diyar kir ku divê balafirên vemirandina şewatan bên kirîn û bi gotina “Yên ji luksê teserûfê nakin, ji şewatan teserûfê dikin” bertek nîşanî îktîdarê da. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bal kişand ser pêşniyarqanûna rê li ber vekirina kanên madenan a li qadên zeytûngehan vedike û li Meclisê hatiye qebûlkirin û got: “Dibe ku ji ber vê sedemê jî şewatên daristanan hatibin derxistin.”

‘Bijîşkên dîplomaya wan tune ye me muayene dikin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser dîplomayên sexte û got: “Yên pereyê wan hene, pereyan didin û dîplomayan distînin. Çi bijîşk çi jî endezyar. Di dawiya dawî de bijîşkên dîplomaya wan tune ye me muayene dikin. Em li malên endezyarên dîplomaya wan tune çêkirin de rûdinin. Mafê jiyanê yê me tevan di bin xetereyê de ye.”  

Têkildarî Akdemîsyenên Aştiyê yên hatine îxrackirin jî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha got: “Dadgeha Kargerî ya Bilind biryar da ku ev îxrackirine derhiqûqî ne. Lê piştre biryareke din da û got ev îxrackirin hiqûqî ne. Piştre dîsa biryar da û vêcarê got ‘ne li gorî hiqûqê ne.’ Bi rastî jî henekên xwe bi aqilê me dikin. Gelo hin kes fermanan didin Dadgeha Kargerî ya Bilind?”

‘Divê pêvajo civakî bibe’

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û ev tişt anî ziman: “Gelek partî tev li komîsyonê bûne û ev gelek girîng e. Hewceye ji baroyan heta akademîsyen, rêxistinên mafan, rêxistinên civaka sivîl û li her kesên di mijara pirsgirêka Kurd de xwedî gotin were guhdarîkirin; mekanîzmayên tevlibûna demokratîk a pêvajoyê berfireh bibin. Ev yek ji bo civakîbûna pêvajoyê pir girîng e.”

‘Divê komîsyon temînata hiqûqî ya pêvajoyê pêk bîne’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku hewcehî bi avakirina pêşerojeke hevpar heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bala xwe bidin ser vê. Komîsyon, dê nexşerêya xwe çêbike û pêvajoya pratîkî bide ber xwe. Em ê derfetê bibînin ku îro li ser plansaziya heta Cotmehê biaxivin. Ev komîsyon divê temînata hiqûqî ya pêvajoyê û temînata hiqûqî ya kesên pêvajoyê birêve dibin pêk bîne. Ji bo aliyên pêvajoyê bikarin tev li siyaseta demokratîk û jiyana civakî bibin divê derî bên vekirin û di dawiya dawî de ji bo misogeriya hiqûqî ya aştiyê, di nava hewldanê de be. Ji bo sepanên dij-demokratîk ên di serdema pevçûnan de di pêvajoya aştiyê de veguherin sepanên demokratîk, gelek girîng û pêwîstiyeke mezin e ku xebatên çareseriya demokratîk û veguherîna demokratîk bên destpêkirin. Hewcehî pê heye ku sedemên siyasî yên pirsgirêkê bi berfirehî bên destgirtin û rêyên çareseriya demokratîk bên diyarkirin. Aştî ji ewil di ziman de dest pê dike û di vê çarçoveyê de hewceye zimanê çareseriyê bandorê li her cihî bike. Pêwîst e ji bo pirsgirêka Kurd polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin, gavên tên avêtin jî di çarçoveya perspektîfa çareseriya pirsgirêka demokrasiyê de bin. Heta Tirkiye demokratîk nebe dê pirsgirêka Kurd çareser nebe û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe jî Tirkiye demokratîk nabe.” 

‘Ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkê em ê bi hev re têbikoşin’

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, axaftina xwe wiha qedand: “Di halê hazir de em niha li gorî roj û mehên berê di qonaxeke pêşdetir in. Em dikarin sibe jî ji îro pêşdetir bin. Em ê bênavber bixebitin. Ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkê em ê bi hev re têbikoşin. Çareseriya demokratîk pêkan e. Ev feraseta çareseriyê di vî welatî de heye. Piştî biryardariya siyasî çêbû, em dizanin ku mitabeqeta civakî jî roj bi roj pêş dikeve.”