Tundiya derûnî bandorek mezin li jiyana jinên Tûnisî dike
Tundiya derûnî ya li dijî jinan pir caran tê paşguhkirin. Her çend Qanûna Hejmar 58 a di sala 2017’an de li Tunisê hat derxistin tundiya derûnî nas dike jî, têgihîştina raya giştî neguheriye. Komeleyên jinan ji bo hişyarkirinê xebatên xwe didomînin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Tundiya psîkolojîk a li dijî jinan pir caran nayê dîtin, ji ber ku jin ji bandorên wê yên wêranker haydar nînin. Di civakek ku tundiya bêdeng normal dike de, jinên ku tundiyê dibînin dibin xwedî meyla hilweşîn û xwekuştinê. Li Tûnisê Zagona 58’an di sala 2017'an de ji bo tunekirina hemû cureyên tundiya li ser jinan hat sazkirin. Ev zagon, di encama têkoşîneke dirêj û dijwar a tevgera jinê de hat çêkirin. Ev têkoşîn jî, ji bo qanûndanînên şoreşgerî yên ku mafên jinan diparêze û bipêş dixe dihat dayîn. Tevî vê yekê jî bilançoyan, nîşan dane ku di rêjeya tundiya hatî ragihandin de li gorî salên berê zêdebûneke girîng heye. Her çiqas ev zêdebûn wek têkçûnek di sînordarkirina tundiyê de xuya bike jî, rêxistinên civaka sivîl wê wek nîşaneyek ji guhertinek kûr a bi mantiqa "nêrîna mêran" de dibînin û dibêjin ev li hember pêşketina jinan di şikandina bêdengiyê de ye. Ev yek bi hişmendiya jinan a li ser mafên xwe û wêrekiya wan a di axaftina xwe de re hevaheng e. Dibêjin ku encamek rasterast a xebata komeleyên jinan û civaka sivîl a di hişyarkirin û hêzdarkirina jinan de ye.
Bi salan e rapor dubare dibin ku belavbûna cureyên tundiyê li dijî jinan eşkare dikin û tundiya psîkolojîk di nav yên herî berbiçav de ye. Lê tundiya psîkolojîk ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, têra xwe baldar û ravekirinek negirtiye da ku xetera wê ya rastîn fam bikin. Ji ber ku ew dikare wan ber bi xwekuştinê ve bibe. Her wiha Zagona 58’an tevî pêşketina xwe, rasterast behsa tundiya psîkolojîk nekir. Di şûna wê de tenê peyva "tundiya ehlaqî" bikar anî ku ev yek zelaliya pênaseyê û pêkanîna tedbîrên pêwîst ji bo têkoşîna li dijî wê, sînordar kir.
Naskirina zagonî û rûbirûbûna civakî
Derûnnas Sondos Qarbouj diyar kir ku cara yekem di dîroka Tûnisê de tundiya psîkolojîk bi rêya Zagona hejmar 58 a 2017'an a Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan ku têgeha "şîdeta exlaqî an devkî" bikar tîne, bi qanûnî hatiye naskirin. Sondos Qarbouj da zanîn ku tundiya psîkolojîk xwedî taybetmendiyek e ku dikare bi serê xwe hebe. Sondos destnîşan kir ku hin jin vê cureya tundiyê bi hûrgilî tecrûbe dikin û wiha got: “Girîng e ku şîdeta psîkolojîk wek cureyek cuda ya şîdetê were naskirin, ev jî daxwazek ku ji hêla çalakvan û parêzvanên mafên jinan ve hatiye raberkirin e. Tu tundiyek ji ya din bihêztir tuneye. Carnan dema ku mexdûr serdana navend an rêxistinekê dike da ku li ser tundiya psîkolojîk gilî bike, ji wê re dibêjin 'Şikir ji Xwedê re tu nehatiye qetilkirin'. Ev rêxistin ji bîr dikin ku hemû cureyên tundiyê xwedî asteke xetereyê ne."
'Paşguhkirina psîkolojîk xeteriyek li ser jiyana mexdûran e'
Sondos Qarbouj derbarê naskirina tundiya psîkolojîk de anî ziman ku ew kiryar û tevgerên bi zanebûn in. Sondos da zanîn ku dixwazin îradeya rastî tundiyê hatiye û azadiya jinan a biryardayînê kontrol bikin. Sondos got ku "Ew bi giranî wek serdestî û kontrola psîkolojîk tê zanîn ku bi awayekî sîstematîk li ser mexdûran çêdibe” û wiha pê de çû: “Bi veqetandina wan ji destê ku alîkariyê dirêjî wan bike ji malbatên wan, civaka wan, tora sponsorgeriyê û komeleyên ku dikarin piştgiriyê bidin wan. Lê paşguhkirina psîkolojîk jî xeterek mezin ji bo jiyana mexdûran û zarokên wan -ger hebin- çêdike."
Dema ku heqaret nayê hesibandin
Sondos Qarbouj destnîşan kir ku ji bilî çavtirsandin û terorê, bêrêzî jî amûrek tundiya psîkolojîk e û bi van gotinan balkişand ser tundiya bi vî rengî: "Mixabin li Tûnisê meyla zêdebûnê ya qetilkirina jinan heye û gelek kêm tê dîtin ku jinek bê çavtirsandin û teror tê qetilkirin. Xeteriya wê wek cureyek tundiyê ye ku, dikare bandorê li ser pêvajoya başbûn an jî xilasbûna ji tundiyê bike. Ji ber ku ewlehiya psîkolojîk a ku rizgar bûyî dikare bidest bixe, riya yekem a serxwebûnê ye ku vegere jiyana xwe. Ev bi riya qebûlkirina cihê wê ya wekî mexdûrek û paşê peydakirina piştgiriyek bê şert û merc a bê ku cureya tundiyê, çarçove û sûcdarê wê çi ye, tê bidestxistin. Mexdûr wek mexdûrek dimîne. Divê em nekevin nav xefika sûcdarkirina mexdûran, ji ber ku ev astengiyek ji bo başbûn û riya xilasbûnê ya ji tundiyê ye. Riya naskirina tundiya psîkolojîk ji hêla jinan ve hê dirêj e, ji ber ew xeteriya wê nas nakin û wê paşguh dikin."
‘Tundiya psîkolojîk ji tundiyên din ne cuda ye'
Sondos behsa rapora Komeleya Jin û Hemwelatîbûnê ya li ser şîdeta li dijî jinan ku vê dawiyê hatiye weşandin kir. Di raporê de hatiye gotin ku tundiya psîkolojîk a li pêş, dikare encama hewldanên çalakvan û sûdmendan, an jî hişmendiya kesên ku rastî şîdetê hatine be. Sondos berteka xwe ya li hember vê yekê bi van gotinan anî ziman: "Bi saya xebata min a bi jinan re û bi jinên ku rastî tundiyê hatine re, min dît ku ji bo mexdûrek ne hêsan e ku qebûl bike bi tundiya psîkolojîk re rûbirû maye û wê tundiyê nede pêşiyê. Ez her tim meraq dikim çima? Bersiv ev e ku civak di hemû beşên xwe de, şîdeta psîkolojîk nade pêş. Ango di cureyên tundiyê de rêzek wê ya cûda heye. Tundiya psîkolojîk ji tundiyên din ne cuda ye û hemû xeteriyek li ser jiyana mexdûran ava dike."
'Riya başbûnê rêwîtiyek berfireh e'
Sondos diyar kir ku ji ber jin tundiya psîkolojîk wek normal dibînin ew li ser xwebaweriya her mexdûrek bandor dike û destnîşan kir ku hin kesên ku ji tundiyê rizgar bûne, bawer dikin ku ew heq dikin ku rûreş an rezîl bibin. Sondoz wiha dawî li gotinên xwe anî: "Pabendbûn di vê çarçoveyê de pêşî bi şikandina vê têgihîştina xelet û ji nûve avakirina xwe-têgihîştina mexdûrê destpê dike. Ji ber ku ev deriyê sereke ye ji bo bandorkirina têgihîştina civakê ya li ser wan û xurtkirina tora piştgiriyê ya wan. Riya başbûnê jî rêwîtiyek berfireh e û pabendbûna psîkolojîk gelek girîng e. Lê ji bo derbaskirina ziyana psîkolojîk a ku jinê dîtiye divê ew xwedî sebir û berxwedanî bin. Her wiha sozdan ne tenê karê psîkolog e, lê yê tevahiya tora sozdanê ye."
Guhdarîkirina ewle destpêka vejînê ji tundiyê ye
Şêwirmenda jinên rizgarbûyî Nayla Boussif li Navenda Manara ku bi komeleya Jin û Hemwelatîbûnê ve girêdayî ye jî, ji heman pirsgirêkan gazinc dike. Nayla da zanîn ku mîsyona wê guhdarîkirina li mexdûran û şîretkirina li wan e. Nayla Boussif destnîşan kir ku ev kar ji hêla psîkolojîk ve dijwar e û ji bo mexdûrên tundiyê ku pir caran di rewşên psîkolojîk ên xirab û şert û mercên aborî û civakî yên nearam de dijîn, hewceyî balkişandin û hevxemiya berfireh e. Nayla wiha got: “Bi awayek bê hêvî, mexdûr li kesek digerin ku guh bide wan, bi wan re hevxemiyê bike û wan nedarizîne an jî di nav kategoriyek taybet de bicih neke. Ev dibe alîkar ku hewcedarî û pêşîniyên wan werin destnîşankirin. Rûniştin cihek baweriyê diafirîne ku wan motîve dike ku li ser tundiya ku dîtine, biaxivin.”
'Bi mexdûran re danişînên guhdarîkirinê li dar dixin'
Nayla Boussif derbarê danişînê de ragihand ku cihekî ku danişîn lê pêk were peyda dikin û odeyek cuda ji bo wî karî heye. Nayla derbarê vê odeyekê de ev agahî dan: “Odeyek ku kamerayek an jî amûrek tomarkirinê tê de tuneye, da ku ew bi tevahî baweriya wê bi nepeniya gotinên xwe hebe. Bi vî rengî, ew xwe rshet hîs dike dema ku diaxive û ji vê yekê em dikarin cureyên cûda yên tundiyê, yên ku wê jiyan kiriye fam bikin. Em çarçoveyek giştî amade dikin da ku jina tundiyê dibîne dilniya bikin û dû re em pêşanîyên wê diyar dikin dema ku em guh didinê. Di dema rûniştinê de, em qadên destwerdana xwe, sînorên wê û şiyanên xwe ji wê re rave dikin, ji ber ku em komeleyek in û carinan em nikarin hemû hewcedariyan peyda bikin."
'Erka me ew e ku mexdûr baweriya xwe vegerîne'
Nayla Boussif destnîşan kir ku pileya xetereyê li gorî guhdarîkirinê tê nirxandin û wek navendek planeke parastinê bipêş dixe û wiha axivî: "Em hewl didin ku tiştên baş ên ku jinan kirine, binirxînin û ronî bikin. Da ku ew nirxê gavê ku avêtiye hîs bike ku ev yek bi têkilîdanîna bi navendê re ji bo parastina jiyana wê û rawestandina tundiyê tê temsîlkirin. Karê me ew e ku em girîngiya tiştê ku wê kiriye ronî bikin da. Em wisa dikin ku ew baweriya xwe bi xwe vegerîne û bi vî rengî bikaribe biryarên ku wê ji çerxa tundiyê derxînin bide. Piştî destnîşankirina pêşîniyan û hewcedariyan, ew tê rêvekirin. Ger şîreta wê ya qanûnî an ya din hebe û ger hewcedariyên wê yên psîkolojîk an civakî hebin, ew tên rêvekirin."
‘Netirsin û êşa xwe vebêjin’
Nayla Boussif peyamek da mexdûrên tundiyê û got ku navenda guhdarîkirinê li eyaleta Kefê li bakur-rojava ji bo hemûyan vekirî ye. Nayla bi van gotinan bang li jinan kir: "Prensîba me nepenî ye û berpirsiyariya me ya kolektîf e ku em rizgarbûyan biparêzin û piştgirî bidin. Em guh didin we û trajediyên we hildigrin. Em bê pêşdarazî piştgiriyê didin we, rêzê li ramanên we digirin û alîkariya we dikin ku hûn gavên rast bavêjin bê ku destwerdanê li nepeniya we bikin. Ji ragihandinê netirsin û xurt û berxwedêr bin, ji ber ku ev tundiyê dikuje. Erka me ye wek platformek ku em guh bidin rizgarbûyan, hişmendiya mafên wan bilind bikin û gavên ku divê ji bo dayîna biryara rast werin şopandin, ronî bikin."