‘Kiryarên HTŞ ya cîhadîst û DAIŞ’ê heman e’
Berdevka Têkiliyên Karê Derve ya Kongra Star Emîne Osê diyar kir ku kiryarên HTŞ a cîhadîst, xwedî heman kiryarên DAIŞ’ê ne û got “Jinên Elewî û Durzî bi heman awayî rastî qetilkirin, revandin û destdirêjiyê tên.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Beriya 11 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku weke jenosîd û Fermana 74’an jî tê zanîn bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û revandin. Li peravên Sûriyeyê ku Elewî lê dijîn û Suweydayê ku piraniya nifûsa wê Dûrzî ye, bi destê HTŞ’ê ya cîhadîst komkujiyên ku bi heman ferasetê tên meşandin, rû didin.
Berdevka Têkiliyên karê Derve ya Kongra Star Emîne Osê diyar kir ku jinên Kurd di nava 13 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên girîng bi dest xistine, xwe di aliyê aborî, siyasî û civakî de birêxistin kirine. Emîne Osê da zanîn ku jinan di tevahî qadan de ev 13 sal in xwe birêxistin kirine û wiha got: “Li herêmê pergalek jinan a çareserkirina pirsgirêkan heye. Her wiha pergalek dadwerî û wekheviya jinan ava kiriye. Di wê pergalê de 49 malên jinan hene ku tê de jinê diparêzin û fêrî xweparastinê dikin. Pergalek din a jinan di aliyê siyasî û aborî de heye ku hewl didin xwe perwerde bikin. Ew jî wisa kiriye ku di nava pergala Rêveberiya Xweser de hebûna jinan ji sedî 5 zêdetir be û di hemû herêman de kar bikin.”
‘Zagona Malbatê hemû malbatê, jin û zarokan digre nav xwe’
Emîne Osê destnîşan kir ku jin di qada biryardayînê de cihê xwe digre û ev agahî dan: “Di sala 2014’an de li herêmê zagonek ji bo parastina jinan derket, bi navê zagona malbatê. Zagon ji 28 xalan pêk tê. Ji bo bidestxistina mafê jinan hatiye derxistin. Tevahî malbatê, jin û zarokan digre nava xwe. Jin dikarin piştî hilweşandina malbatê mafê xwedîkirina zarok bigrin ser milê xwe. Di çarçoveya peymana civaka Rêveberiya Xweser de jin dikarin biryar bidin. Qedexe ye tundî li dijî jinê bê kirin. Her cûreyê tundiyê wek sûc tê dîtin. Wek jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyê asayîşê de, me parastina mafên xwe pêk aniye.”
‘Rê bê dayîn ewê dîsa heman tiştan bikin’
Emîne Osê diyar kir ku piştî 13 salan jinên Kurd bi hêza xwe ev zorî derbas kirine û balkişand ser xetereyên heyî. Emîne Osê fikarên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Lê belê rejîma nû xwedî hişmendiya cîhadî ye ev jî ji bo jinan xetere ye. Xeterî ji niha ve destpê kiriye. Jin bi êrîşên xeternak ên qetilkirin û revandinê ne re rûbirû ne. Ew jenosîda ku hatiye serê jinên Êzidî, dibe ku li herêmê dûbare bibe. Bê guman ger rê bê dayîn dîsa ewê van tiştan bînin serê jinên Kurd. Di vê xeteriyê de divê jinên Kurd û Sûriye li dijî vê yekê xwe “birêxistin bikin û têbikoşin. Ev rejîm jinê nas nake. Em derbarê vê rejîmê de ku çawa li dijî kiryarên ku dike têbikoşin li gel jinên Sûriyeyê di nava danûstandinan de ne û me lihev kiriye. Armanca me parastina nirxên me ne.”
‘Ev hişmendî, hişmendiya cîhadperestî ye’
Emîne Osê da zanîn ku HTŞ cîhadîst e, hat ser desthilatê û dûbare gelê Sûriyeyê rastî komkujiyan hat û wiha got: “Ger kesek ne ji netewa wan be êrîş dikin. Mînak êrîşî Elewiyan kir. 3 hezar Elewî qetil kirin û bi hezaran jin revandin û qetil kirin. Di nav de jinên Suweyda û Durzî bi heman awayî rastî qetilkirin, revandin û destdirêjiyê tên. Ev hişmendiya ku HTŞ bikar tîne ne hişmendiya dewletê ye, hişmendiya cîhadperestiyê ye. Ev ji bo mirovatiyê xeter in. Ger Sûriye neyê guhertin, zagonek demokratîk nebe, hemwelatî û bi taybetî jin wê rastî karesatan bên.”
Hewldanên ji bo guherîna Sûriyeyê
Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ji bo derbaskirina vê rewşê û guherîna Sûriyeyê diyalog û muzekereyan didin meşandin û wiha got: “Lê belê ger ew wisa bidomînin û li dijî me şer bikin, jinên Kurd û gelê Kurd ku di çarçoveya Netewa Demokratîk de dijîn wê parastina xwe bikin. Em wek jinên Kurd di qadên aloz de xwe diparêzin. Ji ber em dixwazin bi zimanê diyalogê danûstandinan bikin. Lê belê di her rewşê de pêwîstiya me bi xwedî derketin û yekbûna Kurd heye, da ku em li hember dagirkeriyê bisekinin. Divê ev di aliyê dîplomasî, zagonî û siyasî de be. Ger êrîş rasterast hat, wek netewa Kurd divê bi rêya tevgerê parastina xwe bikin.”