Dengbêja Êzidî Eda Mehdo li warê xwe hate definkirin

Hunermênda Êzidî ya Kurd Eda Mehdo, ku jiyana xwe ji dest dabû, li Wêranşarê bi stranan hate definkirin.

Riha – Jina Êzidî ya Kurd Dengbêj Eda Mehdo ya ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Burcê yê navçeya Wêranşar a Rihayê hate definkirin.

Tevî zarok, xizmên wê û Hevşaredara Wêranşarê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bedriye Yorgun, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêvebirên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek kes bedşarî merasîma cenazeyê Eda Mehdo bûn.

Cenazeyê Eda Mehdo li balafirgehê hate pêşwazîkrin û ji bo definkirinê birin Goristana Burcê. Cenazeyê Eda Mehdo, bi stranên wê û bi zêmarên keçên ve li gorî rêûresmên Ezdayetiyê hate definkirin.