Dayikên Aştiyê: Em li gel gelê Rojava ne tişta ji destê me were em ê bikin
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin “Em li gel gelê Rojava ne” û bang kirin ku li herêmê divê ne şer, aştî serwer be.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Bertekên li dijî êrişên çeteyên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê berdewam dike. Dayikên Şemiyê gotin ku ‘Bi ruhê Kobanê em ê Rojava biparêz in’ li dijî gefên êrişên ser Rojava derketin û diyarkirin ku piştgirî didin gelê Rojava. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku wê desthilata ku li ser gelê Kurd lîstokan dilîze negihêje armanca xwe û wê gelê Kurd ji têkoşîna xwe ya kevneşop tawîz nede, bi gotina “Bi destekê dibêjin aştî, bi destê din diçin şer’ sekna desthilatê rexne kirin.
‘Bi şer aştî pêk nayê’
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Şaide Hayme banga rawestandina xwînê û bi dawîbûna şer kir. Şaide Hayme da zanîn ku hewldanên êrişên li dijî Rojava weke duh wê îro jî negihêje armanca xwe û got: “Ev ên ku çavê wan têr nabe wê heta kengê li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê bazarê pêşbixwin? Hemû cîhan îro bûye dijminê Kurdan, bi lîstokan dixwazin vî gelê tune bikin. Esad bêyî ku çekekê bikarbîne ji welatê xwe reviya. Derdê wan gelê Kurd ê li wê derê ye û destkeftiyê wê ye. Dixwazan wan tune bikin û gelê Kurd qir bikin. Dixwazin gelên li wêderê teslîmê wan bibin. Lê belê gelê Kurd êdî şiyar bûne, teslîmî kesê nabe û xaka xwe jî nade.
Ji 7 heta 70 salî hemû di ferqa vê dozê dene û koletiyê qebûl nakin. Îro hemû gelê li Rojava û Heleb ji bo mala xwe û jiyana xwe têdikoşin. Dayik jî ji bo xwe û zarokên xwe çek hilgirtine. Mirovek tenê yê wêderê jî tu niyetek ya wan ya teslîmbûnê nîne. Di vê lîstokê de destê hemû welatan heye. Ji bo gelê Kurd tune bihesibînin çi ji destê wan tê dikin. Dixwazin hêz bidin DAIŞ’ê wan xakan ji wan re bihêlin. Em hertim li gel heqiyê ne. Em li gel dayikên li Rojava ji bo jiyan û hebûna xwe têdikoşin e. Ji bo êdî zarok neyên qetilkirin û ev xwîn raweste divê ev şer û kaos bi dawî bibe. Bila destê xwe ji gelê Kurd bikşînin.”
‘Bi van lîstokan nagihin cihekê’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yigit diyarkir ku ên ku aştiyê dixwazin îro şer dikin, anî ziman ku kilîta aştiyê û çareserî bi rakirina tecrîdê re pêkane. Nafiye Yigit îşaret bi wê yekê kir ku li dijî êrişan wê tu caran gelê Rojava bi tenê nehêlin û wiha got: “Em weke dayikên ku daxwaza aştiyê dikin, ev bi salane di her qadê de em têdikoşin. Dewleta rast tê, berovajî di zivire. Li aliyekê dibêje aştî, li aliyê din jî bi tang û topan Rojava dike hedef. Ev bi tu awayî nayê qebulkirin. Îro ne gelê Kurd ne jî gelê Rojava ne bi tenê ye. Em kesek tenê jî bimînin em ê hertim li gel hev bin. Em îro gelê Rojava li dijî van êriş û gefan tu caran bi tenê nahêlin. Bila îro li pey sozên ku dane bin. Îro destê aştiyê dirêj dikin, bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Kilîta aştiyê û mirovê ku vê pêkbîne diyare. Ên ku di xala aştiyê de samîmîne, bila ewil vê tecrîdê rakin. Bila êdî dest ji van lîstokan berdin. Destê xwe ji xwîna gelê Kurd û zarokan bikşînin. Îro hemû cîhan gelê Kurd nas dike. Wê ew vî gelî bi tang, top û qetliaman tune nekin û ne tirsînin. Gelê Kurd îro gelek tişt li pey xwe hiştiye, zarokên biçûk jî îro di ferqa nasnameyên xwe dene.”
‘Wê nikaribin vî gelî xilas bikin’
Nafiye Yigit destîşan kir ku wê gelê Kurd bi şer û qetliaman xilas nekin, dîrokê jî ev bi caran nîşanî her kesê daye û wiha got: “Em hene û hertim em ê li pey doza xwe bin. Çi dibe bila bibe wê vî gelî xilas nekin. Weke dayikekê em bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikin ku bila hemû kes banga aştiyê bikin. Bila êdî ev xwîn nerije. Em kî dibe bila bibe li dijî mirinê ne. Bila dewlet dest ji vê xwînê berde, bila li pey sozên dayîn rawestin û bila êdî destê xwe ji aştiyê re dirêj bikin.”
‘Tiştên ku duh kirine îro cardin diceribînin’
Herî dawî endama Meclisa Dayikên Aştiyê Turkan Duman anî ziman ku Rojava bi bedelên gelek mezin hate avakirin û dijminên Kurdan van destkeftiyan dikin hedef. Turkan Duman got ku gel weke beriya salan wê cardin li gel gelê Rojava be û wiha got: “Vana beriya 10 salan jî xwestin heman tiştî bikin, lê belê vî gelî destur neda. Cardin bi heman lîstokan dixwazin qetliaman bikin. Gotin aştî lê belê bi şer rê girtin. Ên ku duh Kobanê ne girtin, îro bi şer cardin dixwazin bikevin vê xakê. Bila hêz û quwet li ser milê ciwanên me be.
Îro hemû sîstem alîkariya DAIŞ’ê dikin. Dixwazin cardin wan zindî bikin. Dixwazin bibin yek û Kurdan tune bikin, lê belê wê tu caran negihêjin hedefên xwe. Di demê Kobanê de me li dijî vî şerî li berxwe da, niha cardin em li berxwe didin. Li wê derê şer hebe li vir em narazin. Derfetê me hebe em ê biçûya wir. Li vêderê çi ji destê me were em ê bikin. Ew xak ne xaka we ye, ji ber mane birçî çavê xwe didin mal û xaka gelê Kurd. Ez ne wan rojan û têkoşînê ji bîr nakim. Xwedê mezin e, xudê ne li gel zaliman e li gel meye. Em ê bi awayek rûmet serê xwe bilind bikin.”