Dayîkên Aştiyê: Divê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe
Dayîkên Aştiyê yên li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, komploya navdewletî ya 15’ê sibatê şermezar kirin û xwestin di demek nêz de bi awayekê fizikî Rêberê gelê Kurd azad bibe.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di 15`ê Sibata 1999`an de, bi destên hêzên navneteweyî komployeke navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn. Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat meşandin tunekirina gelê Kurd bû. Li dijî vê komploya navnetewî dengê dayîkên Aştiyê yên bajarê Qamişloyê bilind dibe û daxwaza bidawîanîna tecrîdê û azadiya fizîkî yê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Dayîkên Aştiyê yên bajarê Qamişloyê daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re anîn ziman.
‘Em komployê şermezar dikin’
Hediya Musa komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku komplo bi destên delwetên navneteweyî hatiye kirin û got: “15’ê Sibatê komployeje navneteweyî ku bi îxanetê li ser rêberê me hat kirin em vê komployê şermezar dikin. Ev komploya navneteweyî ne tenê bi destên dewleta Tirk bû, gelek dewletên din bûn hevkarên dewleta Tirk û komplo li ser Rêber Apo dan meşandin. Rêber Apo rêberê mirovahî, aştî û wekheviyê ye rêberê me ji bo hebûna hemû gelên bindest têkoşîn û berxwedanê raber dike. Dewletên navneteweyî rêberê me dîl girtin.”
‘Dewleta Tirk bi HTŞ’ê re êrîşê herêmên me kir zarokên me qetil kir’
Hediya Musa da zanîn ku di şerê li ser herêma bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo têkçûna pergala neteweya demokratîk bû, wiha berdewam kir: “Em dibînin ku di vî şerê dawiyê yê Rojava de heman komplo tê meşandin. Şerekî ku komploger li ser şervan û gelê me didin meşandin, bi gotinên xwe yên reşkirinê dixwazin pêkhateyan ji hev veqetînin lê bila baş bizanibin ku em gelekî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin em ê nehêlin pergala Rêber Apo ya neteweya demokratîk têk here em ê her dem biparêzin. Dewleta Tikr di dema banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka demokratîk de digot ew jî dilxwaze aştî çêbibe û Kurdên li Rojavayê Kurdistanê birayên me ne lê îxaneta herî mezin dewleta Tirkiyeyê kir. Di vî şerê dawî de destê xwe da destên HTŞ’ê de û şervanên me qetil kirin, cenazayên şervanên me yên YPJ’ê ji qatên bilind avêtin. Ka biratiya dewleta Tirkiyeyê? Ew tu carî nabe birayê me. Dewleta Tirk 27 sal in Rêberê me di zindana Îmraliyê de dîl girtiye û tecrîda giran li ser dimeşîne.”
‘Em bi heviya azadiya Rêber Apo ne’
Hediya Musa daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî dema azadiya wî ye. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku êdî rêberê me fizîkî azad bikin. Em soz didin weke Dayîkên Aştiyê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin heta ku rêberê me bi fizîkî azad bibe. Dayîkên cîhanê tevahî em ê çalakiyan, xwepêşandanan, meşan û daxuyaniyan li dar bixin ji bo azadiya Rêberê xwe, dem dema azadiya Rêber Apo ye. Em di wê hêviyê de ne ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya Rêber Apo û em ê rêberê xwe di navbera xwe de azad bibînin.”
‘Bi dîlgirtina Rêber Apo wê tu carî nikaribin dengê me qut bikin’
Gulistan Esed jî tekez kir ku weke dayîk wê têbikoşin û Rêberê gelê Kurd fizîkî azad bikin û wiha bi dawî kir: “Dewletên navneteweyî komployê li ser Rêber Apo dan meşandin û Rêberê me dîl girtin. Gotin qey bi dîlgirtina Rêberê me wê fikir û felsefeya wî tune bibe. Lê bi hezaran kes li ser şopa Rêberê xwe ne ji ber ku Rêberê me Rêberekî aştîxwaz e hebûna hemû gelan hemû neteweyan dixwaze. Bi dîlgirtina Rêber Apo wê tu carî nikaribin dengê me qut bikin. Rêberê me 27 sal in di zindanê de ye tecrîdê li ser didin meşandin. Em weke gel 27 sal in têdikoşin ji bo azadiya Rêberê xwe û heya ku em hebinn em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Di heman demê de em bang li mafên mirova dikin ku Rêberê me azad bikin dem dema Azadiya Rêber Apo ye.”