Dayîkên Aştiyê: Cîhan çima li hemberî hovîtiya li Helebê bêdeng e?
Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî êrîşên li ser Helebê dan bi gotinên; “Kurdan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer kirin lê cîhan li dijî hovîtiya li ser Kurdan bêdeng e” bang li qada navneteweyî kirin ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng neminin.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Navenda Nûçeyan – Li dijî êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ên li ser taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiyên protestoyî û xwepêşandan didomin.
Herî dawî komîteyên herêmê diyar kirin ku li Şêx Meqsûd ji heman malbatê 14 kes hatine kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku bi êrîşan re ji aliyê hêzên paramîlîter ve gelek mirovên sivîl hatine revandin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gorî hatiye tesbîtkirin, 271 kes winda ne.
Li ser zêdebûna êrîşan ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, ji bo daxuyaniyek bidin berê xwe dan Enqereyê. Dayîkên Aştiyê yên îro li Enqereyê li pêşiya Konsolosxaneya Sûriyeyê kom bibin û daxuyaniyek bidin.
Ji Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Kadriye Gelîcî, bertek nîşanî êrîşên rêveberiya demkî û helwestên Tirkiyeyê yên li dijî van êrîşan da.
‘Hakan Fîdan destek dide êrîşan’
Kadriye Gelîcî bal kişand ser dîmenên l Helebê û wiha got: “Li wê derê hovîtî heye. Ev berdewamiya DAIŞ’ê ye. Destên wan di xwîna zaroki jin û extiyaran de ye êdî bila destên xwe bikşînin. Ew mirov nîn in. Zarokên 3 salî vê zivistanê di nava sir û seqemê de man, jin neçar man koç bikin. Wezîrê Tirk Hakan Fîdan bi daxuyaniya xwe destek dide êrîşan.”
‘Bi şev xew bi çavên min nakeve’
Kadriye Gelîcî diyar kir ku ew ji bo kesên li Helebê hatine kuştin ketine riyan, ber bi Enqereyê ve diçin û wiha domand: “Ji bo dayîkên ku li Rojava hatin kuştin ez ketim re. Doza Kurdan ji bo mafên wan e. Şerê bi rûmet meşandine. Dema ku aliyên bi wan re şer kirin dîl ketin, wan derman kirin, nan û av dan wan lê li dijî Kurdan tiştên hatin kirin mirov nikare vebêje. Gelê Kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer kir lê cîhan li hemberî sûcên li dijî Kurdan û hovîtiya ku tê kirin bêdeng e.”
‘Kurd ji bo hebûn û rûmeta xwe şer dikin’
Gulbeyaz Mehçî jî diyar kir ku hefteyek e li ber çavên cîhanê li dijî Kurdên Rojava sûcên mirovî tên kiirn û wiha got: “Bebikên di dergûşê de jî dikujin. Di vê sir û seqemê de, em derketin ser riyan. Agir jî bibare em ê ji bo aştiyê rêwîtiya xwe bidomînin. Dayîkên Aştiyê naxwazin li tu welatî tu kes were kuştin. Li cihê ku şer hebe tu pêşketin çênabe.”
Gulbeyaz Mehçî diyar kir ku Ewropa qaşo dibêje mafên mirovan diparêze lê li dijî hovîtiya li ser Kurdan bêdeng e û wiha domand: “Cîhan bêdeng e, li Rojava bi dehan komkujî çêbûn lê gelo cîhan çima bêdeng e? Van dewletan ji bo berjewendiyên xwe û bazirganiya çekan, çavên xwe ji komkujiyên li ser Kurdan re digrin.”
Gulbeyaz Mehçî beng li dewleta Tirk kir û wiha got: “Tirkiye ger behsa aştiyê dike, divê li gorî wê tevbigere. Bi pêşengiya rêberê me Abdullah Ocalan pêvajoyek destpê kiriye. Ger pêvajoya aştiyê hebe divê şer tunebe xwîn nerije. Em îro ji bo aştiyê diçin Enqereyê bila dayîkên leşker û polîsan jî werin Enqereyê li pêşiya Wezaretê Dadê aştiyê bixwazin.”
‘Misilman çima bêdeng in?’
Gulbeyaz Mehçî bang li misilmanan jî kir û wiha bi dawî kir: “Li ber çavên kesên dibêjin em misilman in komkujî tê kirin lê misilman çima bêdeng in? Divê ji bo Rojava her kes seferber bibe.”
‘Em vê hovîtiyê napejirînin’
Ji Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê Baran Bakî jî bal kişand ser ciwanên Kurd ên hatine kuştin û revandin û wiha got: “Me zarokên xwe ne ji bo kuştinê ji bo jiyanê xwedî kir lê îro li ber çavên mirovahiyê bi tekbîran tên kuştin, ji avahiyan ve tên avêtin. Em vê hovîtiyê napejirînin, laneta Xweda li wan be. Salek e li Tirkiyeyê behsa aştiyê tê kirin, em jî aştiyê dixwazin û ji bo vê yekê derketin rê.”