Dayîkên Şemiyê cara 1127’an li hev civiyan
Dayîkên Şemiyê, ji bo cara 1127’an li Meydana Galatasarayê li hev civiyan. Dayîkên Şemiyê, ku çarenûsa heft kesên di sala 1995’an de li Kerboranê di bin çavan de bi zorê hatine windakirin dipirsin, gotin "Doza Kerboranê ji bo me qet nayê girtin."
Stembol – Dayîkên Şemiyê, ji bo çalakiya xwe ya berdewam a ku lêgerîna rastiyê ya derbarê çarenûsa kesên hezkirî yên di bin çavan de bi zorê hatine windakirin û piştre hatine kuştin e, cara 1127’an li Meydana Galatasarayê ya li navçeya Beyoglû ya Stembolê li hev civiyan. Çalakiya vê hefteyê balê kişand ser doza Kerboranê. Dozek ku tê de tawanbar bi rêya bikaranîna ‘demboriyê’ (statuya sînordariya demê) ji berpirsyariyê reviyane. Ji bilî Dayîkên Şemiyê, gelek parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî vê kombûnê bûn. Beşdaran wêneyên kesên hatine kuştin an windakirin û her wiha qerenfilan hilgirtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Gamze Elvan ku yek ji "Kesên Şemiyê" ye ve hate xwendin.
Gamze Elvan bi bîr xist ku di sala 1995’an de li Kerboranê, di dema serdegirtinên malan de gelek kes hatine binçavkirin. Wê bal kişand ser wê yekê ku ev gelek sal in tu agahî derbarê kesên di bin çavan de winda bûne de nînin û her wiha bal kişand ser têkoşîna malbatan a bi dehan salan a ji bo dîtina rastiyê. Gamze Elvan wiha got: “Di navbera 29’ê Cotmehê û 8’ê Mijdara 1995an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, leşkerên bi çekên giran û cerdevanên gundan bi ser malan de girtin. Gelek kesên di nav de çar zarok, du xwendekarên lîseyê û du jin hebûn, hatin binçavkirin û birin Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê. Her çend hinek ji kesên hatine binçavkirin piştre hatin berdan jî, derbarê Davut Altunkaynak (12 salî), Seyhan Dogan (13 salî), Nedim Akyon (16 salî), Mehmet Emin Aslan (19 salî), Abdurrahman Olcay (20 salî), Abdurrahman Coşkun (21 salî) û Suleyman Seyhan (57 salî) de tu agahî nehatin wergirtin. Dema ku xizmên wan ji bo pirsîna çarenûsa wan serî li rayedaran dan, ji wan re hat gotin: ‘Me piştî lêpirsînê ew berdan; dibe ku çûbin çiyê.’”
‘Giliyên sûc bi awayekî bibandor nehatin lêkolînkirin’
Gamze Elvan bal kişand ser wê yekê ku bermayiyên Suleyman Seyhan çend meh şûnda hatin dîtin û tekezî li ser têkoşîna ji bo ronîkirina van bûyeran kir. Gamze wiha got: “Çar meh piştî bûyerê, di 6’ê Adara 1996’an de, termê Suleyman Seyhan di bîrekê de hat dîtin. Tenê du roj piştî dîtina termê Seyhan, Bilal Batırır çawişê pispor ku di Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê de dixebitî jî ‘winda bû’. Tê texmînkirin ku Batirir hatiye windakirin, ji ber ku ew di pozîsyonekê de bû ku bikaribû bûyerên di nava tabûrê de diqewimîn, ji rayedarên payebilind re ragihîne. Giliyên sûc ên ku ji aliyê malbatan ve hatibûn tomarkirin bi mebesta hînbûna çarenûsa kesên xwe yên hezkirî û darizandina berpirsiyaran qet bi awayekî bibandor nehatin lêkolînkirin. Berovajî vê, encama wan biryarên ‘ne-darizandinê’ bûn. Tevî vê yekê jî, malbatan dest ji lêgerîna xwe ya ji bo dadmendiyê bernedan. Piştî serlêdaneke ku di 29’ê Gulana 2009’an de ji aliyê malbatan û Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ve hat kirin û di encama hewldanên ku ji aliyê şaxa Mêrdînê ya İHDê ve hatine kirin de, Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê doz ji nû ve vekir û lêpirsînek da destpêkirin.
Gamze Elvan diyar kir ku lêpirsîna ku ji nû ve hatiye vekirin, derbarê çarenivîsa kesên winda de delîlên berbiçav derxistine holê. Wê da zanîn ku di encama xebatên kolanê de bermayiyên mirovan hatine dîtin û li ser wan bedenan şopên îşkenceyê hatine tesbîtkirin. Elvan got: "Ev lêpirsîn rastiyek e ku bi salan dihat înkarkirin derxist holê. Ew kesên ku li Kerboranê hatibûn binçavkirin, hatine kuştin û di bîran de hatine veşartin. Di navbera salên 2012 û 2015’an de, li ser bingeha îfadeyên şahidan xebatên kolanê hatin kirin û di encamê de bermayiyên kesên ku hatibûn binçavkirin hatin dîtin. Ev bermayî di bîrên ku di nava herêmeke leşkerî ya qedexekirî de bûn, herêmeke ku berê ji bo sivîlan girtî bû, hatin dîtin. Li ser bermayiyan şopên zelal ên îşkenceyeke giran hebûn."
'Tevî delîlan, 18 bersûc hatin beraetkirin'
Gamze Elvan bal kişand ser wê yekê ku derbarê dosyaya Kerboranê de doz li dijî 18 kesan hat vekirin, lê di dawiyê de tawanbar hatin beraetkirin. Wê diyar kir ku ev biryar, tevî îfadeyên şahidan û delîlên di dosyayê de. tenê bûye sedema kûrtirkirina çanda bêcezahiştinê. Elvan wiha got: "Di dosyayê de gelek îfadeyên şahidan ên hevgirtî hebûn ku berpirsiyariya bersûcan nîşan didan, her wiha delîlên ku van îfadeyan piştrast dikirin jî hebûn. Tevî hemû van tiştan, di 4’ê Tîrmeha 2022’yan de, dadgehê her 18 bersûc beraet kirin û îdia kir ku 'tu delîlên berbiçav, teqez an jî bawerpêkirî nehatine bidestxistin'. Ji bo pêkanîna edaletê di doza Kerboranê de, divê bi awayekî zelal were eşkerekirin ka kî di van tawanan de cih girtiye, ew li ser fermana kê û di bin berpirsiyariya kê de tevgeriyane û divê bê misogerkirin ku hemû kesên berpirs li ber çavê yasayê hesab bidin."
Girîngîdana li ser têkoşînê
Gamze Elvan, bi dubarekirina wê yekê ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin heta ku çarenivîsa windayan eşkere bibe û berpirs bên darizandin, wiha got: "Di hefteya xwe ya 1127’yemîn de, em careke din dibêjin: Doza Kerboranê ji bo me nayê girtin heta ku çarenivîsa kesên me yên winda eşkere bibe, hemû berpirs bên darizandin û dadmendî pêk were! Çend sal derbas bibin bila bibin, em ê qet dev ji daxwaza dadmendiyê ji bo Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedîm Akyon, Mehmet Emîn Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun, Suleyman Seyhan û Bîlal Baiırir û ji bo hemû windayên xwe bernedin. Her wiha em ê dev ji bîrxistina dewletê jî bernedin ku ew mecbûr e li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere."
‘Tawanbar hêj nehatine darizandin’
Piştre parêzer Eren Keskîn ku endama Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) e, behsa bîranînekê kir ji roja ku bermayiyên qurbaniyên Kerboranê ji bîrekê hatin derxistin. Wê bal kişand ser wê rastiyê ku tevî salên derbasbûyî, tawanbar hêj nehatine darizandin. Keskin got: "Ez ê qet ji bîr nekim; dema ku Seyhan -birayê Haznî- çakêtê birayê xwe dît, bi dengekî bilind qîriya 'Ev çakêtê birayê min e!' û xwe avêt nav bîrê." Wê wiha domand: "Kesên berpirs hêj sax in û di nava me de ne; qet nehatine pirsîn û tu ceza jî negirtine." Piştre wê nameyeke ku ji aliyê bavê Davut Altinkaynak ve hatibû şandin, xwend.
‘Ji axê şahidiyeke bêdeng maye’
Nameyeke ku ji aliyê Abdulazîz Altinkaynak, bavê Davut Altinkaynak ve hatiye şandin: "Tiştê ku maye, tenê şîn û giriyê dayîkan û şahidiyeke bêdeng a ji axê ye. Sal derbas bûn. Axê hêdî hêdî şopên ku wan li pey xwe hiştibûn, derxistin holê. Lê belê, dadmendî hîn jî nehatiye bidestxistin. Îro jî, ew heft nav mîna hêviyeke lawaz di guhên me de deng didin. Me ji bîr nekir, em ê qet ji bîr nekin jî. Ev 31 sal in em ji bo wan li dadmendiyê digerin û em ê berdewam bikin.
Mixabin, me bermayiyên hezkiriyên xwe li Kerboranê ji nava bîran derxistin. Di heman demê de, kesên ku ew qetil kirin, bi awayekî azad û bê astengî li derve digerin. Dewlet, bi rêya cezanekirina wan, wan xelat dike. Bila 31 salên din jî derbas bibin, em ê dev ji vê dozê bernedin; em ê berdewam bikin ku derbarê çarenivîsa hemû hezkiriyên xwe yên winda de bersivan bixwazin. Silav û hezkirinên xwe ji bo we hemûyan dişînim."
Çalakî, bi danîna qerenfilan a li Meydana Galatasarayê bi dawî bû.