Dadgeha Gel: Jinên Efgan zilma Talîbanê vegotin

Li Dadgeha Gel a Efganistanê ku yekem kursiyê jinan ê di bin desthilatdariya Talîbanê de ye, êş û bêdengiyê cihê xwe ji dengek yekgirtî û wêrek ê jinên Efgan re hişt.

BEHARAN LEHîB

Bamyan – Dadgeha Gel, piştî bernameyeke sê rojan di navbera 8-10’ê Cotmehê de hat lidarxistin û bi dawî bû. Ev dadgeh, gavê ewil ê berbiçav ê ji bo bihîstina dengê jinên Efganî hatiye avêtin bû. Dema ku di raboriyê de Efganistan di bin dagirkeriya hêzên Sovyetê de bû, berê jî du dadgehên bi vî rengî hatibûn lidarxistin; lê belê vê care mijar û cih cûda bûn. Vê carê, jinên Efgan sûcên ku di dema desthilatdariya çar salî ya Talîbanê de li dijî wan hatine pêkanîn, anîn ziman.

Di vê dadgehê de, nêzî 22 jin bi awayekî rûbirû, çi bi deng an jî ji dûr ve, binpêkirin û sûcên li Efganistanê li dijî jinan hatine pêkanîn, vegotin. Organîzatorên dadgehê, çar rêxistinên civaka sivîl ên Efgan bûn û hemî dozger û dadwer jin bûn; ango jinên ku êş û azarên jinan bi pir baş fêm dikirin bûn.

Bi serdana Hindistanê destpê kir

Dadgeha Gel, di dema serdana Wezîrê Derve yê Talîbanê Emîr Xan Mottakî ya ji bo Hindistanê de pêk hat; Hindistan welatekî ku xwe mîna dergûşa demokrasiyê bi nav dike ye, lê di heman demê destûr nehat dayîn ku rojnamevanên jin ên Hindistanê beşdarî civîna wî ya çapemeniyê bibin. Di heman rojan de, li Rûsyayê jî derbarê vegerandina Balafirgeha Bagramê de civînek dihat lidarxistin.

Bêdengî…

Di vê navberê de, bikarhênerên medyaya dîjîtal, jin û mêrên zana yên welat, lidarxistina vê dadgehê baş pêşwazî kirin û piştgiriya xwe diyar kirin. Tenê hinek lobiyên Talîbanê vê danişînê şermezar kirin. Di roja duyemîn a dadgehê de, ji hikûmeta Talîbanê re saetek hate dayîn ku bi fermî nêrînên xwe diyar kirin jî, wan bertek nîşan nedan û bêdeng man.

‘22 jin dengê bi milyonan jinên Efgan in’

Di vê çarçoveyê de, me bi Laîlma Safdar a yek ji jinên ku li Bamyanê li ber xwe dide re hevpeyvîn çêkir. Leyla Safdar, bi hêviyê dest bi axaftinên xwe kir û got: "Ez bi hemû jinên ku li dadgehê îfade didin re heman êşê parve dikim. Di dadgehê de, nêzî 22 jinan sûcên ku li dijî wan hatine kirin vegotin. Ez pir baş dizanim ku ev 22 jin dengê bi milyonan jinên Efgan in ku di hundirê welat de bi awayên cûrbecûr tên bindestkirin. Her roj û her kêliyê, sûcê di kûrahiyê de hîs dikin.”

‘Awirên wan ên tundrew û dijminê jinan, qet neguherîn’

Laîlma Safdar a di çavên wê de biryardarî û hêz dibiriqe, axaftina wiha domand: "Hinek kesan bi vê dadgehê tinazan kirin. Di nav kesên ku beşdarî dadgehê bûne de, kesên ku di 20 salên borî de beşdarî danûstandinên aştiyê yên bi Talîbanê re bûne û hewl dane ji Talîbanê re rûyek demokratîk bidin qezenckirin jî hebûn. Lê awirên wan ên tundrew û dijminê jinan, qet neguherîn”

‘Gavek wêrek û şoreşger e’

 Laîlma Sfadar, behsa rola jinên îfade dane kir û wiha got: "Min di çav û gotinên li dadgehê îfade dan de, li şûna êşê, berxwedanê jî dît. Ew ji ber kar û têkoşîna xwe poşman nînin. Hatin girtin, îşkencekirin û biçîûkxistin, lê ger şansek din were dayîn, ew ê rêya xwe bidomînin. Li gorî min vegotina serpêhatiyên xwe yên di girtîgehê de, li dijî ramanên tundrew û baviksalar rêbazekî têkoşîne ye. Di civakê ku nîqaşkirina tecawiz û sûcên li dijî jinan şerm tê hesibandin de, şahidîkirina li dadgehek wusa gavek wêrek û şoreşger e. Ez bi xwişkên xwe yên wêrek serbilind im û silavên xwe yên germ û hêzkirin ji wan re dişînim. Ji ber ku ew ne tenê wêrek in, di heman demê de bûn dengê jinên bêdeng ên Efganistanê.”