Cureyê Ebolayê 'Bondebgyo' li Kongoyê belav dibe

Di nav dezgehên tenduristiyê yên navneteweyî de fikarên li ser cureyek nû ya vîrusa Ebolayê ya bi navê "Bondebgyo" zêde dibin. Pispor diyar dikin ku xetera belavbûna vê vîrusê ya li gelek welatên Efrîkayê heye.

Navenda Nûçeyan – Hejmara bûyerên cureya "Bondebgyo" ya Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê  gihîştiye 321’an û 48 kes mirine. Rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî ji ber belavbûna vê nexweşiyê bi fikar in û hewldanên pêşxistina vakslêdanê bilez dikin.

Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku hejmara bûyerên piştrastkirî yên Ebolayê li welêt gihîştiye 321’an û 48 kes mirine. Li gorî raporan, vîrus li sê parêzgehên cûda berdewam dike.

Fikar zêde dibin

Li gorî daneyên tenduristiyê, belavbûna heyî, bi taybetî cureya Bondebyo, di nav rayedaran de dibe sedema fikarên zêde. Rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî hewldanên bersîva awarte li dijî vê vîrusê li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê zêde kirine. Di heman demê de, lêkolînên zanistî ji bo pêşxistina vakslêdanek bi bandor têne lezandin.

Dest bi pêvajoya pêşxistina vakslêdanek nû kirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vakslêdana VSV-ZEBOV a doz-yekane wekî yek ji namzetên herî bihêz destnîşan kiriye. Tê diyarkirin ku ev vakslêdan li ser heman teknolojiya vakslêdana Ervebo ya ku li dijî cureya Zaire tê bikaranîn hatiye çêkirin. Her wiha, hate ragihandin ku IAVI, bi hevkariya yekîneya bijîşkî ya Zanîngeha Teksasê, dest bi pêvajoya pêşxistina vakslêdanek nû kiriye.

Vîrolog Thomas Geisbert diyar kir ku ceribandinên li ser meymûnan di sala 2013an de bandor li dijî cureya Bondebgyo nîşan dan, lê proje ji ber nebûna fînansmanê ji bo demek dirêj hatiye rawestandin.

Her çend WHO pêşbînî dike ku dibe ku 7 heta 9 mehan bidome da ku vakslêdan ji bo ceribandinên klînîkî yên mirovan amade be jî, hate destnîşankirin ku Enstîtuya Serum a Hindistanê dikare pêvajoyê bighîne 2-3 mehan. Her wiha hate ragihandin ku Moderna li ser namzetek sêyemîn a vakslêdanê bikaranîna teknolojiya mRNA dixebite.