Ciwanên enternasyonalîst bang li çapemeniya Ewropayê kirin

Ciwanên enternasyonalîst, bi çalakiya ku li buroya ZDF’ê ya li Berlînê li dar xistin bal kişandin ku Ewropa li dijî komkujiyên li Rojava bêdeng maye û desteka malî ya ji Colanî re tê dayîn sûcên şer mezintir kiriye.

Navenda Nûçeyan- Buroya ZDF’ê ya li paytexta Elmanya Berlînê, ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve hat dagirkirin. Ciwanên ku li buroyê çalakiya protestoyî li dar xistin, bêdengiya Ewropayê û helwesta çapemeniya cîhanê ya li dijî êrîş û komkujiyên li ser Rojava  şermezar kirin.

Çalakgeran, ji ber ku komkujî, girtin û sûcên şer ên li Rojava di çapemeniya Ewropayê de cih nagirin rexne kirin, bang li weşangerên giştî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ku êrîş ji nedîtîve hatine dîtin û medya di teşhîrkirina van sûcan de kêm maye.

‘Ji bo dozên cîhadê çete tên berdan’

Di daxuyaniyên di dema protestoyê de hatin dayîn de hat diyarkirin ku êrîşên HTŞ’ê yên li dijî herêmên Kurdan û gelên din didomin û wiha hat gotin: “Gelê Kurd ê ku di sala 2014 û 2015’an de DAIŞ’ê têk bir, îro ji nû ve dibe hedefa êrîşan. Hikumeta demkî ya qaşo, çeteyên di girtîgehên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de serbest berdide, pêşî li komkujiyên li dijî gelan vedike.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku daxwaza pêşwazîkirina Colanî ya li Elmanyayê bi xalîçeya sor tiştek ku nayê pejirandin e.

‘Ewropayê Colanî fînanse kir’

Di daxuyaniyê de Yekîtiya Ewropayê jî bi tundî hat rexnekirin û wiha hat gotin: “Li Helebê taxên Kurdan di bin êrîşan de ne, sivîl tên kuştin û revandin, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer tên kirin. Di demek wiha de Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen çû Sûriyeyê ji bo Colanî 620 milyon avro pere da. Ev yek tê wê wateyê ku rêveberiya ku gelan tune dike tê fînansekirin.”

Banga ji bo çapemeniya navneteweyî

Çalakgeran bang li weşanên giştî û çapemeniya cîhanê kirin û gotin: “Vê rewşê teşhîr bikin. Tenê jiyana gelê Kurd û gelên herêmê di xeterê de nîn e. Li Rojhilata Navîn xetera şerekî mezin ê navxweyî heye.”

Çalakya ciwanan bi dirûşên ji bo piştgiriya bi Rojava re bi dawî bû.