Ciwanên Şengalê ji bo bîranîna 12 siwariyan dimeşin

Bi boneya 12’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê û di çarçoveya bîranînên ferman, komkujî û cangoriyên 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê de, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzîdxanê meşeke dirêj tê lidarxistin.

Şengal – Meşa ku bi beşdariya ciwanên Êzidî ji pakrewangeha şehîdên Berxwedan û Dilgêş ku li gundê Serdeştê destpê kir, wê heta Suka Serî ya navenda Şengalê berdewam bike. Wê ev meş du rojan bidome. Ciwan dê li ser wê rêya ku gelê Şengalê di dema fermanê de ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê bikar anîbûn û xwe gihandibûn çiyayên Şengalê, bimeşin. Hemû ciwanên beşdarî meşê bûn tîşortên ku wêneyên cangoriyên Şengalê li ser in, li xwe kirine. Ciwan wê heta sibê bigihîjin Suka Kevn û ji wir jî beşdarî meşa mezin a 3’ê Tebaxê bibin.

‘Em vê meşa xwe ji bo şehîdên xwe li dar dixin’

Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Amir Hisên axaftinek kir. Amir Hisên di serî de şehîdên fermanê bibîr anî û got: “Em ê ji vê derê heta Şengalê bi meş bin. Dema ferman bi serê me de hat, 12 siwariyan berê xwe dan Şengalê. Em vê meşa xwe ji bo wan li dar dixin.”

Piştî axaftinê, diruşmên ‘Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin û ciwanan dest bi meşa xwe kirin.