Civîna Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd destpê kir

Di civîna Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd ku bi beşdariya nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê destpê kir de, pirsgirêkên jinan û amadekariyên ji bo 3. Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd tên nîqaşkirin.

Silêmanî - Civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bi beşdariya nûnerên jinên her çar perçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan, îro li Silêmaniyê destpê kir.

Armanca sereke ya vê civîna ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ve hatiye organîzekirin, gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên derbarê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de ye. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd mijarên bingehîn in.

Di destpêka civînê de Şîrîn Tahir axaftina vekirinê ya civîna salane ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd û platforma giştî kir. Şîrîn Tahir diyar kir ku civîna îro ji bo kar û xebatên wan ên pêşerojê qonaxeke girîng û çarenûssaz e û destnîşan kir ku ew ê di civînê de li ser sê mijarên sereke û stratejîk rawestin.

Rojeva civînê ji sê mijarên bingehîn pêk tê:

*Mijara yekem: Nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora wan li ser maf û pêgeha jinan a bi armanca avakirina helwesteke neteweyî ya hevbeş.

*Mijara duyem: Nirxandina rexneyî ya kar û xebatên dema borî û sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo têkoşîna pêşerojê.

*Mijara sêyem: Danîna nexşerê û mekanîzmayên pratîkî yên amadekariyê ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a bi armanca nûbûna rêxistinî û yekxistina hêza jinan.

Bernameya xebatê ya platformê jî li dora van sê meydanên sereke hat avakirin. Ya yekem armanc dike ku bi nirxandina pêşketinên siyasî yên der barê mafên jinan û rewşa civakî de helwestek neteweyî ya hevpar bipêş bixe. Ya duyem jî li ser nirxandina çalakiyên berê û ya sêyem jî li ser nûjenkirina rêxistinî û amadekariyên kongreyê ya bi armanca yekkirina kapasîteyên jinan e.

‘Di civînê de pirsgirêkên jinan û yekîtiya neteweyî tê nîqaşkirin’

Endama Komîteya Amadekar a Platforma Jinên Başûrê Kurdistanê û rojnamevan Şênî Muhammed, di nirxandina xwe ya civînê de diyar kir ku wan bi beşdariya nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê civînek berfireh li dar xistine. Şênî Muhammed, destnîşan kir ku platform ji jin û çalakvanên ji partiyên siyasî yên cûda pêk tê û ev duyemîn civîna berfirehe ku li Silêmaniyê tê lidarxistin. Şênî Muhammed diyar kir ku di civînê de dê li ser pirsgirêkên jinan, pêşketinên siyasî yên li herêmê, bêîstîqrariya siyasî ya dawî, yekîtiya neteweyî û rola jinan a di vê mijarê de bê nîqaş kirin.

Şênî Muhammed, destnîşan kir ku ew ê der barê sêyemîn kongreya Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Kurd de jî danûsandinan bikin û got ku tevî şert û mercên tevlihev û qeyranên heyî yên li herêmê, ew dixwazin ku kongre di zûtirîn dem de bê lidarxistin. Şênî Muhammed, got ku ji bo wan ferq nake ku kongre li Başûrê Kurdistanê an jî li her parçeyek din a Kurdistanê bê lidarxistin.