Gelê Kurd yê Lûbnanê komployê şermezar kir

Civaka Kurd a li Lûbnan, Beyrût û Geliyê Bekaayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû şermezarkir.

Navenda Nûçeyan –  Di 27’emîn salvegera komploya nevnetewî de civaka Kurd yê li Lûbnan, Beyrût, Geliyê Bekaayê bi daxuyaniyekê nivîskî helwest û biryardariyê xwe dan diyarkirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Kurdî û endama Kongra Star Fatma Efrîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de balê dikşînin li ser bê hiqûqûya tê meşandin. Binpêkirinekê giran a pirensîbên hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye.  

Daxuyanî bi vê awayî didome: “Pêvajoya dîl girtina Rêber Apo û radestê dewleta Tirk kirin  li derveyî çarçoveya yasayî ye. Bi vê yekê re prensîba serweriya hiqûqê û mafê penaberiya siyasî hatin paşguhkirin. Ev rewş li dijî xala 9’an a danezana gerdûnî ya mafên mirovan, xala 5’an a peymana mafên mirovan a Ewropayê û prensîba ne-vegerandinê ye.”

Daxuyanî bi vê awayî berdewam dike: “Ev binpêkirin û sepandinên li Îmraliyê tê kirin ne ji bo şexsekê ye. Rêber Apo ne şexseke. Ew vîna tevahî gelê Kurd û jinane. Lewra ev binpêkirin û sepandinên tê kirin li ser tevahî gelê Kurd, jinên Kurd û tevahî civaka exlaqî û polîtîk têmeşandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî yê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocan jî wiha bi lêv kirin:

*Divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê were bidawîkirin û ew were berdan.

*Divê hemû mafên wî yên yasayî û mirovî li gorî pîvanên navneteweyî werin misogerkirin.

*Divê civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî di derbarê vê mijarê de bigire ser xwe.

*Divê pêvajoyeke çareseriyek dadperwer û demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û mafê çarenûsî yê gelan were piştgirîkirin.