Cenazeyên 70 kesên ku DAIŞ’ê wan qetil kiribû radest kirin

Cenazeyên 70 kesên ku di komkojiya DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Nînowayê pêkanî de jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan hate kirin. Hêj bi sedan cenazeyên ku hatine radestkirin heye.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Tiba Edlî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku 70 cenazeyên komkujiya çeteyên DAIŞ’ê, hatine vegerandin.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevkariya li gel Dezgeha Şehîdan Beşa Parastina Gorên Komî û Windayan, 70 cenazeyên komkujiya Badûşê vegerandine ku di dema dagirkirina parêzgeha Nînowayê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.

Hate ragihandin ku radestkirina cenazeyên bi merasîmek taybet û rêkaran hatiye pêkanîn û cenaze radestî malbatên wan kirine.

Rêveberê Giştî yê Tiba Edlî Dr. Zeyd Elî Ebas got: “Tevî pirsgirêkên teknîkî yên derdorê û xirabûna hestiyan ji ber şert û mercên dijwar ên jîngehê, xebat û xurtkirina hewildanên ji bo bidawîkirina vê dozê berdewam dikin.”

241 cenaze hatine radestkirin

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Şehîdan Beşa Parastina Gorên Komî û Windayan Dr. Yasmîn Munzir jî got: “Ev vegerandina beşa pêncem a cenazeyên qurbaniyên Badûşê ye. Li gel van giştî cenazeyên hatine vegerandin; ji 605 cenazeyan 241 cenaze hatine vegerandin.”

Hêjayî gotinêye ku komkujiya Girtîgeha Badûşê di meha Hezîrana sala 2014’an de, dema çeteyên DAIŞ’ê Musil dagirkirin û dest danîn bi ser girtîgeha Badûşê ya li bajarokê Badûş a li bakurê Musilê de, pêk hat. Zêdetirî 670 kes bi guleyê hatibûn qetilkirin.