‘Bila Hevpeymaniya Doza Êzidiyan bê ferq û cudahî civaka Êzidî hembêz bike’

Bi boneye yekemîn salvegera damezirandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan li Şengalê şahiyek hate li dar xistin. Di şahiyê de endama TAJÊ Riham Hico axivî û got: “Divê her kes beramberî civaka xwe, xwe berpirsiyar bibîne.”

Şengal – Li Şengalê bi boneya yekemîn salvegera damezrandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan şahiyek hate li dar xistin. Di şahiyê de ji Şengal û derveyî Şengalê gelek sazî û dezgeyên Êzidî amade bûn. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico û Riham Hesen beşdarî şahiyê bûn.

Endama TAJÊ Riham Hico li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axaftinek kir. Di axaftina xwe de Riham Hico yekemîn salvegera damezirandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan pîroz kir û balkişand li ser girîngiya yekîtiya Êzidiyan.

‘Di oxira yekitiyê de gelek bedel hatin dayîn’

Riham Hico di nava axivtinên xwe de qala komployên li ser civaka Êzidî tê meşnadin kir û got: “ Em xwediyê dozeke mezin in lê di heman demê de gelek komplo li ser me têne meşandin. Ji bo em destê ew nexêrxwazên ku ketina me dixwazin ji nava xwe derxînin. divê em pirsgirêkên xwe yên hizbî, malbatî û eşîrî çareser bikin û em bibin yek û bi tifaq bin. Bila tifaqa me ne tenê bi gotin be, bila ji dil û can be, bila êşa fermanê were fikrê me, ji ber ku axaftina tifaqê gelek tê bikaranîn. Me bi dehan pêşengên civaka xwe, weke Mam Zekî Şingalî, Zerdeşt, Dijwar û Pîr Çeko di oxira tifaqê de şehîd dane. Em rexnedayîna xwe li hember wan didin ku heta roja me ya îro me bi temamî nikaribûn tifaqa Êzidiyan pêkbînin. Pêwîst bû ev hol, ev cih ji mirovan tijî bûba lê bi mixabin wisa ne bû.”

‘Pêwîste her kes li hember civakê xwe berpirsiyar bibîne’

Riham Hico di berdewamiya axivtinên xwe de balê dikşîne li ser yekitiyê û dibêje pêwîste her kes ji bo vê yekê kar bimeşîne û gotinên xwe wiha domand: “Divê em civaka Êzidî bibin yek deng û yek dil, ji ber dibêjin kevirê biçûk û kevirê mezin pêk ve disekin in. Ji her kesî tê xwestin ku xwe li beramberî civakê berpirsiyar bibîne. Ji bo ev rewşa em tê de ne  derbas bikin û xwe bigêhînin yekîtiyek saxlem divê em hemû bi berpirsiyariyên xwe rabin. Ji 7 salî bigire heta 70’ê salî kesek tune ku nikaribe tiştekî bike, her kes dikare xwe berpirs bibîne. Ji bo wê bila dilê me vekirî be, bila Hevpeymaniya Doza Êzidiyan bê ferq û cudahî civaka Êzidî hembêz bike û bibe yên hemû civakê.”

‘Ji bo yêkitiya doza Êzidiyan em her daîm amadene’

Di dawiya axivtina xwe de Riham Hico carek din yekemîn salvegera damezirandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan li hemû Êzidiyan pîroz kir û wiha got: “Em hemû dizanin ku di roja me ya îro de her kes destê xwe davêje civaka Êzidî ku ji ber wê ewqas parçebûn çêbûye. Em bi hêvîne Hevpeymaniya Doza Êzidiyan wê hîn mezintir bibe û pêşbikeve. Em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, TAJÊ ji bo tifaq û lihevkirina Êzidiyan çi ji me were xwestin emê bikin, beriya her kesî em ê amade bin û em ê li her derê amade bin. Dîsa em yekemîn salvegera damezirandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan li hemû civaka êzidî  pîroz dikin.”

 ‘Em bi yekitiyê ji nû ve Şengalê ava bikin’

Her wiha endama Hevpeymaniya Doza Êzidiyan Şêrînaz Şengalî, ji ber beşdarvanên şahiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez weke endama Hevpeymaniya Doza Êzidiyan vê rojê li hemû civaka Êzidî pîroz dikim. Em bi hêvîne ku civaka Êzidî bibe yek ku em bi hev re Şengala xwe ava bikin. Em bi hatina mêvanên xwe gelek kêfxweş bûn, em sipasiya hemû beşdarvanan dikin ku di vê rojê de bi me re bûn û me vê rojê bi hev re pîroz kir.”

Piştî axivtinan şahî bi gerandina govendê dawî bû.