Li bajarê Hamayê girtina parêzerên jin hat şermezarkirin

Girtina parêzerên jin di hundirê Koşka Edaletê ya bajarê Hamayê ya Sûriyeyê de û veguhestina wan bo Gerînîdeya lêkolîna Dadwerî, her wiha belavbûna agahiya ku di lêpisînê de pirsên mezhebî derketine, bûye sedema nîqaşeke berfireh.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji bajarê Hamayê ya Sûriyeyê nîşan didin ku di hawîrdora dadwerî ya bajêr de rageşî û xwepêşandan zêde bûne. Her wiha girtina çend parêzerên jin di hundirê Koşka Edaletê de û veguhestina wan bo beşa lêkolîna dadwerî bûye sedema bertekên berfireh di nav derdorên zagonî û sivîl de.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, bûyer piştî ku zilamekî bi navê Ebû El-Şeymaa parêzereke bi navê Fatên Dabul di hundirê qehwexaneya dadgehê de rawestand û bûyer bi kişandina dîmenê belge kir, ragêşiyan dest pê kir. Gelek parêzeran bûyer wekî nîşana kaos û destwerdana bêdadwerî di dadweriya Hemayê de pênase kirin

‘Parêzerên jin tên girtin’

Piştî bûyerê, Fatên Dabul veguheztin dezgeha lêpirsînên edlî û dû re li gel sê parêzerên din ên jin, Dewla Îbrahîm, Rîm Îssa, û Meryem Îbrahîm, hat girtin.

‘Di lêpirsînê de pirs û daxuyaniyên mehebî derketin pêş’

Li gorî raporên ku ji aliyê Platformên Mafên Mirovan ên Sûriyeyê ve hatine weşandin, çar parêzer di dema lêpirsînê de rastî pirs û daxuyaniyên mezhebî û cudakar hatine. Ji wan, di nav tiştên din de, hatiye pirsîn ka çima muwekîlên Sunnî van parêzeran ji bo dozên xwe hilbijartine. Çalakvanên zagonî vê celeb muameleyê wekî binpêkirinek eşkere ya prensîba wekheviyê li ber qanûnê û êrîşek li ser rûmet û serxwebûna pîşeya hiqûqî hesibandine.
Di heman demê de, çavkaniyên yasayî ragihandin ku çend parêzerên jin jî hatine girtin, hindek ji wan ji bo lêpirsîna dadwerî hatine şandin. Li gorî van raporan, di dema rûniştina lêpirsînê de pirsên ku parêzeran wekî “provokatîf” û “heqaret” bi nav kirine hatine pirsîn û di hin rewşan de, îfadeyên bi wateyên mezhebî û êrîşên li ser nasnameya civakî ya kesan hatine bikar anîn, pirsgirêkek ku atmosfera li koşka Edaletê ya Hemayê hê jî geş û gurtir kiriye.

‘Fikarên zêde’

Ev pêşketinan di nav çalakvanên mafên mirovan ên Sûrîyeyê de pêlek nû ya fikar û pirsan derxistiye holê, di nav de kîjan sazî li derveyî pêvajoyên dadwerî yên fermî xwediyê desthilatê ye ku girtinan di hundirê koşka Edaletê de pêk bîne û çima zimanê mezhebî di dema lêpirsînan de tê bikar anîn.
Di heman demê de, rexneyên li ser bêdengî û bêçalaktiya Sandîkaya Parêzeran a Sûriyeyê jî zêde bûn û gelek parêzeran daxwaza destwerdana yekser ya saziyê kirin da ku parêzeran biparêze, binpêkirinan rawestîne û rûmeta pîşeya hiqûqî biparêze.