Li El Salvadorê êrîşên li dijî jinên rojnameger sê qat zêde bûne
IFJ û Komeleya Rojnamegerên El Salvador ragihand ku li El Salvadorê, bi taybetî gef, tundî û zextên li dijî dijî rojnamegerên jin gihîştiye asta herî zêde.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Rojnamegerên Naveneteweyî (IFJ) di mijara li El Salvador zêdebûna tacîz û tundiya li dijî rojnamegerên jin de hişyarî da û diyar kir ku hikûmet medyayê dş bin zextê de digre û azadiya çepemeniyê qedexe dike. Di heman demê de li gorî rapora ku Komeleya Rojnamegerên El Salvadorê weşand, bi taybetî êrîşên li dijî rojnamegeran, di warê gef û zextên ewlehiyê de her diçe zêde dibin.
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên El Salvadorê ya sala 2025’an, hat diyarkirin ku li welat bûyerên tacîz û tundiyê li dijî rojnamegerên jin sê qat zêde bûne û herî kêm 89 bûyerên êrîş û gefan hatine qeydkirin.
Saziyên medyayê gotin ku vê rewşê nîşan dide li welat zext û qedexeyên li dijî azadiya îfadeyê dijwartir bûne.
Tundiya fîzîkî gef û êrîşên zayendî
Di raporê de hat destnîşankirin ku zêdetirî êrîşan, li qadên giştî û qadên kar çêbûne, rasterast wek tundî, gef, tirsandin, nêzîkatiyên dijminahiya jinan û êrîşên zayendperest digre nava xwe. Hat îfadekirin ku ku rojnamegerên jin bi taybetî, dema xwepêşandan, geşedanên siyasî û dosyayên gendeliyan dişopînin zêdetir rastî gef û tundiyê tên.
Komeleya Rojnamegerên El Salvadorê ragihand ku hêzên polîs, leşker, rayedarên dewletê û bikarhênerên organîze yên medyaya dîjîtal kiryarên sereke yên van êrîşan in. Li gorî saziyan qadên onlîne û reşkirina sîstematîk a rojnamegerên jin, bûne navendên tacîz û gefan.
Zexta hikûmetê li dijî medyaya serbixwe zêde dibe
Di raporê de hat diyarkirin ku zexta hikûmetê li dijî medyaya serbixwe zêde bûye, çavdêriya ewlehiyê, gefên darazî, avakirina dosyayên dozan û zextên aborî li dijî saziyên medyayê pir zêde bûne. Di vê çarçoveyê de di sala 2025’an de zêdeyî 50 rojnameger neçar mane El Salvadorê biterikînin û di sirgunê de bijîn. Saziyên ku parastina azadiya çapemeniyê dikin, vê rewşê weke nîşaneya ku xebatên rojnamegeriyê li welat her diçe di şertên giran de tên meşandin dinirxînin.
Li hinek herêman bêdengkirina medyayê
Komeleya Rojnamegerên El Salvadorê, rewşa heyî wek ‘bêdengkirina medyayê’ bi nav kir, hişyarî da ku siyaseta belav û zextên aborî hinek herêmên welat veguherandine ‘cihê ku tu nûçe lê tunene’ hat îfadekirin ku li van herêman xwegihandina welatiyan a agahiyên serbixwe û medyaya azad gelek sînordar e.
Aktivîstên medyayê, diyar kirin ku domandina vê pêvajoyê, ne tenê wê gefê li ewlehiya rojnamegeran bixwe, di heman demê de wê bi awayekî cidî mafê xwegihandina welatiyan ê agahiyan were sînordarkirin û ev yek jî dê sansur û kontrola dewletê zêde bike.
Banga mudaxeleya lezgîn li civaka navneteweyî hat kirin
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta El Salvador kir ku dawî li gef, şopandin û tacîza li dijî rojnamegeran bîne, bi taybetî ji bo rojnamegerên jin mercên bi ava bike.
Her wiha Federasyonê ji civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî xwest ku ji bo destekdayîna rojnamegerên di bin zextê de û li dijî zexta medyayê ya li El Salvadorê gavên bi bandor û lezgîn bavêje û bikeve tevgerê.