Bihar Mûnzir: Şervanan bi têkoşîna xwe wêneyê jinê li herêm û cîhanê guhert

Parêzvana Mafê Jinan Bihar Mûnzir têkildarî têkoşîna jinan a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye daye û bêrêziya melayê bi navê ‘Mezeher Xûrsanî’ li hemberî şervanên jin, got: “Şervanên jin bi têkoşîn û çalakiyên xwe wêneyê jinê, herêm û cîhanê guhert.”

HÊVÎ SELAH

Silêmanî- Ji dîrokê ve jin di demên şer û dagirkeriyan de xwedî rol bûn. Tevî rûbirûbûna astengiyên civakî û çandî, gelek jinan di dema aloziyan de parastina welatê xwe kirin. Jin di dîroka Îslamê de xwedî gelek berpirsyarî û mafê taybet in. Bi awayek diyar mafê jinan ê diyar heye. Beşdariya jinan di şer û bûyeran de nîşan dide ku jin ne tenê berpirsên malbatê ne, rola wan a girîng di parastin û rêxistina civakê de heye. Kurd xwedî dîrokek zêrîn û dewlemend e, hebûna jinan ji dîrokê heta niha nehatiye nivîsandin, bûye sedem ku hêza jinan neyê dîtin û neyê zanîn. Divê jin û bi taybetî nivîskar li ser tomarkirina dîroka têkoşîna jinan kar bikin.

Beşdariya jinan di qada leşkerî de ji dîrokê heta niha gelek girîng bû. Herçend pêşketina jinan di aliyê leşkerî de nehibate dîtin jî, di asta herî jor de têkoşiya û bû xwedî îrade û niha parastina xak û welatê xwe dike.

Bertekên li dijî bêrêziyê didome

Di berxwedana li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrifeyê de jinan di çeperên herî pêş de li dijî êrîşên hovane yên cîhadîtinên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewlata Tirk digrin cihê xwe girtin û bi çalakiyên xwe bûn pêşengên berxwedanê. Melayek bi navê ‘Mezher Xûresanî’ bi gotina ‘Divê jin di malê de bin û guneh e ji sînorê malê derkevin derve û hêza wan nîne çek hilgirin û welatê xwe biparêzin’ li hemberî şervanên jin ên di çeperên berxwedanê de bêrêzî kir. Ev mela berê jî gelek caran bêrêzî li hemberî jinan kiriye û gotiye: “Divê jin li malê bimînin, nebin şervan.” Bi eşkere piştevaniya xwe ya ji bo Ehmed Şara (Colanî) nîşan da. Bertekên li dijî van bêrêziyan didome.

‘Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jin fermandarin’

 Parêzvana Mafê jinan û rêvebera Rêxistina Xelk ji bo Geşepêdan Bihar Mûnzir li ser mijarê axivî. Bihar got: “Destpêkê ez destek didim berxwedana ku tê nîşandan. Dilê me hemûyan li gel wan bû, ji bo Şêx Meqsûd û Eşrifeyê em beşdarî meşa li Silêmanî bûn. Wek çalakvan, rêxistin û kesên siyasî û gelek xelkên cûda ji bo piştevaniya bi gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiye re beşdar bûn. Bi rastî hinek dîmen wisa bûn ku mirov nedikarî heta dawî temaşe bike û heqaret li hemberî gel dihat kirin. Lê belê li aliyê din berxwedan, hêz, wêrekî, dengê jinan, hêza jin di berxwedanê de diyar bû, jin fermandarê berxwedanê bûn û piştevaniyek baş ji bo berxwedana jinan hate kirin. Hemû kesan piştgiriya jinan kir.”  

‘Em dixwazin van dengên paşverû bibirin’

Bihar Mûnzir  ji bo gotinên mele Mezher Xûrasanî yên li hember şervanên jin, bertek nîşan da û got: “Ew gotin nîşana tundiyê ye û êrîş dike ser şervan, ser jinan û dibêje divê jin di malê de bimînin. Ev gotinên xirab nêrînek paşverû ye. Bi sed hezaran xelk li herêma Kurdistan û welatên cuda ji van gotinan nerazî ne. Em dixwazin vî dengê ku bêrêziyê li dijî jinan dikin bêdeng bikin. Ev nêrîn xeternek in, jinan bê hêz dibîne û mêr bi hêz dike. Bo van gotinan piştevaniya xwe ji hêzên tundrew re nîşan dide. Em li dijî vê ne. Ev gotinên heqaret e li dijî hêza jinên ku li Şengalê DAIŞ şikandiye û gelek jin ji destê çeteyan rizgar kiriye. Ev rastiyek e û kes nikare vê xirab bike. Têkoşîna jinê li ser asta cîhanê dengveda ye. Şervanên jin bi têkoşîna xwe wêneyên jinan li herêmê û cîhanê guhertiye.”