Bi hêvî û têkoşînê êşên xwe têk dibe: Hûn tenê nînin
Sara Casim a Iraqî ku di teqîna 2007’an a li Bexdayê de lingên xwe wenda kir behsa jiyana xwe kir. Sara Casim a êşên xwe bi hêvî û têkoşînê têk dibe ji bo jinan dibêje: “Hûn tenê nînin. Di hundirê we de hêzeke mezin heye.”
RECA HAMÎD REŞÎD
Irak – Di sala 2007’an de wesayîtek bombe barkirî li ber Zanîngeha Mustansiriyye ya Bexdayê hat teqandin. Jiyana Sara Casim, bi wê bûyerê re ji kokê guherî. Ew roj bi hevalên xwe re diçû zanîngehê da ku lazmatiyên kirtasiyê bikire û ev tişt hat serê wê. Ev bûyera trajîk, Sara bi astengdariyên mayînde ve rûbirû hişt. Çoka wê ya rastê bi giranî birîndar bû. Ji ber ku çoka wê kêm girt û werimî, sê car ameliyat bû. Her wiha neçar ma bikeve radyoterapiyê. Perda guhê wê yê aliyê rastê zirar dît û ji sedî 70 kerr bû. Lewma jî neçar ma amûra bihîstinê bikar bîne.
Roja teqînê û dora rojê
Sara Casim wê rojê bi van gotinan vedibêje: "Wê sibê ez û çend hevalên xwe bi hev re çûbûn zanîngehê. Tenê piştî çend deqeyan teqînek mezin çêbû. Çoka min a rastê birîndar bû û ketim erdê. Çoka min ragirt. Kêm piştî demeke zêde bûn û perda guhê min helandin. Ji ber vê yekê guhê min êdî nebihîst. Ev ji bo min bû şoka duyemîn. Min tu car bawer nedikir ku ezê rojek amûra bihîstinê bikar bînim. Dinya ji nişka ve bêdeng bû. Piştî wê rojê êdî êşeke ku tenê xwediyê/a wê bizanibe çiqas dijwar e, hat serê min. Ev bûyera ku wek tiştek ne girîng xuya dike, bû têkoşîna herî mezin a jiyana min: Her tim êş, sebir û guhertinên neçarî, bûn pêvajoyek û êdî li gor ahenga wê dijîm."
Têkoşîna bi tengasiyên fizîkî û derûnî re
Sara bi van gotinan qala wan rojên tengav dike: "Piştî teqînê pejirandina tiştên ku hatine serê min û encamên van tiştan, ne hêsan bû. Rojên destpêkê bi êşa fizîkî re di pêvajoyek fikrî ya dijwar re jî derbas bûm. Her şev bi kabûsan hişyar bûm. Her tim min ji xwe pirsan dikir: Çima ez? Çima ez li wir bûm? Piştî van tiştên hatine serê min ezê jiyana xwe çawa bijîm?"
Sara, tîne ziman ku vegera li zanîngehê û temamkirina perwerdê jî ne hêsan bûye û wê pêvajoyê wiha vedibêje: "Gava ku vegera li ciyê bûyerê dihat bîra min jî bêhna min diçikiya. Lê min nexwest pes bikim. Min got ger ku paşve bikişim, ezê yên ku jiyana xwe ji dest dane jî tenê bihêlim. Lewma min biryara vegerê da. Bi nas û dostên xwe re axivîm, min nivîsand û hestên xwe dan der. Ev bû desteka herî mezin ji bo min. Piştî demeke êdî rûbirû bûyîna bi tirsên xwe re hîn bûm. Min nehişt ku tiştên berê çêbûne min têk bibin. Min fam kir ku ez ne qurbanek bûyerê me, ez kesek ku nemirî me. Çi dibe bila bibe, jiyan xweş bû, her çiqas rêçên paşerojê li ser me bin jî.”
Pêvajoyek dirêj û dijwar
Sara, demeke dirêj li nav Îraqê û li derveyê wê gelek emeliyat derbas kir. Sara van pêvajoyên dermankirinê wiha tîne ziman: "Her emeliyatek ji bo min hêviya başbûnek bû. Lê bi qasî êşa fizîkî, bêhaliya derûnî jî ez tengav dikirim. Her tim min digot gelo ezê bikaribim vegerim jiyana xwe ya berê. Nexweşxane tijî bûn, derfetên tibî kêm bûn, bijîşkan bi komî terka welêt didan. Tedawiya li gor min gelek dijwar bû. Lê dîsa jî ji bo ku baş bim çi ji destê min hat, min kir. Min qîmeta tiştên ku min berê digot ji rêzê ne, fam kir. Min dît ku bihêzbûn di vejînê de veşartî ye."
Malnişînbûna pêşwext û jiyana nû
Sara ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di temenek pir ciwan de zû hat malmişînkirin. Ev jî bû derbeyek mezin ji bo Sara. Dibêje "Ji kar hatim derxistin. Yek ji demên herî dijwar ên jiyana min bû. Ji ber ku êdî şansê min ê bijartinê nemabû. Ji rûyê wê roja reş de tiştek din jî ji detê min hatibû girtin. Bi hêrs bûm, xemgîn bûm û carna jî bêhêvî dibûm. Lê min dev jê berneda. Bi kesên wek xwe re axivîm. Min xwe da karê nivîsê û xebatên dildarî. Malnişînbûn bidawîbûna jiyanê nîne. Min dest bi sporê kir, hedefên nû da pêşiya xwe û li ser projeyên nû fikirîm."
Têkoşîna ji bo mafên jinan
Sara niha di saziyek mafên jinan de kar dike. Armanca vê xebatê wiha vedibêje: "Bi xebata li saziyek civakî ya sivîl, min baştir dît ku ev sazî dikarin çawa destekê bidin jinên ku travma derbas kirine. Jin bi şer, tundî, pirsgirêkên aborî û tenduristiyê re rûbirû dimînin. Lê divê em bi sîsteman destekê bidin jinûve bihêzbûna wan. Tiştên ku hatin serê min, bû sedem ku mafên jinan kûrtir fam bikim. Bi taybetî jî min tengasiyên ku jin di aliyê desteka tenduristî û derûnî de dijîn, baştir dît. Êşa ku min kişand, ne tenê tecrubeyek ferdî ye; di heman demê de newekheviyên ku jin dijîn jî nîşan dide. Pêwîst e gihîştina jinan a mafên tenduristiyê û destekên derûnî, were bihêzkirin. Tenduristiya derûnî luksek nîne, mafek bingehîn ê mirovan e. Divê dewlet û civak ji bo jinan desteka bê pere ya tenduristiya derûnî bidin û divê tabûyên têkildarî dermankirina derûnî bên rûxandin."
Peyama ji bo jinên Îraqî
Sara, ji bo hemû jinên Îraqî yên ku bi tengasiyan re rûbirû dimînin peyamek wiha dide: "Hûn tenê nînin. Di hundirê we de hêzeke mezin heye. Dibe ku jiyan carna dijwar û bêrehim be. Dibe ku şert me ber bi şerên ku em naxwazin ve bibe. Lê ez bawer dikim ku di dilê her jinek Îraqî de hêzeke berxwedanê heye. Êş, perçeyek pêvajoya başbûnê ye û em hemû xwedî mafê başbûnê ne."