Bi akademiya tendirûstiyê li Reqayê gavên girîng tê avêtin
Hevseroka Desteya Tendurustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûd El Mihemed balkişand ser girîngiya vekirina akademiya tendirûstiyê û got: “Akademiya Tendirûstiyê ji bo pêşxistina lênihêrîna tendirustî gavek girîng e.”
SÎBÎLIYA EL IBRAHÎM
Reqa – Li gel berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weke helwestek girîng a li dijî êrişan di hemu qadên siyasî, aborî, tendirûstî de gavên girîng tên avêtin. Di hemu qadan de bi pêşengiya jinan ruhê seferberiyê ya li dijî êrişan xwe şênber dike. Weke gavekî girîng a ji vê yekê qada tendirûstiyê li kantona Reqa ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya akademiyên tendirûstiyê hewl dide xebatkarên qada tendirûstiyê bipêş bixe. Her wiha behreyên perwerdehiyê zêde bike û siyasetek tendirûstiyê ya ku civakê bipêş dixe, ava bike. Desteya Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4’ê Mijdara 2024’an de akademiyek tenduristî li kantona Reqayê ava kir.
Hevseroka Desteya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cûd El Mihemed derbarê girîngiya vekirina akademiyê de axivî.
‘Armanc pêşxistina qada tenduristî ya di civakê de ye’
Cûd El Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina akademiya tendirûstiyê ya li herêmê û wiha got: “Civîna salê ya Desteya Tenduristiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek pêşniyaran bidawî bû. Yek ji wan pêşniyaran; pêdîviya bi vekirina akademiya tendirûstiyê bû. Perwerdeya yekem di akademiyê de bi navê Şehîd Tekîn Goyî hat vekirin. Ev akademî ji bo pêşxistina behreyên tenduristî û perwerdehiyê, her wiha pêşxistina xebatkarên tendirûstiyê ye. Bi rêya perwerdeyan me hewl da zanebûna tenduristî zêdetir belav bikin. Armanca vê akademiyê, avakirina xebatkarên tendirûstiyê yên rêxistinkirî ye. Her wiha siyaseta tendirûstiyê hînî wan bikin ku bikaribin pêdîviyên civakê pêk bînin û alîkariya wan bikin.”
‘Perwerde ji hêla kesên pispor ve tên şopandin’
Cûd El Mihemed destnîşan kir ku hemû xebatkarên tendirûstiyê wê di van perwerdeyan re derbas bibin û wiha got: “Hemû xebatkarên tendirûstiyê, xwendevanên paymengehên tendirûstiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê derbasî akademiyê bibin û bên perwerdekirin. Heta, kesên ku bi tenduristiya giştî re eleqedar dibin jî wek dilxwaz û çalakvan ku dixwazin di kesayetên xwe yên tenduristî de bipêş bikevin, dikarin di vê akademiyê de cîh bigirin. Ev perwerde jî wê ji hêla kesên pispor ve di qada tenduristî û lênihêrîna tendirustiyê de bên şopandin. Perwerdeyên cuda jî wê bihêle perwerdekar di pîşeyên xwe de gelek pispor bin.”
‘Rola jinê di qadê de wê civakek zana û pêşketî ava bike’
Cûd El Mihemed di dawiyê de destnîşan kir ku rola jinê di nav qada tendirûstiyê de gelek girîng e û wiha axivî: “Rola jinan di avakirina civakê de û pêşxistina wê de, di gelek qadan de girîng e. Yek ji wan qadan jî qada tendirûstiyê ye. Em di akademiyê de balê dikşînin ser pêşxistina rola jinê ya di qadê de, da ku em bighên civakek zana û pêşketî.”