Besê Şamarî: Xwepêşandan berdewama şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye
Besê Şamarî diyar kir ku xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û got: “Xwepêşandan çiqas zû bi vê dirûşmê bit eşe bibe wê ewqas bi wate bibe.”
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku belavî tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne, piştî banga grevê ya 7 partiyên siyasî û 11 rêxistinên jinan, ket qonaxeke nû. Endama Konseya Koordînasyona Jinên Demokratîk a ji Neteweyê Wêdetir, Besê Şamarî, xala xwepêşandanên ku di 14 rojan de gihîştiyê, nirxand û diyar kir ku ev xwepêşandan berdewama şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, da zanîn ku daxwaz ketiye pêşiya reformên di nava pergalê de û di serî de Rojhilatê Kurdistanê li gelek herêman mexalefeta civakê bi awayekî bi hêz daketiye qadan.
‘Xwepêşandanên girseyî didomin’
Besê Şamarî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 14 roj in didomin û got: “Li ser banga 7 partiyên siyasî û 11 rêxistinên jinan, duh li hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Xwepêşandan tevahî rojê domiyan, piştî hewa tarî bû qad ji aliyê gel ve tije bû, ji ber qutbûna înternetê, xwegihandina agahiyên li qadê gelek zor bû.”
‘Bêbawerî li hemberî saziyên fermî heye’
Besê Şamarî da zanîn ku xwepêşandanên dawî berdewamiya serhildanên 2017’an û 2019’a ne û diyar kir ku ev pêvajo bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bi pêş dikeve û wiha got: “Xwepêşandan karekterek îdeolojîk, sînorên beşan di nava xwe de digre û daxwazên wan ji reforma di nava pergalê de derbas kiriye. Yek jî pêkhateya bingehîn a vê şoreşê kolektîf û lîdertiya kesî ye. Li gelemperî Îranê bêbaweriyek kûr li hemberî saziyên fermî û muxalîfên kevneperest heye. Ev bêbawerî di awayê protesto û dirûşman de tê dîtin. Piranî dirûşm tê wateya bi giştî ji Komara Îslamê re dibêjin na.”
Besê Şamarî îfade kir ku xwepêşandan 14 rojan bi awayek hêdî lê belê bi biryardarî destpêkê ji bazar heta navendan û piştre belavî herêmên weke Rojhilatê Kurdistanê û Sistan- Belûcistanê bûye û wiha domand: “Qonaxa ku îro gihîştinê, gava sêyem a tevgerê, vegera koka xwe û valahiya erênî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tijekirin bû. Xwepêşandan çiqas zû li dora vê dirûşmê şekil bigre wê ewqas bi wate bibe. Ev xwepêşandan di wateya rast de, protestoyên gel nîşan bide, ne tenê mirov çi dixwaze, di heman demê de ketine ferqa ku çi dixwazin û hewl didin vê yekê nîşan bidin.”
‘Vegotina dîroka sexte ya 100 salî’
Besê Şamarî valahiya lîdertiyê ji perspektîfa pergala netew-dewletê girt dest û got: “Dema di vî alî de lê were mêzekirin, valahiya lîdertiyê xwezayî ye. Di demên wiha de, ji aliyê saziyên fikrî û medyayê ve navên bên fêmkirin, sembolîk û yên nas derdixin pêş. Divê bilindkirina neviyê Riza Şah bi awayên cuda were nirxandin. Divê destpêkê li wê were nêrîn ku girîngiyeke sembolîk heye. Ji bo beşek civaka di bin zexta Komara Îslamê de dijîn, navê Pehlewî, bi taybetî di aliyê yên ku beriya demên 1957’an jiyane de, dibe ku bibe bibîrxistina aramî û hikûmeteke bi hêz. Lê belê yên ku ew dem jiyane, gelek baş dizanin ku di nava wê pergalê û rêveberiyeke ku xwe dispêre îradeya gelan de tu xaleke hevbeş nîn e. Vegotina dîroka 100 salî ya sexte, gotina 2 hezar û 500 salên monarşî û lawaziya muxalefetê ya di mijara rêxistinbûnê de, rê li ber wê vekir ku ji nebûna alternatîfa rast, ev nav wê zêdetir were dîtin. Ev rewş jî di aliyê medyayê de avantajek diyar e.”
‘Nebûna alternatîfan Riza Pehlewî derxist pêş’
Besê Şamarî destnîşan kir ku komarê, çepgir, neteweyî-olî û hêzên sivîl ên belav û fîgurek ku lihevkirina civakî pêk bîne nehatiye dîtin û got: “Gelek lîderên xwedî potansiyel an li girtîgehan de ne yan jî ji qada siyasetê hatine dûrxistin. Ji ber vê navê Riza Pehlewî zêdetir tê rojevê. Medya di vê pêvajoyê de rola diyarker dilîze. Medya gotinên Riza Pehlewî yên demokrasî, referandûm û laîktiyê derdixe pêş û nediyariyeke stratejîk ava kiriye. Îsbatên li qadê nîşan didin ku ji bo altenatîfeke rast, bimgeha civakî ya rêxistinî ya pêwist, tora lîdertiyê, kadroyên siyasî, bernameyeke zelal û kapasîteya lihevkirinê nîn e. Sermayeya sembolîk a Riza Pehlewî, rewabûna civakî û kêrhatiya wê ya şêwedayîna rewşê nîn e. Gotinên wê yên fişal ji pêşandana hêza rast zêdetir, nebûna alternatîfê derdixin holê.”
‘Rojhilatê Kurdistanê gaveke hişyar avêt’
Besê Şamarî bal kişand ser xeterên bendbendbûnê û herî dawî ev tişt got: “Beriya hilweşandina pergalê, ev bendbendiyên ku di navbera monarşîst û komariyan de bê jiyîn dê rê li ber lawazbûna berfireh a koalîsyona laîk-demokratîk û pêkanîna malzemeya propagandeya rejîmê veke. Pêşeroja Îranê ne bi nostaljiyê, avakirina sazî, lihevkirina siyasî di nava neteweyên cuda de û bi planeke derbas bibe were avakirin. Em di roja 14’an a xwepêşandanan de ne û hema bibêje şêniyên bajaran bi beşdariyeke mezin daketine qadan. Bi têgihîştina siyasî Rojhilatê Kurdistanê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kir û bersiv da bangên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û careke din nîşan da ku gavek hişyar avêtine. Ev bilindbûna siyasî ya li herêma Zagrosê, sembola têkoşîna bênavber û bêwestan a 47 salên dawî ye. Ez di wê hêviyê de me ku di demek nêz de civaka Îranê jî bibe sembola têkoşîna siyasî.”