Zêdeyî 100 aktivîst ji bo mamoste Furugh Khosrawî daxuyanî dan
Zêdeyî 100 aktivîst ji bo destekdayîna mamosteya Bahbahanî Furugh Khosrawî ya ceza lê hat birîn daxuyanî dan û gotin: “Ev pêkanînên derzagonî bi hinceta êrîşên derve tê pêkanîn, rê li ber hilweşîna ehlaqî ya mirovî û binpêkirina edaletê vedike.”
Navenda Nûçeyan – Mamosteya Bahbahanî Furugh Khosrawî, ji ber xebatên wê yên sendîkayî û ji ber rexneya li performansa Saziya Radyo-Televizyon (IRIB) kiriye, 15 sal ceza xwar. Zêdeyî 100 aktivîstên civaka sivîl, bi armanca destekdayîna Furughê danezanek weşandin. Di danezanê de ji meqemanên darazê yên eyaleta Huzistanê hat xwestin ku dadgeh biryara xwe ji nû ve binirxînin.
Di danazanê de ev tişt hate gotin:
“Ji ber mamosteya Bahbahanî Furugh Khosrawî rexne li performansa IRIB kiriye, 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di qonaxa yekem de bi hinceta şerê 12 rojî, di serdegirtina mala wê ku bi awayek derzagonî pêk hat de, dest danîne ser telefona wê, bi fermanê dosya amade kirine, bi temamî parastin li ber çav nehatiye girtin. Aktivîstên civakê û yên daxwaza edaletê dikin, ji ber van pêkanînan xemgîn bûne. Ev pêkanînên derzagonî bi hinceta êrîşên derveyî tên pêkanîn, rê li ber hilweşîna ehlaqî ya mirovî û binpêkirina edaletê vedike.”
Banga ‘ev mamosteya aktîv û fedakar, bila bê berdan’
Mamoste û aktivîstên civaka sivîl ku danezan îmze kirine, ev bang li meqamên darazê yên Huzustanê kirin: “Bi armanca parastina rêzdariya saziyan, domandina dilsoziya bi hiqûqê re, çavdêrîkirina mafê welatiyan, parastina rûmeta mamoste û bihêzkirina yekîtiya civakî, em daxwaz dikin ku di asta yekem de dadgeh biryara xwe ji nû ve binirxînin û ev mamosteya aktîv û fedakar, were berdan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, mamosteya dibistana seretayî û bijîşka zanistên perwerdê Furugh Khosrawî ku li Behbahan dijî, ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşa Behbahan ve hat cezakirin. Ji ber sûcê, ‘propagandaya li dijî dewletê’ salek, ‘heqareta li dijî Hamaney’ 2 sal, ‘heqareta li dijî Humeynî’ 2 sal, ‘heqareta li dijî pîroziyan’ 5 sal, ‘têkiliya bi saziyên medyayê yên girêdayî Îsraîlê’ 5 sal, bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.