Belucan daxwaza eşkerekirina aqûbeta windahiyên xwe dikin

Çalakiya malbatên Beluc ku bi daxwaza berdana lîderên BYC’ê û eşkerekirina aqûbeta Belucên bi darê zorê hatine windakirin hatiye destpêkirin, didome.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya Malbatên Beluc ku bi daxwaza berdana lîderên Komîteya Yakjehtî Beluc (BYC) û bidawîkirina windakirinên bi darê zorê yên li Belucistanê, li paytexta Pakistanê Îslamabadê hatiye destpêkirin, didome.

Li gorî parvekirina hesabê X’ê ku endamên malbatên lîderên BYC’ê bi kar tînin, çalakiya rûniştinê ya aştiyane 61 roj li pey xwe hişt. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Dayik, keç, zarok û kal û pîr tevî şertên nebaş ên hewayê, baranên zêde, tava germ jî xwe li ber bêdengiya mezin a rayedarên îktîdarê girtin. Ne hikûmet ne jî medyaya navendî ew cisaret di xwe de nedîtin ku guh bidin qêrînên wan ên edaletê. Tevî xemsariyê jî malbatan xwe li ser pêyan girt.”