Bêhna qiyametê ji porê we tê
Di vê helbesta ku ji hêla jina bi navê Tarîfe ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve ji bo jinên têkoşer ên Rojava hatiye nivîsandin de, berxwedan, hevgirtin û rolên wan ên dîrokî yên di pênasekirina têkoşîna azadiyê de, tê nîşandan.
Navenda Nûçeyan- Tarîfe, jinek ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Di helbestekê ku ji bo wan hatiye veqetandin de, di têkoşîna wan a li dijî tundî û fundamentalîzm û pergalên zordar de, berxwedan û rolên dîrokî yên jinên têkoşer ên Rojava silav dike. Ev helbest, bi zimanekî sembolîk û xeyalî hatiye nivîsandin. Ev helbesta ku Tarîfe nivîsandiye, jinên Rojava ne tenê wekî şervanên li qada şer, di heman demê de wekî mijarên ku dîrok û erdnîgariya berxwedanê ji nû ve dinvîsin jî vediguherîne.
Di vê berhemê de, Tarîfe jiyana xwe di cîhanek ku ji hêla serdestiya "bazarê", rêzikek newekhev û tundiya avahîsaziyê ve hatiye teşekirin de diyar dike. Di vê dinyayê de, bedena jinê bûye qurbana têkiliyên siyasî, aborî û îdeolojîk. Berovajî vê, jinên Rojava wekî sembolên berxwedanê, azadiyê û derbaskirina sînorên ferzkirî têne xuyangkirin. Ev jinên, ku ji Kobanê, Qamişlo û Hesekê rabûn, bi berxwedana xwe ya li dijî xîlafet, şer û dagirkeriyê, nexşeyek nû pêşkêşî cîhanê kirine. Di vê helbestê de, Tarîfe "por" wekî sembola al, dîrok û pêwandiya kolektîf bikar tîne. Bi banga hunandina por, hevgirtina jinan a ku sînoran derbas dike, nîşan dide. Ev pêwendî ji Rojava heta Sine, ji Şengalê heta Tebrîzê dirêj dibe. Armanca wê ne avakirina neteweyekê ye, azadî û rizgariya kolektîf e.
Ev helbest di heman demê de wekî manîfestoyek edebî li dijî şer, tundrewiyê, nefretkirina ji jinan û îstismara modern jî xizmet dike. Ew armanc dike ku bibe dengê jinên ku hem li qada şer û hem jî di jiyana rojane de ji bo azadiyê bedêlên giran dane.
Bêhna qiyametê ji porê we tê
(Ji bo jinên Rojava û hemû jinên ku dîrokê ji nû ve dinivîsin)
Ez jinek im,
ne di destpêkê de,
di dawiya sedsalekê de ku
bi zincîran dest pê kir
û
bi kenek neoliberal
ê sirgûniyê bi dawî bû.
Ez li bajarekî bi dîwarên betonî dijîm,
Lê ew ne zindan e
mizgeft, dêr,
xwedayên bi navê "bazar"
û cihên ku qurbanî bedena jinê ye hene.
Her sibeh ez şiyar dibim
û mûşta xwe digirim,
ne ji xewê, ji kabûsa pergalê.
Û bi şev, ez serê xwe datînim ser balîfek bêdeng,
diranên xwe digirim, da ku xewn nebînim.
Lê bêhna porê te ji wê derê Firatê,
ji Kobanê, ji Qamişloyê, ji Hesekê,
ji dilê wî welatî ku agir hîn venemiriye,
dighîje ber pozê min.
Ne bêhnxweş e, ne kulîlk e,
ne kolonyaya Parîsê ye;
bêhna barûtê ye, bêhna axa şewitî ye,
bêhna çekek li ser milê jinekê daliqandî ye
û hîn jî gulebaran dike.
Ey jinên Rojava, ey xwişkên min,
bi porê xwe yê hunandî we dîwarên xîlafetê şikandin,
bi çavên xwe yên bêxew we nexşeya cîhanê ji nû ve xêz kir.
Hûn bi destên tazî li dijî tankan rawestiyan
û qêriyan: ji xîlafetê re na,
ji împaratoriya mirinê re na,
ji sînorên ku me ji hev vediqetînin re na.
Û ez, li vir, li bajarekî bêdeng,
di aboriyeke bêrehm de,
di bazareke koleyan a modern de,
ji her fatûreyek, her awirek,
her lêdana korneyê,
her peymaneke vala westiyam.
Lê bêhna porê te ji derveyî sînoran,
ji pişt têlên dirandî,
ji derveyî xiyanetan dighîje min.
Û ez dizanim: porê te alek e, têlek e, dîrok e.
Her têlek porê te çîroka jinekê ye ku
li çiyayan ji dayîk bûye, di şer de mezin bûye
û di xwînê de şîn bûye.
Her têlek porê te belgeyek e
li dijî şeytanên ku navê wan welat e,
ku maskeya wan Xwedê ye,
ku kenê wan qanûn e;
li dijî wan kesên ku hewl didin jinan bi perdeyê,
bi taybetiyê, bi malê,
bi erdê ve girê bidin.
Ez jinek im,
min porê xwe dirêj kiriye,
ne ji bo bedewiyê,
ji bo hunandina keziyan.
Werin, em porê xwe ne bi hev re,
lê ji bo hev girê bidin
mîna zincîreke ronahiyê
di dilê şevê de.
Werin, werin em ji têlên porê xwe têlekê bipêçin,
ne ji bo darvekirinê, ji bo hilkişînê,
ji bo rizgariyê, ji bo pêwendiyê.
Werin, werin em ji dilê erdê heta asîman,
ji Rojava heta Tehranê,
ji Qamîşlo heta Sine,
ji Şengal heta Tebrîzê pireyan ava bikin.
Werin, werin em bi porê xwe alekê bipêçin,
ne ji bo neteweyê,
ji bo gel.
Werin,
werin em bi porê xwe
helbestek binvîsin,
ne ji bo evînê,
ji bo azadiyê.
Bajar bêhna porê te hildigre
Û ez vê bêhna serhildêr dikşînim da ku rabim;
ne mîna pîrozekî vejînê,
mîna jinekê ku êdî ji agir,
ji mirinê, ji Xwedê natirse.