Rêxistina Stêrk: Erka me xwedîderketina li mafên zarokan e

Rêvebera Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Jûliya Xelo, nerazîbûna xwe ya li dijî dorpêça li ser Kobanê nîşan da û da zanîn ku xwedîderketina li zarokan erka wan sereke ye û ew ê xwedî li zarokan derbikevin wan biparêzin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Li ser Bajarê Kobanê, dorpêça ku hatiye ferzkirin berdewam dike. Gelê Kobanê bi zehmetiyên mezin re rûbirû ye. Ji aliyekî ve bandorên dorpêçê ji aliyekî ve jî rewşa zarokan weke trajediye ye. Zarok ne tenê ji vê dorpêçê zirarê dibînin, bi nexweşî û mirinê re re rûbirû ne. Gelek ji wan zarokan ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di nexweşxaneyan de oksijen di yekîneyên lênêrîna lezgîn de qediyaye û zarokên ji nû dayik dibin êdî nema dikarin di newxweşxaneyan de werin xwedîkirin.

Di nava vê rewşa dijwar de, Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan xebata xwe ya mirovî didomîne, hewl dide zarokên koçber biparêze û di tunebûna alîkariya navneteweyî de piştgirî û alîkariyê bide wan. Rêvebera Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Jûliya Xelo ji ajansa me re da zanîn ku xwedîderketina li zarokan erka wan a sereke ye, ew ê xwedî li zarokan derbikevin û wan biparêzin.

‘Ên zêde zirarê ji şer dibînin zarok in’

Jûliya Xelo diyar kir ku di salên şoreşê de gelek êrîş hatine kirin û kesên ji van êrîşan zêde zirarê dîtine zarok in û wiha got: “Herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê hikûmeta Şamê ya demkî HTŞ’ê ve rastî êrîşên qirkirinê tên, gelê herêmê di van êrîşan de bi komkujiyan re rûbirû ye. Di van salên şoreşê de gelê me ji ber êrîşan rastî qetilkirin, revandin û tecawizê hat, neçarî koçberiyê ma.”

‘4 zarok ji sermayê mirin!’

Jûliya Xelo da zanîn ku dorpêça li ser Kobanê xeteriyeke pir mezin li ser zarokan çêdike, ji ber sermaye çar zarok mirine û wiha berdewam kir: “Ji 6’ê Çileyê ve çeteyên HTŞ’ê bi awayekî hovane êrîşê  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û niha jî bajarên me Kurdan Kobanê kirine dorpêçê. Di wê dorpêçê de gelê Kobanê rastî zehmetiyan tê, şert û mercên aborî yên dijwar û krîzeke mirovî heye. Ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn û xizmetan gelek zorî tên kişandin. Her wiha zarok ji şîr, cil û pêdiviyên ku pê jiyana xwe bidomînin bêpar mane. Her wiha rewşa hewayê ya sermaya dijwar jî bandoreke zêde li ser zarokan û rewşa wan dike. Ji ber ku li bajarê Kobanê mazot tune ye û serma zêde ye, 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di nexweşxaneyan de oksîjen di yekîneyên lênêrîna lezgîn de qediya zarok ji ber tunebûna oksîjenê jî jiyana xwe ji dest didin.”

‘Em ê li zarokan xwedî derbikevin’

Jûliya Xelo da zanîn ku ew weke Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan, hewl didin  pêdiviyên jiyanî yên zarokên koçber bi cih bînin, li wan xwedî derbikevin û wiha bi dawî kir: “Ji bo van zarokên koçber ên ku niha li bajarê Qamişloyê bi cih bûne em weke Rêxistina Stêrk kar û xebatên xwe berdewam dikin, alîkariya zarokên koçber dikin. Çi zarokên ku nexweşiyên wan hebin em wan li nexweşxaneyan tedawî dikin pêdiviyên wan diafirînin, ji hemû aliyan ve em di hereketê de ne ku em xwedî li van zarokan û parastina wan derkevin. Tevî ku mafên zarokan di cîhanê de heye jî heta niha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de nehatiye parastin û zarokên me tên qetilkirin. Em  van kiryaran qebûl nakin êdî em ê xwedî li ax, gel û welatê xwe xwedî derkevin. Em weke Rêxistina Stêrk mafê me yê bingehîn xwdîderketina li zarokan e û em ê heta dawiyê xwedî li zarokan derkevin.”