Sê car êriş, sê car berxwedan: Şahidiya dayikek ji Hesekê
Bajarê Hesekê ya Rojava ku piştî êrişên çeteyên HTŞ’ê, DAIŞ û dewleta Tirk bi seferberiyê rabûye, ji destpêka Şoreşê heya niha cara sêyemîn e ku bi êrişan re rû bi rû tê. Hezbiye Evdo ya Hesekê şahidiya xwe ji van êriş û berxwedaniyan re vedibêje.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Hesekê – Piştî destpêkirina Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê di sala 2015’an de êrişî bajarê Hesekê kir. DAIŞ’ê bi awayekî veşartî piştgiriya gelek dewletan digirt û hewl dida bajar bi êrişên ji Başûr û Rojava ve dagir bike, rastî berxwedaniya mezin a şêniyên bajar hat.Berxwedaniya bi rojan ajot ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bû. Rejîma Baas a hilweşiyayî jî li hemberî vîna Kurdên azad a bi şoreşê re vejîn dibû kiribû hedefa xwe. Lewra şêniyên bajar li du êniyan ve him li hemberî DAIŞ’ê him jî li hemberî rejîma Baasê di nav berxwedanê de bû. Di sala 2016’an de êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin, rejîma Baasê li nav bajêr çend taxan girt û herêmên din jî di bin banê Rêveberiya Xweser de ma. Di nav van salan de gelek caran şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrişên xwe domandin.
Sala 2021’an de çeteyên DAIŞ’ê carek din hewl dan ku êrişî Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xwêran bikin ku gelek girtiyên DAIŞ’ê yên metirsîdar lê dihatin girtin. Girtiyên DAIŞ’ê yên ji girtîgehê reviyan hewl dan carek din bajar dagir bikin, lê bi berxwedana bi rojan a şêniyên Hesekê û şervanên QSD’ê û YPJ’ê êriş carek din hatin têk birin.
Sal dema ku 2026’an nîşan dida, hêzên komploger ên cîhanî jî di nav de çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk yên kirasê DAIŞ’ê ji xwe kirine lê bi xwe ji feraseta DAIŞ’ê wêdetir pênaseya tiştek din nakin, bi navekî din êrişî destkeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êriş di 6’ê Çileyê de bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê Helebê destpêkir. Li gelek bajaran komkujiyên mezin hat pêkanîn. Carek din berê êrişan dan ser bajarê Hesekê. Bi rojan e li taxên Hesekê gel li kêleka şervanên xwe di nav refên berxwedanê de cih digire û hewldanên çeteyan vala derdixe.
Ji bajarê ku cara sêyemîn e êrişên DAIŞ’ê, çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk dijî, şahidiya jinan û berxwedana wan jî zindî ye. Hezbiye Evdo ya 66 salî ku bi xwe ji bajarê Hesekê ye û şahidiyê ji van her sê êrişan re kiriye behsa berxwedana gel a li hemberî êrişan kir û bi gotina “Ax axa me ye, em dev jê bernadin” biryardariya xwe ya berxwedanê anî ziman.
‘Hêviya me serkeftin e’
Li ser êrişên ku di sala 2014 û 2015’an de çêbûn Hezbiye Evdo wiha dibêje: “Di sala 2014’an de jî dema êriş kirin em li malên xwe bûn. Me bajarê xwe neterikand. Lê heya siharê guleyên wan li ber serê me diçûn û dihatin. Nîzam jî bi teyareyan êrişî me kir. Lê
me dîsa dev ji mala xwe, axa xwe berneda. Lê di dilê me de tirsek nebû. Di sê çeperan de berxwedan hebû. Rewşa me baş bû. Tu çek di destê me de nebû. Lê parastina taxê hebû. Em jî di nav seferberiyê de bûn. Em nediketin hindûr em li derve radiketin. Dema li vir şer çêbû lawê apê min şehîd bû. Paşê li Neşwa şer derket dîsa em li vir bûn. Tim wiha êriş çêdibûn. Me mala xwe diparast, cîranên xwe diparast. Hêviya me ew e ku Kurdistan ava bibe û em hemû biser bikevin.”
Tirs nîne biryardarî û berxwedan heye
Hezbiye Evdo dibêje “Heya niha jî êriş hene lê em li mala xwe ne” dibêje ku ew nobeta xwe digirin û wiha didomîne: “Lawê min nobeta taxê digirin. Ez dikarim tenê jî bimînim ez natirsim. Tirs nakeve dilê min.”
Bi gotinên “Em dixwazin her çar parçe bibe yek” Hezbiye Evdo daxwaza xwe tîne ziman: “Bijî Kurd û Kurdistan. Serkeftin ji me hemuyan re. Xwedê hêzê bide quwetê me, hêza me ya parastinê.”
‘Em dev ji erda xwe bernadin’
Hezbiye Evdo anî ziman ku ew dizanin dewleta Tirk van çeteyan bi ser wan de dişîne, bi gotina “Çi ji me dixwaze?” hêrsa xwe tîne ziman û dibêje: “Dixwaze bi me re şer bike. Em tiştek ji wan naxwazin. Erd erda me. Me erdê wan nexwestiye. Erdê me ye, me lê xwîn rijandiye, me şehîd dane ji bo vê axê. Bi zorê tê me. Bi çavsortiyê tê me. Lê erda me ye. Em dev ji erda xwe bernadin. Heya dilopa xwe ya dawiyê jî em ê li ser erda xwe bin. Bila dewleta Tirk bizanibe. Em ê serbikevin. Xwedê hêza me biparêze.”