Bazara yekem a Projeya Piştgiriya Malbatên Berhemdar li Adenê bi dawî bû
Bazara yekem a “Projeya Bihêzkirina Malbatan” li bajarê Aden ê Yemenê hat vekirin. Duh bi dawî bû- Beşdaran diyar kirin ku tevî zoriyên aborî jî jin bi hilberîn û bazarkirinê bi hêz bûne.

FATIMÊ REŞAD
Aden – Di çarçoveya “Projeya Bihêzkirina Malbatan” de bazara yekem li Adenê hat vekirin. Bazara ku bi dirûşma “Li malên berhemdar, bi destên hilberîner hatin çêkirin” hat lidarxistin duh bi dawî bû. Di çalakiya ku du roj domiya de, 71 jinên ku li malan berheman çêkirin berhemên xwe pêşandan.
Koordînatora projeyê Dr. Sara Mahfuz Alwan, diyar kir ku çalakî, merheleya dawî ya projeya ku şeş mehan domiya ye û got: “Di projeyê de çar merheleyên bingehîn hebûn. Perwerde, şêwirmendî, bazarkirina bi riya dîjîtal û herî dawî jî bazara girtinê. Armanc ew bû ku berhemên jinên hilberîner werin danasîn û bi bazarê bidin qezenckirin.”
Serkeftina jinan
Berpirsa medyayê ya Yekîtiya Xwediyên Dikanên Biçûk Hind Riyad, diyar kir ku jinên girêdayî yekîtiyê bi projeyên cuda tevlî bazarê bûne û got: “Em bi berhemên endamên xwe yên ku bi keda destan hatine çêkirin û awayê çandî nîşan didin şanaz dibin. Piştî şerê 2016’an, me bazara xwe ya yekemîn vekir. Ji wê rojê ve heta niha projeyên me mezin bûn, hilberîn zêde bûn û îro em bextewariya beşdariya yekem bazara ‘Tezîzê’ dijîn.”
Berhemên xwezayî yên tendirustiyê eleqeyek mezin dîtin
Yek ji standên ku li bazarê eleqeyek mezin dît, hewldêra bi navê Delal Adil, berhemên xwezayî û yên nebatî yên tendirustiyê da nasîn. Delal Adil da zanîn ku di projeya xwe ya ku di sala 2016’an de li bajarê Salalah ê Ummanê dest pê kiriye de tu dermanê kîmyewî tune ye bi temamî berhemên xwezayî bi kar aniye û got ku wê ilhama xwe ji berhema navdar a Omanê “Luban el-Dekar” (Benîştê Ereb) girtiye. Delal Adil diyar kir ku piştî ceribandinên pêşî bi erênî bi encam bûne, biryar daye ku hewldaneke ku qadên tendirustiya xwezayî û tiba alternatîf digihîjîne hev ava bike.
Mîrasa çandî ya Adenê jî hat pêşandan
Li koşeyeke bazarê ya ku balê dikişand jî pêşandana berhemên kevneşopî yên Adenê ku bi destan tên çêkirin bû. Seroka Yekîtiya Hunerên Destan a Adenê, Anîsa Tarbuş wiha got: “Li vê bazarê, me cihê xwe li ser standa ku nasname û berhemên destan ên Adenê temsîl dikin girt. Em jinên ku berheman çêdikin perwerde dikin, ji wan re çavkaniya debarê ava dikin. Armanca me ew e ku jin bikaribin bi berhemên xwe yên destan jiyana xwe baş û hêsan bikin.”
Anîsa Tarbuş, bal kişand ku yekîtî bi projeyên çêkirina dîzikan, seramîk nexşkirina ehşab ên kevneşopî, ji bo jinên mezûnbûyî derfetên îstîhdam û dahatê pêşkêş dike.
Tevî zoriyan jî hêvî û berhemdarî
Li Yemenê li dijî zoriyên aborî yên ku didomin, jinên Adenî, bi berhemên xwe, bûne sembolên berxwedan û îsrarê. Bi mezinkirina projeyên ku li malên xwe dest pê kirine, gav davêjin qada bazirganiyê, êdî di bazarên cihî de dikarin bikevin reqabetê.
“Projeya Bihêzkirina Malbatên Hilberîner” bi armanca berdewamiya van serkeftinan, ji bo jinan desteka perwerde, danasîn û bazarkirinê dide, armanc dike ku wan di warê aborî de bîne asteke serbixwe. Bi projeye armanc ew e ku jinên Yemenî pêşerojê de di pêşxistina aboriyê de roleke çalak bilîzin.