‘Banga Rêber Apo ji bo Xezayê jî riya çareseriyê ye’

Endama Kongra Star a kantona Firatê Xunav Xelîl got: “Birçîbûna li Xezayê tê wateya binpêkirina hemû pîvan û rêgezên mirovî. Divê demildest ji bo Xezayê çareserî were dîtin” û anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ji bo Xezayê jî riya çareseriyê ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rewşa krîtîk, birçîbûn û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi dijwarî berdewam dikin. Li Xezaya Filîstînê ku ji sala 2023’yan ve bi şerekî hovane re rûbirû ye; li gor Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê heta niha zêdeyî 60 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 100 hezarî zêdetir mirov birîndar bûne. Li aliyê din ji gelek saziyên pêwendîdar re hişyariyên cidî li ser rewşa birçîbûnê ya li Xezayê hatin kirin. Hat diyarkirin ku Xeza ber bi karesateke mezin ve diçe û rewşa li wir di sedsala 21’emîn de li tu cihî nehatiye dîtin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a kantona Firatê Xunav Xelîl, rewşa Xezayê nirxand û da zanîn ku ev pêvajo yek ji encamên şerê hegemonyayê ye.

‘Civak di şerê hegemonyayê de tê tunekirin’

Xunav Xelîl di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser siyaset û destwerdana hêzên hegemon a li ser civakan û wiha got: “Bûyer û aloziyên ku em niha dijîn, nîşan didin ku şerê cîhanê yê sêyemîn di meriyetê de ye û di asteke herî dijwar de bi pêş dikeve. Di encama polîtîka û berjewendiyên hêzên hegemon û desthilatdar de em dibînin di nava civakê de aloziyên mirovî, aborî û rizînên mezin xwe didin der. Ev hêz bi van rêbazan dixwazin gelan tengav, qir û tune bikin. Ancax bi van kiryaran dikarin hegemonyaya xwe bihêz bikin û desthilatdariya xwe mayînde bikin. Li şûna ku gel bi pirsgirêk û mijarên girîng re mijûl bibin, bi van alozî û şerên ku derdixin wisa dikin ku mirov bikevin rewşeke ku neçarî rewşên tenê bi têrkirina zikê xwe û debara xwe ya jiyanî re mijûl bibin.”

‘Birçîbûna li Xezayê şerma herî mezin e di vê sedsalê de’

Xunav Xelîl di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa Xezayê û got: “Di vê pêvajoya krîtîk de gelek welatan û gelan ziyanên mezin dîtin. Yek ji van deveran jî Xeza ye, niha ketiye pêvajoyeke wisa ku tu mînakên wê tunene. Bi hezaran mirov birçî ne, rojane bi sedan zarok, jin, ciwan û mêr jiyana xwe ji dest didin. Cihê xemgîniyê ye ku em di vê sedsalê de hê jî bi birçîbûnê re rûbirû dimînin. Di demeke ku em behsa aştî, aramî, wekhevî û azadiyê dikin de, hê jî hinek civak bi siyaseta birçîhiştinê tên kuştin.”

‘Ne agirbest bi ser dikeve û ne jî alîkarî dighîjin Xezayê’

Xunav bi bîr xist ku Xeza niha di dorpêçê de ye û wiha pê de çû: “Rojane êrîşên giran li ser pêk tên û bênavber mirov dimirin. Mixabin êdî hêzên serdest pîvan û rêgezên mirovî nas nakin, bi eşkerayî binpê dikin û hemû cîhan bêdeng dimîne. Dema em behsa zagon û hevpeymanên parastina mafên mirovan dikin, dibînin ku ev zagon hemû xwe dispêrin pîvanên ehlaqî û wîjdanî. Di vî warî de hewldanên hinek welatan hene dorpêça li ser Xezayê bişkînin û alîkariyên mirovî pêşkêşî gelê Filistînî bikin lê mixabin biser nakeve, ne agirbest bi ser dikeve û ne jî alîkarî dighîjin Xezayê.”

‘Ji bo guhertina nexşeyan civak bi rêbazên cuda tên tunekirin’

Xunav Xelîl diyar kir ku ji bilî Xezayê gelek deverên din rastî heman siyasetê hatine û wiha domand: “Tiştê li Xezayê derdikeve holê teqez dike ku careke din civak û gel dibin qurbaniyên şerê desthilatiyê yên hêzên hegemon. Filistînî di encama şerê serdestan de ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Bêguman gelek mînakên din jî hene ku mirov dikare bîne ziman. Xizanî û birçîbûna niha li Efrîqayê tê jiyîn, di heman demê de bûyerên li Sûriyeyê diqewimin jî hene. Yanî bi giştî di van pevçûnên di navbera hêzên serdest û navxweyî de, di heman demê ji bo guhertina nexşeyan civak bi rêbazên cuda bi komkujî, koçberî, birçîbûn, nexweşî û wekî din tên tunekirin.”

‘Çareseriyeke giştî pêwîst dike’

Xunav Xelîl herî dawî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pêvjoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha bidawî kir: “Hin caran daxuyaniyên devkî ango helwestên şexsî derdikevin holê. Lê ev bertek jî perçeyek ji heman proje û siyasetê ye. Ger ne wiha bûya dê heta niha rewşa Xezayê bihata çereserkirin. Divê êdî ev rewş were rawestandin, eger ji bo Xezayê tiştekî şênber neyê kirin dê sibê welatên din jî heman rojevê bijîn. Bi van rê û rêbazan em nikarin cîhaneke aram, ewle û aştiyane ava bikin. Berovajî hêzên hegemon ji bo ku civakan tune bikin 24 seatan di nava tevgerê de ne. Ji bo vê jî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk derman û kilîta çareseriyê ya hemû aloziyên niha tên jiyîn e. Em bawer dikin ku gelên cîhanê xwedî li vê bangê derkevin û pratîka wê were pêkanîn. Ger ev yek pêk were em ê bikaribin di nava pergal û cîhaneke wiha de bijîn ku hemû pêkhate, netew, etnîsîte, bawerî û zayend bi reng û nasnameyên xwe bijîn.”