Amara Rojhilat: Jin Jiyan Azadî bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêş ket
Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Amara Rojhilat diyar kir ku Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi pêşengiya jinên Kurd û Îranê her çû cîhanî bû, ji jinan re bû hişmendiya azadî û sembola xwenasîn, parastin û rêxistinkirinê.
ÇEKJÎN DEMHAT
Navenda Nûçeyan – Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Amara Rojhilat bi boneya salvegera 4’emîn a Jin Jiyan Azadî ji ajansa me re axivî.
Amara Rojhilat diyar kir ku di salvegera 4’emîn a şoreşê de, di şexsê Jîna Emînî de hemû şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî bi bîr tînin û wiha got: “Roja îro em dibînin ku dirûşma Jin Jiyan Azadî ji bo wan 4 salan tê hesibandin lê belê ew dirûşme bi fikir û felsefeya Rêber Apo derket. Em dikarin bibêjin ev dirûşme bi pêşengiya mîmarê azadiyê Rêber Apo ji bo tevahî hebûna jinan derket. Bi pêşengiya jinên Kurd û Îranê ev dirûşmee her çû cîhanî bû. Ji tevahî jinan re bû sembola ku xwe pê nas bikin, biparêzin û rêxistinên xwe çêbikin. Weke Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), bi taybetî çalakiya ku îro em li dar dixin ji bo tevahî hevalên şehîd û yên serhildana Jin Jiyan Azadî ne. Em careke din soza xwe didin diyarkirin ku tevahî jinên azadîxwaz di xeta jinên azad de dimeşin, em di hemû aliyan de li pişta wan in.”
‘Em bi hemû kesên ku ji bo maf û azadiyê têdikoşin re ne’
Amara Rojhilat diyar kir ku roja îro bi dehan hevalên wan di girtîgehê de ne û li hemberî zext û tundiya rejîma Îranê berxwedanê raber dikin. Ew jî weke parêzvan dixwazin di hemû aliyan de ji daxwaz û têkoşîna wan re bibin bersiv û wiha domand: “Hemû kesên ku ji bo maf, edalet, nasname û azadiyê têdikoşin em bi wan re ne û em ê bi hev re jiyana komînal û azad ava bikin. Çawa dirûşma Jin Jiyan Azadî ji sînorên Kurdistanê derbas bû veguherî dirûşmeke cîhanî, em ê vê jiyana komînal û azad jî bikin cîhanî û pêk bînin. Bi taybetî jî ew ê bi pêşengiya jinên ji neteweyên cuda yên Îranê pêk were, em ê bi hev re pêşengiya jiyana azad û komînal bikin.”
‘Jin pêşengiya azadiya jinan û civakê dikin’
Amara Rojhilat destnîşan kir ku derketina jinan a serê çiyayan, artêşbûna jinan bi xwe re aniye, da zanîn ku ev yek ji bo jinan serkeftinek e ku tundî û zexta li ser jinan dihat meşandin nepejirandiye û wiha pê de çû: “Her jina ku derket serê wan çiyayan soza vê yekê da ku xwedî li maf û nasnameya jinên azad derkeve. Bi taybetî di şexsê jinan de bikaribe civakeke wekhev û komînal ava bike. Ji ber ku ya herî zêde kedê dide jin e û herî zêde maf û nasnameya azad heq dike jin e; ji bo vê em dibînin li her derê jin pêşengiya azadiya jinan û civakê dikin. Ji bo vê, wekî Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), ew soza me ye jî em ê heta dawiyê xwedî li mafên jinan derbikevin. Pêwîst e her jinek li ku derê dibe bila bibe xwe bi rêxistin bike û xwedî li mafê xwe derbikeve. Dibe ku rê û rêbazên xwedîderketina li xwe û nasnameya xwe cuda bin lê belê pêwîst e têkoşîna xwe her dem xurt bikin. Em ê wî nirxê ku bi têkoşîn û keda jinan hatiye ava kirin biparêzin.”
‘Tu carî jin bêedaletî, tundî û zextê’
Amara Rojhilat bal kişand ser yekbûna jinan da zanîn ku tenê hêzên leşkerî têrê nakin parastina jinan bikin diyar kir ku pêwîst e hemû jin yekîtiya xwe ava bikin û mil bidin milên hev ji bo ku bikaribin li hemberî sîstema heyî têkoşîneke xurt bidin meşandin û wiha berdewam kir: “Tu carî jin bêedaletî, tundî û zextê naxwazin, li dijî serdestiyê ne her dem xwe ji bo mafên kesên din xwe berpirsiyar dibînin. Weke hêzên leşkerî jî bi taybetî xwedîderketina li Jin Jiyan Azadî û xwerêxistinkirin, erka me ya esasî ye. Bi taybetî xwedîderketina li ked û nirxên ku şehîdên Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dane, ji bo me erka sereke ye. Di serhildanên Jin Jiyan Azadî de gelek ciwanên Kurd bêyî dudilî bijîn jiyana xwe feda kirin. Ev yek çi dide diyarkirin? Ne tenê jin ji bo hîcabê derdikevin kolanan. Ev derketin ji bo newekheviya di navbera netew û jin û mêran de bû.”
‘Divê civaka Îranê xwedî li nirxên şoreşê derkeve’
Amara Rojhilat da zanîn di vê serdemê de piştî 4 salên şoreşa Jin Jiyan Azadî û şerê ku îro li Îranê tê meşandin, dîsa herî zêde jin û civak bi bandor dibin. Weke jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêwîst e rêxistinbûnê esas bigrin, bikaribin di her alî de rêxistinbûna xwe çêbikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê civaka Îranê xwedî li wan nirxên ku hatine avakirin derbikeve. Ji bo vê pêwîst e jin û civak xwe bi rêxistin bikin da ku bikaribin xwedî li şoreşa xwe derkevin. Banga min ji tevahî jinan re ew e ku bi çi rê û rêbazî dibe bila bibe bikaribin nirxên heyî biparêzin û di her warî de xwedî derbikevin.”