Şukriye Novagî ya Afgan: Berxwedana jinên Îranê hêvî dide me

Di xwepêşandanên Îranê de jin di çeperên herî pêş de cih digrin. Şukriye Novabî ya Afganî anî ziman ku pirsgirêkên wan hevpar in û got: “Berxwedana jinên Îranê hêviyê dide me. Ev hêviyek e ku di nava şertên giran ê zextê de bi zorê nefes digre.”

BAHARAN LEHÎB

Baglan- Di rojên dawî de Îran, li bajarên cûda ji nû ve bûye qada serhildanên gel ên berfireh. Ev xwepêşandanên ku ji ber aboriya kûr dibe, pirsgirêkên civakî û siyasî destpê kiriye, krîza ewlehiyê ya di nava gel û desthilatê de carek din nîşan daye. Çalakiyên ku di destpêkê de bi daxwazên debarê destpê kirin, di demeke kin de veguherîn pêvajoyek civakî ya berfirehtir û daxwazên sivîl tîne ziman. 

Bihabûna nirxê zêde ya xwarinan, zêdebûna maliyetên jiyanê, bi taybetî bêkariya di nava ciwanan de, kêmbûna cidî ya di hêza girtinê ya di nav gel de, li ser beşên cûda yên civakê zextek giran ava kiriye. Xwepêşander, tînin ziman ku êdî nikarin pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê pêk bînin, ji bo xwe û zarokên xwe pêşerojek bi hêz nabînin.

Ji derveyî pirsgirêkên aborî, astengiyên civakî û çandî, li dijî terzê jiyanê kontrola hişk û nebûna azadiyan, di nava sedemên bingehîn ên xwepêşandanan de cih digrin. Gelek xwepêşander, difikirin ku bi salan e daxwazên wan nehatine dîtin û ji bo dengê xwe bidin bihîstin, ti bijarteyek wan a din nemaye.

Jin di çeperên pêş de ne

Di xwepêşandanên dawî de rola jinan bi awayek diyar derdikeve pêş. Jinên ku ev demek dirêj e zexta zagonên sînordar û cûdakarî dijîn, di çeperên herî pêş de cih girtin, daxwaza rûmeta mirov, azadî û mafê hilbijartinê dikin. Beşdariya jinan a aktîv,  hem di aliyê sembolîk û hem jî di aliyê polîtîk de bi xwepêşandanan wate dide qezenckirin.

Êrîşên polîsan ên li dijî xwepêşanderan, binçavkirinên komî, bikaranîna tundiyê û astengiyên înternetê û medyayê jî, fikarên derbarê binpêkirina mafên mirovan ên li welat de zêde kir. Tevî vê jî, tedbîrên hatine girtin têra çewsandina xwepêşandanan nekir, nerazîbûna civakî ya ji beşên cûda jî didome.

Xwepêşandanên li Îranê, ne tenê ji bo welat geşadanek e, wek serhildanek mezin a gel ku sînor derbas kiriye tê nirxadin. Ev pêvajo ji aliyê gelê herêmê ve, bi taybetî ji aliyê jinên Efganistanê ve bi  hestiyarî û piştevaniyê tê şopandin. Jinên Afganistanê bi xwe jî ev bi salan e di nava zexta sîstematîk a xizanî û cûdakariyê de dijîn, di berxwedana li Îranê de, wek nîşana êşên ku bi xwe dijîn dibîne.

‘Koka pirsgirêkên me hevpar e’

Şukriya Novabî ya ji Afganistanê, anî ziman ku bi salan heman pirsgirêkên gelê Îranê û jinan jiyan dikin û piştevaniya xwe ya bi xwepêşandanan re wiha anî ziman: “Dibe ku ez ne li kolanên Îranê me, lê belê ez êşa gelê Îranê hîs dikim. Ji ber em jinên Efganistanê wê êşê ev bi salan e dijîn. Ev xwepêşandan ji bo min tenê ne nûçe ne, mafê deng, mafê hilbijartin û mafê hebûna azad a di civakê de ji destê jinan girtiye, neynika êşên hevpar ên jinan e. Kokên gelek pirsgirêkên li Îran û Efganistanê, hevpar in. Di pergalên ku mirov û bi taybetî jinê ji navendên mekanîzmayên biryargirtinê dûr dixe û wê davêje aliyê civakê de.”

‘Her çend bedelê wê giran be jî, ez dibînim ku ji guherînê tê bawerkirin’

Şukriya Novabî, diyar kir ku berxwedana jinên Îranê, hêvî dide jinên Afganistanê û got: “Berxwedana jinên Îranê hêvî dide me. Ev hêviyek ku di şertên zextê yên giran de bi zorê nefesê digre. Her qêrîna ku li kolanên Îranê bilind dibe, di dilê jinên li Afganistanê ku dengê wan hatî tepisandin de deng vedide. Dema jinên Îranê xwepêşandanan dikin, ez hîs dikim ku em ne bi tenê ne û rê dirêj e, ger bedêlên giran be jî ez dibînim ku hê ji bo guherînê bawerî heye.”

Bêdengiya civaka navnetewî

Şukriye Novabî sekna civaka navnetewî rexne kir û anî ziman ku gelên herêmê û bi taybetî jin, êşên ku dijîn gelek deman tenê bi rapor û daxuyaniyan re sînordar bûye, gavên şênber nehatine avêtin. Şukriye da zanîn ku xwepêşandanên dawî daxwazên gel tenê bi başkirina aboriyê re ne sînordar e, guherîna bi kok a di nêrîna rêveberiyê de, rêzdariya li ber mafê welatiyan û daxwaza bidawîbûna zextê, bi aşkerayî derdixe holê.

‘Sînor hebin jî em di berxwedanê de nêzî hev in’

Şukriye Novabî destnîşan kir ku piştevaniya di navbera jinên Îran û Afganistanê de, xwedî girîngiyek taybet e û diyar kir ku ev piştevanî, li ser êşa hevpar, cûdakarî û ceribandina berxwedanê ava dike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em jinên Îran û Afganistanê, her çiqas sînor me ji hevdû qut bike jî, di êş û têkoşînê de em nêzî hev in, em dengê hevdû dibhîzin.”