Rêxistina Kahramana hevgirtina xwe bi jinên Êzidî re ragihand
Rêxistina Kahramana ji bo Hêzdarkirina Jinan hevgirtina xwe bi rêxistinên jinên Êzidî re nîşan da û piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Ji Bo Edalet û Azadiyê -Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” eşkere kir.
Navenda Nûçeyan – Bi nêzîkbûna salvegera 12’emîn a jenosîda ku ji hêla DAIŞ’ê ve di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de li dijî gelê Êzidî pêk hat, Rêxistina Kahramana li Bexdaya Iraqê, piştrast kir ku tiştê qewimî yek ji sûcên herî hovane yên dîroka nûjen temsîl dike, komkujî, revandin, kolekirina jin û keçan, koçberkirina bi darê zorê û binpêkirinên digihîjin asta jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê vedihewîne.
Ji rêxistina Kahramana daxuyaniya hevgirtinê
Rêxistina Kahramana a ji bo Hêzdarkirina Jinan, di daxuyaniyek ku îro weşandiye de; hevgirtina xwe ya tevahî bi rêxistinên jinên Êzidî re nîşan da û piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Ji bo Edalet û Azadiyê – Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” ragihand. Rêxistinê tekez kir ku bidestxistina edaletê, çareserkirina gilî û gazinên kuştiyan û kesên ji destên wan hatine rizgarkirin û eşkerekirina çarenûsa windayan, bi taybetî jin û zarokan, berpirsiyariyeke mirovî, exlaqî û yasayî ya hevpar e.
‘Divê nirxên edalet aştî û jiyana hevbeş werin xurtkirin’
Daxuyaniyê her wiha piştrast kir ku parastina mafên jinan, têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê û parastina rûmeta mirovan prensîbên bingehîn ên mîsyona wê ne û wiha pê de çû: “Divê bîranîna qirkirinê zindî bimîne da ku pêşî li dubarebûna sûcên wiha bê girtin û nirxên edalet, aştî û jiyana hevbeş xurt bike.”
Banga piştgiriya yasayî psîkolojîk û civakî
Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemû saziyên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl, dezgehên neteweyî û navneteweyî û dezgehên medyayê hat kirin. Hat xwestin ku hewldanên xwe ji bo piştgiriya daxwazên rewa yên rêxistinên jinên Êzidî bikin yek, ji bo eşkerekirina çarenûsa hemû kesên winda û revandî zêde bikin. Her wiha hat xwestin mafên kesên ji destên wan hatine rizgarkirin garantî bikin û piştgiriya yasayî, psîkolojîk û civakî ji wan û kesên din ên ku ji destên wan hatine rizgarkirin re peyda bikin û hişmendiya raya giştî li ser giraniya sûcên qirkirinê û pêwîstiya misogerkirina hesabdayînê bilind bikin.
‘Divê dengê kesên ku ji destên wan hatine rizgarkirin were bihîstin’
Rêxistinê daxuyaniya xwe bi dubarekirina hevgirtina xwe ya tevahî bi civaka Êzidî re bi dawî kir û piştgiriya xwe ji bo hemû hewldanên ku armanc dikin bidestxistina edaletê, çareskirina çarenûsa kuştiyan û parastina rûmeta mirovan tekez kir, bi baweriya ku edalet riya aştiyê ye û divê dengê kesên ji destên wan hatine rizgarkirin heta rastî û edalet pêk werin, were bihîstin.