Ji Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Efgan banga 15’ê Tebaxê
Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Efgan bi bîr xist ku 15’ê Tebaxê di dîroka Efganistanê de destpêka demek dijwar e û diyar kir ku ji bo destekkirina jinên Efgan, pêwîstî bi hevgirtin, hişyarî û çalakiya kolektîf heye.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya 5’emîn salvegera 15’ê Tebaxa 2021’an a vegera Talîbanê ya ser desthilatê, Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Efgan, bi daxuyaniyekê bang li jin, mêr, çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl kir ku di 15’ê Tebaxê de, beşdarî bername û kampanyayên protestoyê bibin û dengê jinên Efgan li çar aliyê cîhanê bidin bihîstin.
Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Efgan, di vê bangê de diyar kir ku 15’ê Tebaxê di dîroka Efganistanê de destpêka demek dijwar e, rojek ku bi milyonan jin û zarokên keç ji mafên xwe yên bingehîn, perwerde, kar, azadî û beşdariya jiyana giştî, bêpar mane.
Tevgerê banga beşdariyê li herkesî kir
Di bangê de hate destnîşnkirin ku ji bo piştgiriya jinên Efgan ji her demê bêtir pêwîstî bi hevgirtin, hişyarî û çalakiyên kolektîf heye. Tevgerê ji hemû welatiyan, çalakvanên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan xwest ji bo peyama azadî, edalet û wekheviyê bigihînin civaka navneteweyî û daxwaza bidawîanîna ‘cudakariya zayendî’ bikin, beşdarî bername û kampanyayên protestoyê bibin.
Tevger bang li mirovan dike ku li kêleka jinên Efgan bisekinin û destekê bidin azadî, edalet û rûmeta mirovan.