Di doza Gulîstan Doku de li 15 bajaran operasyona berfireh û 18 binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna windabûn û kuştina Gulîstan Doku ya li Dêrsimê di sala 2020’an de, li 15 parêzgehan operasyonek berfireh hat lidarxistin û ji bo 19 gumanbaran fermana girtinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve tê hevrêzkirin de, 18 gumanbar di lêgerînên li 21 navnîşanan de hatin binçavkirin. Kesek gumanbar hîna ne hatiye girtin. Kesên hatine binçavkirin li jandarmeyan têne lêpirsînkirin.

Berfirehbûna operasyonê û kesên tohmetbar

Lêpirsîna ku li 15 parêzgehan (Stenbol, Amed, Nevşehîr, Isparta, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Ordu, Aydin, Kayserî, Erzincan, Enqere, Eskîşehîr, Îzmîr û Antalya) tê meşandin, gelek rayedarên ewlehiyê jî dihewîne. Di nav gumanbaran de 1 cîgirê serokê polîsan, polîs, mufetîş, operatorê komputerê û polîsên teqawîtbûyî hene.

Hevjîna waliyê wê demê hate girtin

Ji aliyê din ve, Handan Sonel, hevjîna Tuncay Sonel ê ku Waliyê Tunceliyê yê wê demê bû, bi tohmeta "tunekirina delîlan" hate girtin û şandin Girtîgeha Erziromê. Bi vê girtinê re, hejmara giştî ya kesên ku di dozê de hatine girtin zêde bû. Di çarçoveya dozê de heta niha sê operasyonên cuda hatine kirin.