Şeniyên Mexmûrê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi meşekî girseyî êrîşên balefirên bê mirov a dewleta Tirk ku îro carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kir şermezar kirin û gotin: "Berpirsyarên êrîşên li ser wargehê Iraq û NY'ê ye.”

Mexmûr- Dewleta Tirk a ku di 10’ê Îlonê de saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir û di encama êrîşê de 3 jinan birîndar kir, îro carek din saet di 10:00’an de bi balefireke bêmirov û biçek, baxçeyê malbatekê bombebaran kir.

Şêniyên Mexmûrê, bi armanca şermezarkirina êrîşên hewayî yên dewleta Tirk meşekî girseyî li dar xistin. Meşa girseyî ku bi beşdariya gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe' hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê gelê wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

‘Dewleta Tirk di nava 5 salan de 14 caran êrîşê wargehê kir’

Fatma Bîlen, diyar kir ku dewleta Tirk di nava hefteyek de 2 caran li dijî wargehê êrîş pêkaniye û wiha axivî: “Îro cardin dewleta Tirk a faşîşt êrîşê wargehê kir. Dewleta Tirk di nava heftiyek de 2 caran êrîşê me kir. Nêzî 20 rojin şandeya Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê ji bo serjimeriyê di nava wargehê de digerin. Piştî hatina şandeyê, êrîşên dewleta Tirk li ser wargehê zêdetir bûn. Ev yek di gelê wargehê de gumanan çêdike. Em êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê PDK’ê û hikûmeta Iraqê, şermezar dikin. Berpirsyarên êrîşên li ser wargehê hikûmeta Iraq û NY'ê ye. Gelê Mexmûrê ku ev 30 sale tedîkoşe, bi berxwedana xwe hemû êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê vala derdixe. Dewleta Tirk bi salane bi êrîşên hebûna xwe didomîne. Em wek Wargeha Mexmûrê di nava 5 salan de 14 caran rastî êrîşên dewleta Tirk hatin. Ev êrîşên li ser Mexmûrê ne ji rêzê ne. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û saziyên mafên mirovan a li dijî êrîşan didome. Heta niha li dijî êrîşên dewleta Tirk tu bertek nehat nîşandan. Em êrîşên li dijî xwe qebûl nakin.”

‘Divê NY’ê erk û berpirsyarên xwe bicihbîne’

Fatma Bîlen, di dawiya axaftina xwe de bang kir û wiha got: “Em cardin bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk û PDK'ê binîn. Divê Neteweyên Yekbûyî erk û berpirsyarên xwe bi cih bîne. Em bang gelê xwe dikin ku li dijî êrîşan xwedî helwest bin.”

Meş bi dirûşmeyên, 'Bijî Serok Apo', 'Bimre Îxanet' û 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.