Şengalî ji bo berdana zarokên xwe meşiyan
Şengaliyan li dijî êrîş û binçavkirina 5 şervanên YBŞ’ê yên birîndar meşeke girseyî li dar xistin û xwestin di demek nêz de werin berdan.

Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Meşê ji ber Şaredariya Gel a Sinûnê heta qada Mam Zekî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre îxanet û bijî edalet” berdewam kir û bi daxuyaniyek bi dawî bû.
Beşdarên meşê dan zanîn ku Iraq bi van êrîş û nêzîkatiyên xwe ewlehî û aramiya Şengalê dixe xeterê û dan zanîn ku divê demildest şervanên wan bên berdan.
‘Iraq rewşa bi aram a Şengalê dixe xeterê’
Berdevka Meclisa Jinan a Sinûnê Delal Revo ji ajansa me re axivî û bang li hikumeta Iraqê kir ku şervanên YBŞ’ê di demek nêz de berde û wiha got: “Em şer naxwazin û ne civakek şerxwaz in, em wekhevî û edaletê dixwazin. Em bang dikin ku êsîrên me berdin, şervanên me yên birîndar berdin bêyî ku şer û pevçûn çêbibin. Hêviya me jî ew e ku şer dernekeve, ew li tiştekî digerin ji bo ku şer bikin lê em ne şerxwaz in. Rewşa Şengalê ji ya giştî Iraq baştir û xweştir e, ew wisa dikin ku aramiya Şengal têk bibin. Em ji wan re dibêjin lîstikên xwe yên siyasî li ser Şengalê bi dawî bikin û êsîrên me berdin.”
‘Hêza me parastina me ye’
Berdevka Meclisa Jinan ya Sinûnê Delal Revo da zanîn ku îro hêza wan parastina wan dike û Iraq wan dike hedef û wiha got: “Êrîşî zarokên me Êzidiyan dikin ji ber ku ji nebûnê me hebûn ava kir, ji bo ku civaka me were parastin û fermanên nû neyên serê me hêza me ava bû. Ji bo ku dîsa keç û jinên me nekevin destên çete û hovan, ji bo ku dîsa axa me neyê dagirkirin û wêrankirin îro hêza me heye. Em li ser axa xwe ne û parastina xwe dikin em bi kesê re şer nakin, me kes nekuştiye bila zarokên me berdin di demeke pir lez de.”
‘Iraq li Şengalê tevliheviyan derdixe’
Endama Meclisa Jinan a Serdeştê Qîmet Xwedêda jî bal kişand ser armanca çalakiya wan û wiha got: “Îro me meşek li dar xistiye ji bo ku em 5 şervanên xwe yên YBŞ’ê yên birîndar ji destên Iraqê rizgar bikin. Em dixwazin di zûtirîn demê de şervanên me bên berdan. Zarokên me parastina me û axa hemû Iraqê dikin. her car wê Iraq hincetek çêbike ji bo ku êrîşî me û zarokên me bike. Zarokên me birîndar dikin û digrin. Me axa xwe parastiye. Zarokên me xwîn rijandine ji bo ku Şengalê biparêzin. Bila di demek zû de zarokên me berdin.”
‘Em li pişta YBŞ’a xwe ne’
Qîmet Xwedêda di dawiyê de da zanîn ku ew heta dawiyê piştevanên Şervanên Berxwedana Şengalê ne û wiha got: “Doza wan bi Êzidiyan re çi ye? Gelo me rê li wan girtiye yan me pirsgirêk derxistiye? Ew li pêşiya me rê digrin, em dixwazin zarokên me berdin bêyî ku pirsgirêk derkevin. Ger ew dixwazin pirsgirêk derkevin û êrîş bikin YBŞ amade ye û em heta dawiyê piştevanên şervan û zarokên xwe ne. Lê belê em dîsa jî pirsgirêkan naxwazin û dixwazin bi gotina xweş zarokên xwe ji destên wan rizgar bikin. Ger şerek derkeve wê giştî Iraqê bide ber xwe, ji bo wê jî em şer naxwazin.”