Şehrazad Rezaeî û Kejal Vatanpour hatin binçavkirin
Aktîvîsta mafên jinan Şehrazad Rezaeî ya ji Sine û girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta mafên jin û zarokan Kejal Vatanpour, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, aktîvîsta mafên jinan Şehrazad Rezaeî ya ji Sine û girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta mafên jin û zarokan Kejal Vatanpour, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Şehrazad Rezaeî, bi Atieh Golchînî û mamoste Marziye Moradvîsî ya ji kar hate derxistin re hat binçavkirin û der barê sûc û çarenûsa wan de tu agahî nehatin parvekirin.
Girtiya siyasî ya berê û aktîvîsta mafên jin û zarokan Kejal Vatanpour jî roja pêncşemê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û aqûbeta wê nayê zanîn.
Her du çalakvan jî, di dema tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ya 2022-2023’an de hatibûn binçavkirin. Kejal Vatanpour, di binçavkirina xwe ya berê de bi sûcên cûrbecûr 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê wergirt û piştre li ser îtîrazê ceza ji bo 1 salek û 6 mehan û 2 salan qedexeya derketina derva û betalkirina pasaportê hate guhertin.