Şehîdên çapemeniya azad hatin bibîr anîn
Şehîdên çapemeniya azad Hêro Bahadîn, Gulistan Tara, Necmendîn Feysel û Argêş Serhed bi çalakiyek hatin bibîr anîn. Di çalakiyê de soza berdewamkirina lêgerînên wan ên heqîqetê hat dayîn.

Qamişlo – JIN Produksiyon li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên çapemeniya azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara yên di 23’ê Tebaxa 2024’an de li Silêmaniyê bi êrişa dewleta Tirk şehîd bûn, Necmendîn Feysel ê di 23’ê Tebaxa 2023’yan de bi êrişa dewleta Tirk a li Rojava şehîd bû û Argêş Serhed ê ku bi êrişa dewleta Tirk birîndar bûbû û du roj berê şehîd bû merasîmek bibîr anînê lidar xist.
Merasîm li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Malbata Necmedîn Feysel, hevrê û hempîşeyên Gulistan, Hêro û Argêş beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser jiyana Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Necmedîn Feysel sînevîsyonek hat temaşekirin.
Bavê Necmedîn Feysel di merasîmê de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bîranîna şehîdan dilsoziya nûkirina sondê ye. Her wiha peyamek ku mîraseya wan dê meşeleyek ji bo nifşên bê re bimîne. Erka me ya exlaqî û welatparêziyê ye ku em bîranîna şehîdan û lehengiya wan zindî bikin û xwedî li destkeftiyên wan derkevin. Nameya şehîdan wê di wijdanê me û meşa edalet û rûmetê ya gelê me de bidome."
Li ser navê Jin Produksiyan Loristan Derwîş, li ser navê YRJ’ê (Yekîtîya Ragihandina Jin) Arîn Suwêd û li ser YJA (Yekîtiya Ragihandina Azad) Evîn Îbrahîm axivî. Peyama bi dîmen a xwişka Gulistan Tara jî hat guhdarkirin.
Her wiha peyama Komuna Dokumanter a Şehîd Gulistan Tara a ku ji bo merasîma bibîr anînê şandibû hat xwendin.
Rojnameger Gulistan Xalid û Stêrk Gulo jî bîranînên xwe yên bi Gulistan Tara re anîn ziman.
Herî dawî koma Şehîd Mizgîn ji bo şehîdên çapemeniya azad sitrî.
Çalakî bi dirûşman bidawî bû.