Dayîkên Aştiyê: Em ji bo Rêber Ocalan mafê hêviyê dixwazin

Meclîsa Dayîkên Aştiyê li hember helwesta Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş a li hember zimanê Kurdî xwe neqayîl kir û xwest ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘mafê hêviyê’ bê nasîn.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, civîna xwe ya 5’emîn roja çarşemê li dar xist. Dayîkên Aştiyê ku beşdarî civîna komîsyonêbûn, xwestin bi Kurdî biaxivin. SerokêMeclîsê Numan Kurtulmuşvêdaxwaza dayîkan qebûl nekir. Li ser vêyekê gelek derdoran nerazîbûn nîşand dan. Meclîsa Dayîkên Aştiyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da û rewşa li Meclîsê qewimî vegot.

‘Divê destpêkê zimanê dayîkê bibe zimanê fermî’

Dayîka Aştiyê Nezahat Teke bi bîr xist ku di komîsyonê de daxwaza axaftina wê ya bi Kurdî hatiye redkirin. Nezahat Teke li hember vê nêzikatiyê nerazîbûn nîşan da û got“Eger nasname û zimanê min nebe, wê demê hîn jî hebûna min nayê qebûlkirin. Eger pirsgirêka Kurd were çareserkirin, divê destpêkê zimanê dayîkê bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê.” Nezahat Teke bang li Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş kir ku jidil be û xwest ku ji bo çareseriyê zimanê dayîkê mîna zimanê fermî û perwerdê bê qebûlkirin.

Em dewleteke ku demokrasiyê nas dike dixwazin

Dayîkek din Sultan Bozkurt jî diyar kir ku ji ber bi Tirkî zêde nizane, nekariye xwe baş îfade bike û bal kişand ser girîngiya naskirina “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.  Sultan Bozkurt wiha got: “Rêberê Gelê Kurd qet şer nexwestiye; ew her tim aştîxwaz bûye. Ew dibêje, ‘Bila aştî hebe, bila Tirkiyeyek demokratîk hebe.’ Ev 3 sal in maseyek hatiye danîn û ev 8 meh in hevdîtin tên kirin. Lê ji aliyê dewletê ve ti gavek berbiçav nehatiye avêtin. Divê di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re tên kirin de çi were nîqaşkirin, bê qebûlkirin. Em edalet û demokrasiyê dixwazin. Çawa ku mafên Tirkan hene, divê mafên gelê Kurd li vî welatî heft qatîn hebin. mafên wan hene. Mafên yek ji her du neteweyên ku li Çanakkaleyê bi hev re şer kirine nayên naskirin. Tevî her tiştî, em li ser aştî, aştî, aştiyê îsrar dikin.”

Sultan Bozkurt zilm û zora ku li ser dayîkan hatiye meşandin bi bîr xist û ev tişt gotin: “Her cure heqaret û zordarî li zimanê me hat kirin. Em dewleteke ku demokrasî û mafên mirovan nas dike, dixwazin. Em dewleteke mîna dewleta Tirkiyeyê naxwazin.”

Xwîn bi xwînê nayê şûştin, bi aştiyê tê şûştin

Dayîka Aştiyê Hewa Kiran jî diyar kir ku dewlet tehemûlê Kurdî nake. Dayîka Hewa destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê edalet, demokrasî û zagona bingehîn bi rengê ku hebûna Kurdan qebûl bike were guhertin. Dayîka Hewa anî ziman ku ew edalet û demokrasiyê dixwazin û wiha got: “Di têkoşîna ji bo xwîn nerije tê meşandin de, weke dayîk em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîn bi aştiyê tê şûştin. Heta ku emrê me têr bike, em ê aştiyê bixwazin.”