Ji bo jinên Suweydayî kampanya hat destpêkirin

Piştî ku ji bajarê Suweyda yê Sûriyeyê jinên Durzî hatin revandin, aktivîstên jin li ser medyaya dîjîtal bi etîketa “Jinên Suweydayî rizgar bikin” kampanyayek dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Suweyda yê li başûrê Sûriyeyê ku zêdetirî şêniyên wî Durzî ne, ji 13’ê Tîrmehê ve heta niha li dijî jinan kiryarên xirab didomin. Bi êrîşên hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û hêzên çekdar, gelek jin hatin revandin.

Aktivîstên Suweydayî, bi armanca ku bûyerên diqewimin bigrin rojevê li ser medyaya dîjîtal bi etîketa “Jinên Suweydayî rizgar bikin” dest bi kampanyayek kirin. Aktivîstan xwest jin demildest werin berdan, ji bo berpirsyar hesab bidin bang li raya giştî ya navneteweyî kirin.

105 bûyerên revandinê

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, ji dema ku bûyeran dest pê kirine ve heta niha herî kêm 105 bûyerên revandinê hatine belgekirin. Di van bûyeran de aqubeta 80 jin û keçên ciwan ên Durzî ku hatine revandin nayê zanîn. Li gorî şahidiya xizmên kesên hatine berdan jî jinên hatine revandin di mercên gelek xirab de ne. Gelek jin, ji ber travmaya ku jiyane û gefên didomin newêrin vegerin malên xwe.

Aktivîstên ku kampanyayê dimeşînin, bi gotinên; “Jinên hatine revandin ne mijara bazarê ne, mijara rûmeta mirovahiyê û mafên bingehîn in” li saziyên navneteweyî banga mudaxeleya lezgîn kirin.