Şanogerên jin li kolanên Silêmanî gulan li jinan belav kir
Li Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan de, şanogerên jin li kolanan gul bi ser jinan belav kir.
Silêmanî – Li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya ser jinan û pêngava 16 rojî de, şanogerên jin gul belavkirin. Şanogerên jin di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan de, gul dan jinan.
‘Em jinan hişyar dikin’
Şanoger Firmêsk Rêbûar wiha got: “Em jin bi belavkirina van gulan hewl didin jinan hişyar bikin, daku li ber tundiyê bigrin. Em jinên hunermend li cihên kar û kargehên çandî gul bi ser jinan de belav dikin. Bi boneya çalakiyên 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan, em jinan hişyar dikin. Em dixwazin jin di hemû qadan debikarin mafên xwe biparêzin.”