Îranê daxwaza tedawiya serbixwe ya Nêrgiz Mihemedi red kir

Îranê daxwaza Xelatgira Aştiyê ya Nobelê û parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedi ya ji bo tedawiya serbixe, red kir. Malbata wê ragihand ku Nêrgiz Mihemedî dema hate binçavkirin, polîsan bi copan lê dane û li ser rû û stûyê wê şîn bûye.

Navenda Nûçeyan – Nêrgiz Mihemedî ya 53 salî dema ku li Meşhedê di merasîma bîranînê de ya ji bo parêzer Hosrow Elî Kurdî yê ku bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da hate lidarxistin, axivî û piştre bi aktîvîstên din re hate binçavkirin. 

Malbata wê û komîteya piştgiriyê diyar dikin ku di dema binçavkirinê de tundî hatiye bikaranîn. Nêrgiz Mihemedî di peywendiyeke kurt a bi telefonê de ragihand ku ji serê xwe û stûyê xwe darbeyên tund xwariye û 2 caran rakirine servîsa lezgîn. 

Hevjînê wê Taghi Rahmani û malbata wê diyar kirin ku ew bi fikar in ku Nêrzîg Mihemedî li ku derê û di bin kîjan şert û mercan de tê ragirtin. 

Amnesty International jî hêzên ewlehiyê sûcdar kir ku li dijî Nêrgiz Mihemedî û aktîvîsteke din a jin îşkence û muameleya xirab pêk aniye. 

Rayedarên Îranê ragihand ku di dema merasîma bîranînê de 39 kes hatin binçavkirin, li gorî parêzerê malbatê herî kêm 50 kes bi rengekî kêfî tên girtin. Hat ragihandin ku Nêrgiz Mihemedî bi “hevkariya bi hikûmeta Îsraîlê re” tê sûcdarkirin.

Piştevanên wê plan dikin ku di rojên pêş de ji ber zextên sîstematîk ên li Îranê, serî li Dozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bidin.