‘Îranê bi gotina ‘nexweşiyên derûnî’ zexta li ser jinan didomîne’

Hikumeta Îranê, bi rêbazên derûnî çalakgeran di bin zextê de dihêle. Jinên çalakger ên ku aliyê wan ê hunerî û azad, nexweş tên dîtin, bi razandina bi zorê ya nexweşxaneyan û biryarên dermankirina bi zorê re rûbirû ne.

VIYAN MEHRPERWAR

Mehabad – Komara Îslamê ya Îranê ji bo ku pêşî li çalakgeran bigre, her diçe zêdetir serî li bikaranîna agahiyên derûnî û psîkiyatrî dide. Amûrên zexta derûnî; ektîketkirin, demxekirin, şikandina moral, razandina bi zorê ya li nexweşxaneyê û gelek rêbazên din bi kar tîne. Zêdebûna tevgerên jinan û bi taybetî piştî serhildanan jin bûn hedefa rejîmê. Huner û ruhî protestoyî yê jinan weke nexweşî tê dîtin, bi biryarên darazê dayîna dermanên ku di bin kontrolê de dihêlin, li nexweşxaneyên psîkiyatrî razandina bi zorê û teşxîsên nexweşiyên derûnî yên ji bo jinên çalakger tên kirin.

Afşane Baygan, Ahoo Daryayî (xwendekarek li Nexweşxneya Lêkolîn û Zanistê de dixwîne) Roya Zakerî û jineke ciwan a ku li Balafirgeha Mehrabad dixebite û navê wê nayê zanîn, bi hinceta ku serê xwe negirtine, nexweş hatine îlankirin û bi cezayên mudaxeleya derûnî ya bi zorê yan jî razandina nexweşxaneyê re rûbirû mane.

Hikumet di heman demê de bi van rêbazan, jinên têkoşer hedef digre, hewl dide wan di bin zext û kontrola xwe de bigre. Li ser vê mijarê ajansa me bi derûnînasa Mehabadî Rojan K. re ji hevpeyvînek kir.

‘Serhildana li dijî despotîzmê nexweşî nîn e’

Li gorî rêgezên zanistî, ji bo teşxîsa nexweşiyê gelek krîter hene. Rojan K. diyar dike ku teşxîsên şaş û etîketkirinên rejîmê rast nîn in, li ser pêvajoya teşxîsa rast wiha got:

“Ji bo ku nexweşiya derûnî ya bi kesek re diyar bibe divê îşaretên vê nexweşiyê di tevger, têkilî û jiyana şexsî ya kes de werin şopandin. Derketina li dijî çand û zagonê, nayê wateya nexweşiyê. Li gorî zagonan, tu rabî ji bo kesek teşxîsên nexweşiya derûnî daynî û dûre razînî nexweşxneyê, bi dermanan tedawî bikî nabe û divê tu kes nepejirîne. Bi kirinên wiha mafên mirovan binpê dikin û ger bi niyetên siyasî werin kirin pir şaş e. Rejîma Îranê bi van kirinên xwe, dişibe Çîn an jî Yekitiya Sovyetan a ku muxalifan nexweş dixistin. Ev teşxîs di warê zanistî de derbasdar nîn in. Serhildana li dijî despotîzmê nexweşiyek nîn e û zextên sîstematîk ên bi riya zanistê tên kirin exlaqî nîn in.”

‘Hikumet bi etîketkirinên derûnî kesan terorîze dike’

Rojan K. li ser sedemên bikarana van rêbazan ji aliyê hikumetê ve wiha got:

“Hikumet, nêrîna civakê ya li kesên nexweşên derûnî dizane, bi teşxîsên siyasî hewl dide muxalif û çalakiyên wan bê îtîbar bike. Lewre tê fikirîn ku kesek nexweşiya derûnî pê re hebe nikare biryarek baş bide. Kesên ku vî navî li wan dikin, di civakê de îtibara wan a civakî namîne. Hikumet vê navgînî bi kar tîne, hewl dide bandorê li ser çalakiyên siyasî û civakî yên muxalifan bike û wan di warê derûnî û karekter de terorîze bike.”

‘Têkoşîna jinan ji bo tendirustiya ruh û parastina civakê ye’

Rojan K. li ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo avakirina civakek bi tendirust û wiha domand:

“Di nava civakek de dema ku edalet û wekhevî tune be nexweşiyên derûnî û modelên xirab zêde dibin. Her çendî têkoşîna jinan, di asta serhildana li dijî çand û kevneşopiyan de be jî dikare bi pêş bikeve. Lewre hemû nirxên çandî û zagon rast nîn in û nirxên ku li dijî mafên jinan in divê nedomin. Têkoşîna bi vî rengî, dibe ku mizgîniya pêşerojeke baştir û demên pêş be.”

‘Jin ji ber ku ji xweliya xwe ji nû ve afirîn bi zextên giran re rûbirû ne’

Rojan K. li ser pirsa ‘çima jin ewqas rastî zextan tên’ ev nirxandin kir:

“Hikumet, bi nêzîkahiyek klasîk û baviksalar, jinbûnê weke amûra zextê bi kar tîne, hewl dide jinan pasîf bihêle, ji nava civakê derxe lê piştî serhildana şoreşger a bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, jin ji xweliya xwe afirîn, bi zextên mezin re rûbirû man.

Di vê pêvajoyê de rejîmê hewl da, jinên ku bi awayên cur be cur têdikoşin, bi rêbazên derûnî biçewisîne. Li dibistan, zanîngeh, dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîmê û heta di dema lêpirsîna îşkenceya spî de, ji bo armanca jinan a têkoşînê bê îtibar bike û hesta sûcdariyê çêbike, gotinên jinên bi namûs, pak û şerm bi kar anî. Dema ku jinan ji bo biryara li ser bedena xwe bidin, çalakiyan li dar xistin, hat telkînkirin ku ev yek nîşaneya bêşermî û dejenerebûnê ye. Dema ku jinên navdar tevlî protestoyan bûn jî rejîmê wan weke kesên nexweşên derûnî û şîzofren pênase kir. Rejîm, ji têkoşîna jinên weke Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî wisa tirsiya ku, cezayê darvekirinê li wan birî û hewl da jinên din bi vê yekê bitirsîne.

 Lê îro têkoşîna ku bi awayê herî bi cesaret li Îranê tê meşandin ji nava dîwarên girtîgehan, jin pêşengiya wê dikin. Berxwedan û têkoşîn jinan, bi îlhamgirtina ji hev zêde dibe. Jin, bi jinbûna xwe ya ku bi salan hatiye çewisandin; li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîna xwe didomînin.”