Bi dehan jinên ku di xwepêşandanên Sircanê de hatibûn binçavkirin hê jî girtî ne
Sala par nêzî 400 kes di xwepêşandanên Sircanê yên di meha Kanûna 2025’an de hatibûn binçavkirin. Di navbera wan de jinên xwepêşander û çalakvanên sivîl jî hebûn, hinek ji wan hê jî di girtîgehê de ne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, di xwepêşandanên ku di meha Kanûna sala 2025’an de li Sircanê pêk hatin de, di rojên 18 û 19’ê Kanûnê de nêzî 400 kes hatibûn binçavkirin. Rapor nîşan didin ku hinek ji wan kesên hatine binçavkirin hê jî di girtîgehê de ne, di heman demê de gelek kesên din bi kefaleta giran bi awayekî demkî hatine berdan.
Di nava kesên hatine binçavkirin de xwepêşanderên jin û çalakvanên sivîl jî hene ku di nav wan de; Dr. Sepîdeh Fexriyan, Dr. Nastaran Korkî, Zahra Ghorbanî, Sara Zeynalî, Fahimeh Zeynaleyan, Reyhaneh Moghadam, Fatemeh Shoul, Sara Kazeruni, Dr. Mansureh Morshedî, Faezeh Askari, Fatemeh Şerifpur, Yasemîn Behnam, Atefeh Arab, Afsoon Daştî, Dr. Fakher ve Mîtra Asadî heye.
Li gorî raporan, gelek ji van jinan di dema girtina xwe de rastî tundiyê hatine û di tevahiya pêvajoya girtinê de di bin zexta psîkolojîk û fîzîkî de mane.
Atefeh Ereb, dayîka du zarokan e, hê jî bi tohmeta "heqareta li rêbertiyê" di girtîgehê de ye. Sepîdeh Rahbar, dayîka zarokek biçûk e, cara duyemîn hat girtin û bi tohmetên giran re rû bi rû ye. Her wiha, Sara Zeynalî, Fehîmeh Zeynaleyan û Fatemeh Şerîfpur bi tohmeta "serkêşiya xwepêşandanan" hatin girtin.
Dr. Sepîdeh Fexriyan jî ligel kurê xwe yê ciwan ji ber beşdarbûna merasîma bîranîna çil rojî ya Reza Shoul ku di xwepêşandanên berê de bi guleyan hatibû gulebarankirin, hat binçavkirin.
Çavkaniyên xwedî agahî bang li medyayê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku balê bikşînin ser rewşa kesên li Sircanê hatine girtin û xwestin pêşî li cezayên giran bigrin.